SOHR: Di rojek de li Sûriyeyê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de, zarok jî di nav de, 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li herêmên di bin serweriya desthilatdariya Şamê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, sûcên revandin û kuştinê didomin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de 13 kesan li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane.
SOHR’ê hûrguliyên qetilkirina 13 kesan parve kir. Hat diyarkirin ku li gundê Elanî yê Idlibê zarokeke keç bi çeka ku zarokekî din pê dilîst, hatiye qetilkirin. Li bajarê Senemên ê li bakurê Derayê jî ciwanek bi guleya ku bi şaşî ji çeka hevalê wî derketiye, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Hewayîc ê Dêrazorê 2 kesên ku li motosîkletekê siwar bûbûn, ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin. Hat diyarkirin ku li ser riya Siriya ya li başûrê bajarê Enxil ê Derayê komeke çekdaran gule li kesekî reşandin û ew qetil kirin.
SOHR’ê diyar kir ku li bajarokê Mezêrîb ê rojavayê Derayê jî 2 endamên hêzên ewlekariyê yên desthilatdariya Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hatin qetilkirin.
Li Sehil El Xab a Hemayê jî cenazeyê ciwanekî ji gundê El Eziziyê ku ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin, hat dîtin.
Her wiha hat detnîşankirin ku ji ber teqîna bermahiyên şer, li herêma Şola ya li başûrê Dêrazorê kesek û li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê kesek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.