Sofya Alagaş ji doza jê dihat darizandin, bereat kir
Di dema çalakiyê de polîsekî bi navê K.H. ê li Fatma Pinar Usta dabû Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Sofya Alagaş ji ber nûçeya çêkiribû, gilî kiribû û li ser vê yekê doz lê hatibû vekirin. Sofya Alagaş ji doza lê hatibû vekirin, bereat kir.
Navenda Nûçeyan – Li Îzmîrê di Hezîrana 2021'ê de di çalakiyek hat lidarxistin de polîsekî bi navê K.H. ê li Fatma Pinar Usta dabû. Fatma Pinar Usta piştre giliyê polîs kir. Polîsê bi navê K.H. ê li Fatma Pinar Usta dabû, Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Sofya Alagaş ji ber nûçeya çêkiribû, gilî kiribû. Li ser vê gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi sûcdariya ‘bidestxistin û belavkirina daneyên kesayetî yên li dijî hiqûqê’ îdianame derbarê Sofya Alagaş de amade kir. Îdianameya hatibû amadekirin ji aliyê 52'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê yê Îzmîrê hat erêkirin.
Sofya Alagaş sûcdarî qebûl nekir.
Dozgeriyê derbarê Sofya Alagaş de ji 2 salan heta 4 salan cezayê girtîgehê xwest.
Dadgehê Sofya Alagaş bereat kir.