Pergal têk diçe: Jin bi pergala tenduristiyê ne bawer in

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya SES’ê Eylem Kaya Eroglu, diyar kir ku di van rojên ‘zayîna vajînal- sezaryen’ tê nîqaşkirin de, pirsgirêka bingehîn pergala tenduristiyê ye û got ku jin bi vê pergalê ne bawer in. Eylem got ku “Pergal hawar dike.”

SERPİL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan - Ji roja ku Komara Tirkiyeyê ava bûye heta niha desthilatiyên mêr her tim hewl dane ku polîtîkayên zayînê bi destê xwe diyar bikin. Ji ro ja ku AKP serdest bûye heta niha jî, her tim jin bûne hedefên van polîtîkayan. Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan jî di axaftinên xwe de awayê jiyanê, di ser mijara zarokanîna jinan de nirxand. Îro jî di navbera nîqaşên ‘zayîna normal’ û ‘sezaryen’ de zayîna bi rêya ‘sezaryenê’ tê sînorkirin. Pirsgirêka pêkanîna fiîlî ya kurtajê, li pêşiya jinan e.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu nêrînên xwe yên têkildarî mijarê, bi me re parve kir. Eylem diyar kir ku mijara zayînê her tim di ser mijarek polîtîk re hatiye nîqaşkirin û wiha got: “Bi rastî ev tenê pirsgirêka jinê nîne. Pirsgirêka teşekirina mirov, jiyan û heta civakê ye jî. Di nav vêya de siyaset heye, ol heye, îdeolojî heye, lê di nav polîtîkayên zayînê yên jinê de mixabin jin tunene.” Eylem da zanîn ku tenê ji jinan re dibêjin ‘zarok bînin, zêde bibin’ û destnîşan kir ku berpirsyariya vê yekê didin jinan lê nahêlin ku jin derbarê vê mijarê de biryara xwe bide.

Eylem destnîşan kur ku biryara vê yekê ji aliyê mêran ve tê dayîn û got ku “Jin, rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî, femînîst, femînîstên sosyalîst, yek ji vana di nav vê meseleyê de tunene. Lê hinek hema ji me re dibêjin zarok bînin.” Eylem anî ziman ku mafê zarokanînê mafek mirovî ye û got ku “ji jinê napirsin ka dixwaze zarok bîne an na? Tenê zarokanînê lê ferz dikin.”

Fikarên jinan çi ne?

Eylem da zanîn ku eva ku di aliyê bedenî de biryara zarokanînê bide jin e û wiha pê de çû: “Jin heye dixwaze zarok bîne, jin heye naxwaze zarok çêke. Jin heye ku zarokên wê çênabin, jin heye ku dikare gelek zarokan jî bîne. Li aliyê din, fikarên jinan hene. Kreş, aborî, pêşeroj, çend ji van pirsgirêkan in. Lewma jin di aliyê zarokanînê de bi fikar in.” Eylem balkişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha got: “Di şertên Tirkiyeyê de çima ez neçar im 3 zarokan çêkim? 3 zarokan çêkim jî, gelo ezê bikaribim wan xwedî bikim? Mijara esas a ku divê bê nîqaşkirin, ev e. Her dayîk dixwaze zaroka xwe di şertên baş de mezin bike. Lê mixabin di rastiya welatê me de kreş tunene. Stargeh tunene. Sînorê xizaniyê di ser 70 hezar TL de ye. Tenê lêçûnên xwarina zorakek di ser 20 hezar TL de ye. Zarokên ku em çêdikin, niha birçî diçin dibistanê. Zarokên me di encama kuştinên li kargehan de dimirin, li MESEM’an dibin qurban. Milên zarokên me jêdibin. Nikarin ji simît zêdetir bibin dibistanê. Zarokên me birçî ne û ji birçîna ji ser hişê xwe diçin. Piraniya zarokên ku em tînin dinê jî, ji xizaniyê ketine nav tora tiryakê. Ango em dixwazin zarokên xwe li welatek bi ewle bînin dinê, lê şertek wiha li vî welatî tuneye. ”

Eylem da zanîn ku her çiqas desthilatî mijarê bîne ziman jî, bi polîtîkayên ‘Sala Malbatê’ van polîtîkayan li jinê ferz dike. Eylem bi bîr xist ku dawiyê Wezîrê Tenduristiyê gotiye ‘zarok tunebe malbat jî tuneye’ û diyar kir ku jin bi vî awayî, tên derkirin.

Jin bi pergala tenduristiya Tirkiyê bawer in?

Eylem nîqaşên ‘zayîna vajînal û zayîna bi sezeryanê’ jî  bi bîr xist û destnîşan kir ku mesele ne rêje û mijar e, mesele berî her tiştî pergala tenduristiyê ye. Eylem anî ziman ku bi demê re karê zayînê ji destê pîrikan hatiye girtin û radewstî bijîşkan hatiye kirin, bi vî awayî jî zayînê kirine karek tibî. Eylem wiha got: “Rîska sezaryenê jî heye lê rîska zayîna normal jî heye. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiya Dinyayê jî, ji sedî 15‘ê zayînan bi rîsk e û divê destwerdana lezgîn bê kirin. Sezaryen jî di vir de dikeve dewrê. Jixwe jî em dikarin bêjin ku tiştê îdeal, zayîna vajînal e. Yanê ger ku pirsgirêkek anatomîk a jinê tunebe, nexweşînek wê ya kronîk tunebe, emrê wê mezin nebe, pirsgirêkek wê ya tenduristiyê tunebe û dikaribe bizê û bixwaze bi awayek normal bizê û vêya çêtir bibîne, ger ku fobiya wê, travmaya wê tunebe, fikara wê ya mehremiyet û baweriyê tunebe, dibe. Lê divê bi rastî em li ser vana biaxivin. Gelo jin bi pergala tenduristiyê ya welêt bawer in? ”

Eylem da zanîn ku jin ji pergala tenduristiyê ne bawer in û destnîşan kir ku di şertên aborî yên Tirkiyeyê de bijartina awayê zarokananînê jî çînî ye.

Nexweşxane ji xizmetên zayînê dûr in’

Eylem diyar kir ku li Tirkiyeyê saziyên tenduristiyê dûrî xizmetên tenduristiyê ne û wiha berdewam kir: “Li gor îstatîstikên tenduristiyê yên sala 2023’yan; li Tirkiyeyê hejmara pîrikan ger em zanîngeh û nexweşxaneyên taybet jî lê zêde bikin, nêzî 59 hezar e. Li Tirkiyeyê derdora 40 milyonî de jinên di çaxa zarokanînê de hene. Çend pisporên zarokanînê hene? Hejmara bijîşkên zarokanînê yên li rojhilatê welat û rojavayê welêt de jî ferqek mezin heye. Mînak hejmara bijîşkên li Rihayê, Şirnex û Mêrdînê û hejmara yên li Enqere, Stenbol, Îzmîrê de, ne yek e. Newekheviyek wiha heye yanê.”

Zarokên ku me anîn, we da destê çeteyan’

Eylem da zanîn ku zayîna vajînal navberek bi qasî 10-15 saetî heye û bingeha ji bo vê yekê, tuneye. Eylem destnîşan kir ku ji lîstikvanên fûtbolê bigre heta yên din hemû kes bi awayê zayîna jinê re mijûl dibin û wiha got: “Lê bi esasî tiştê ku divê em pê eleqedar bibin, Çeteya Pitikan e. Zarokên ku me anî dinyayê, we da destê Çeteya Pitikan. Divê derdê rastîn ev be.” 

Divê pêşî mafê jiyanê bê parastin’

Eylem anî ziman ku pêwîst e li ser mijara ‘emê ewlehiya zarokên xwe, mafê jiyana wan çawa biparêzin?’ bisekinin. Lê hûn jî dizanin ku ev nayê kirin. Em çi dikin? Em sala malbatê îlan dikin. Yek zarokek me jî di nav ewlehiyê de nîne. Ji aliyek ve kuştinên jinan her diçe zêde dibin. Tundiya li ser jinê zêde dibe. Li aliyê din em dibêjin sala Malbatê. Em hewl didin ku malbatê pîroz bikin. Yanê rewş ev e. lewma binesaziyek me tuneye. Pîrik kêm in. Yên heyî jî diçin derveyê welat jixwe.”