Sirûr Qerawî bi îsrara xwe li gundekî Tûnisê rêveberiyê dike
Di demeke ku zihniyeta baviksalar kontrolê li ser gundên li Tûnisê dike de, Sirûr Qerawî bû rêvebera gund û teqez kir ku mêr naxwazin danûstandinê pê re bikin û tevî rêvebera gundê wan e jî naxwazin pirsgirêkên xwe jê re bibêjin.
ÎXLAS HEMRÛNÎ
Tûnis- Sirûr Qerawî, li bajarê Sidî Bouzid, ku li navenda rojavayê Tûnisê ye û bi qasî 273 kîlometran dûrî paytextê ye, wek berendamek kesane bû namzet, ew bû jina yekem ku li deverek gundewarî xizmet dike.
Sirûr Qerawî jineke 37 salî û dayika du zarokan e. Beşa teknîka sazkirina cîhazên ragihandinê xwendiye û beriya vê jî di bazara çandiniyê de kar kiriye, ji ber malbata wê xwedî erd e û di nava erdên wan de jî av peyda dibe derfeta xebatek wiha dîtiye. Ev erd bi Sirûr re bû alîkar ku dest bi projeya xwe ya cotkariyê bike. Hezkirina wê ya ji bo beşdariya jiyana giştî û girtina biryaran hişt ku ji cotkariyê dûr bikeve ji bo bibe rêvebera gundê xwe û bikaribe piştgirî û alîkariya jinên gundan bike.
‘Rêveberî xeta yekemîn a jiyana giştî ye’
Der barê tecrubeya xwe ya di jiyana siyasî de Sirûr Qerawî dibêje: "Min xwest ez rêveberiyê bikim, ji ber weke xeta yekemîn a jiyana giştî ye, civak û siyasetê bi hev ve girê dide. Rêveber xwedî têkiliyek yekser in hem bi welatiyan re hem jî ji aliyekî din ve jî bi xwediyên biryarê re heye. Ez ji vî karê xwe hez dikim û dikarim bi ser bikevim ji ber ku erka rêveberiya gundan ew e ku li pirsgirêkên welatiyan guhdarî bikin. Ji ber ku ez yekem jin im dibim rêvebera gundekî xwedî mêjiyê baviksalar. Destpêkê qet ne hêsan bû, ji ber ku rêveberî gelek sebir û berxwedanê dixwaze. Divê rêveber her dem amade bin bi şev û roj biçin û werin û li ser karê xwe bin."
Ji bo serkeftinê gelek hewl da
Ji bo karê wê biser bikeve Sirûr Qerawî hewl da di navbera malê û kar de hevsengiyê çêbike û di hinek deman de girîngî herî zêde dida karê xwe ji bo hebûna xwe îsbat bike. Her wiha bi zanebûn xwe nêzî welatiyan kir ji bo baweriya wan pê çêbibe û bikaribe li pirsgirêkên wan guhdarî bike, xizmeta wan bike. Sirûr wiha berdewam kir: "Min nedixwest bibêjin ew bi bin ket ji ber jin e û min ji destpêkê ve xwest ji hevkarên xwe re îsbat bikim. Bi taybetî ji mêran re. Min nîşan da ku mîna ew dikin, rêveberî ji bo xwe ye, ji hemû kesan tê wateya xizmetê. Min nîşan da ku li herêmên hundirîn û gundan, jin dikarin di karê xwe de bi ser bikevin."
‘Dema ku dîtin rêveber ez im matmayî man’
Der barê zehmetiyên ku dîtine de jî got: "Mêr naxwazin têkiliyê bi min re daynin ji ber red dikin rêvebera herêma wan jin be biçin pirsgirêkên xwe jê re bibêjin û alîkariyê bixwazin. Carekê ji caran mêrekî bi temen ket ofîsa min û pirsa rêveberê gund ji min kir. Min bersiva wî da û got ez rêveber im. Matmayî ma û ji min re got divê rêveber mêr be. Min gelek helwestên wiha dît lê li pêşiya karê min nebûn asteng û min kedeke mezin da heta her kes fêr bû ez rêvebera gund im."
Der barê danûstandina bi jinên herêmê re jî got: "Ez bi xwezaya xwe ji wan hez dikim ji ber ez wan nas dikim, her dem hewl didim pirsgirêk û daxwazên wan bizanibim ji bo alîkariyê bikim. Ji ber ku jinên li gundan dijîn her dem dibin qurbanên civakeke desthilatdar û ji mafên xwe bêpar dimînin."
‘Zagonên Tûnisê gelek mafan didin jinan lê ji ber zihniyeta paşverû jin çalak nîn in’
Di dawiya axaftina xwe de Sirûr Qerawî behsa rewşa jinan li herêmên hundirîn an jî yên gundewar kir û wiha got: "Zagonên li Tûnisê gelek mafan didin jinan û dihêlin jin di gelek rêveberiyan de, di nav dewletê de cih bigrin lê belê mixabin rêjeya jinan li cihên girtina biryaran bi giştî ji sedî 10 jî nîn e. Ev rêje jî li gorî rêjeya çalakbûn û berxwedana jinan li gundan gelekî hindik e. Divê yekser mêjiyê baviksalar biguhere û jin werin hişyarkirin ji bo mafên xwe yên siyasî aborî û hwd. bizanibin."