Siyasetmedar û hiqûqnasên jin li dijî dagirkeriyê bang kirin
Siyasetmedar û hiqûqnasên jin banga “Bila rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî bi lez mudaxale bikin ku dagirkiriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derxînin” kirin û gotin ku êrîşên li ser herêmê derfetên diyaloga Sûrî asteng dike.
ZEYNEB XELÎF
Navenda Nûçeyan – Ev zêdetirî sê meh in bajarê Kobanê û gundewarên wê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên leşkerî yên hewayî û bejahî yên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tên. Dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe li bajarê Sirîn û navçeya Eyn Îsa komkujî li ser sivîlan de pêk anî. Di encama van êrîşan de bi dehan kesên di nav de jin û zarok hebûn, birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Li hember dijwarbûna êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê herêmê berxwedana xwe xurtir dike. Gel peyamên xwe yên di parastina ax û projeya Netewa Demokratîk de bi îsrar in, radighînin.
'Komkujiyên ku pêk tînin sûcên şer in'
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Emîra Mehmûd El-Ewad bal kişand ser komkujiyên ku dagirkerî li herêmê pêk tîne. Emîra êrîş wek sûcên şer pênase kir û wiha got: "Komkujî û kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, sûcên şer e. Her wiha li dijî zagon û yasayên rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî ye jî. Komkujiya ku li Sirînê pêk hatiye ew mezintirîn komkujiya di van demên dawî de bû. Di encamê de 12 kesên di nav de jin û zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî dikeve nava sûcên şer û hovîtiya dagirkeriyê nîşan dide."
'Tirkiye dixwaze herêmên Sûriyê carek din dagir bike'
Emîra Mehmûd El-Ewad di nava gotinên xwe de diyar kir ku hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe ye û wiha pê de çû: "Armanca hebûn û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser axa Sûriyê, berfirehkirina dagirkeriya xwe ye. Û dixwaze mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê herêmên din jî dagir bike. Her wiha dixwaze dagirkeriya Osmanî carek din li Sûriyê zindî bike. Di heman demê de dixwaze derbeyek li projeya Netewa Demokratîk bide. En bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û dagirkeriyê ji xaka Sûriyê derxînin. Bêdengî wê derfetê ji dagirkeriyê re peyda bike ku kiryarên xwe pêk bîne."
'Li dijî siyaset û êrîşan berxwedana xwe mezintir dikin'
Emîra Mehmûd El-Ewad tekezkir ku wê li hember hemû siyasetên qirkirin û êrîşan berxwedan û îradeya xwe xurtir bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li hember hemû siyasetên dagirkerî û îmhakirinê em ê rabin û tu kes nikare îrade û îsrara me biçewsîne. Li dijî van êrîşan berxwedana me mezintir dibe. Em ê heya dawiyê piştevaniya projeya Netewa Demokratîk bikin, ji ber ku bi saya wê îro hemû pêkhateyên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevdu re dijîn. Di heman demê de em piştevaniya hêzên xwe dikin û soza parastina axa xwe ji dagirkeran carek din nûjen dikin."
'Dewleta tirk mafê zarokan binpê dike'
Cîgira Desteya Jinê ya bajarê Kobanê Xalîse Hec Ebd El-Qadêr bang li civaka navnetewî û rêxistinên cîhanî kir û got: "Banga me ji hemû rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan re heye ku êrîşên dagirkeriyê yên ku zarokan li herêmên Rêveberiya Xweser dikin hedef, rawestînin. Ev êrîş zêdeyî du mehan li ser herêmê dijwar û girantir bûye. Dagirkeriya tirk hemû peyman û yasayên navnetewî binpê dike. Komkujiyan ser sivîlan bi taybetî li ser jin û zarokan pêk tîne. Qetilkirina zarokan sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê dagirkerî û çeteyên wê ve bên cezakirin. Di heman demê de ev êrîş ku bandorên xwe li ser zarokan û mafên wan dike, bi taybetî di warê derûnî û perwerdehiyê de. Di encama êrîşên dagirkeriyê de gelek zarok ditirsin û bi tevliheviyên derûnî re rûbirû dimînin."
'Êrîşên dagirkeriyê diyaloga Sûrî asteng dike'
Rêvebera Rêxistina Mafên Morovan li Sûriyê Evîn Cûmaa bal kişand ser kiryar û êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê û wiha axivî: "Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya şerê qirkirinê yê li hember gelê Sûriyê ye. Her wiha dagirkerî dixwaze bi hedefgrtina sivîlan, pêkanîna komkujiyan û hedef girtina binesaziyê, rêya koçberiyê li pêşiya gel veke û van herêman dagir bike. Armancgirtina bajarê Sirînê û pêkanîna komkujiyên li ser sivîlan, sûcek şer tê hesibandin. Ev êrîş di pêvajoya demkî ya Sûriyê tê re derbas dibe de dijwartir bû. Ev êrîş derfetên diyaloga Sûrî û nivîsandina destûra nû ya avakirina pêşeroja Sûriyê asteng dike."