Sînordakirinên Talîbanê xebatên alîkariyan asteng dike
Xebatên alîkariyê yên piştî erdheja li Efganistanê, ji ber sînordarkirinên Talîbanê yên li dijî jinan dereng dikeve; herî dawî kişandina wêneyên jinan ên rêxistinên alîkariyê hate qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Xebatên alîkariyê yên piştî erdheja 31’ê Tebaxê ya li rojhilatê Efganistanê, ji ber sînordarkirinên Talîbanê yên li dijî jinan bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimîne. Talîbanê, ji hemû saziyên alîkariyê yên li parêzgeha Nangarharê, hişyarî da ku dema belavkirina alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê, wêneyên jinan nekşînin. Rayedarên Talîbanê, diyar kirin ku wêneyên jinan wê “di nava gel de hesasiyetê biafirîne”.
Xebatên alîkariyê yên li herêmên ji erdhejê bandorbûne, dermankirin û piştgirî girtina jinan a ji aliyê xebatkarên mêr ve nepêkan e. Qedexe û sînordarkirinên tund a têkiliyê, xwegihandina jinan a xizmetên tenduristiyê dereng dixe û di hinek rewşan de jî bi mirinê encam dibe.
Di daxuyaniya fermî Talîbanê de, hate destnîşan kirin ku di dema belavkirina alîkariyê de kişandina wêneyên jinan "li dijî nirxên Îslamî û Efganî ye û hesasiyet diafirîne." Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku pêwîste rêxistinên alîkariyê rêzê ji nirxên Îslamî û Efganî re bigrin û ji tevgerên ku hesasiyeta gel zêde dikin, birevin.”
Erdhej, bi taybetî li bajarên Konar û Nangarharê bandorê li nîv milyon mirov kir. Mîna hercar ên ku herî zêde ji erdhejê zirar ditîn, jin û zarok bûn û heta niha gelek malbat li benda alîkariyê ye. Pirsgirêkên xwegihandinê û sînordarkirinên Talîbanê, xwegihandina ekîbên alîkariyê yên ji bo kesên xwedî pêdivî yên li herêmên dûr, zehmetir dike.