Sêyemîn Festîvala Wêje ya Kobanê bi dawî bû

Festîvala wêje ya Kobanê piştî sê rojên dagirtî, bi xelatkirina gelek nivîskar û helbestvanan bi dawî bû.

Kobanê – Festîvala Wêje ya bajarê Kobanê bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û rêxistinkirina Weşanxaneya Ava, di dirêjahiya sê rojan de bi beşdariyeke mezin ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat li darxistin.

Festîvala ku bi diruşmeyaJi bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse” hat birêxistinkirin, dewreya îsal ji bo bîranîna nivîskar û sînemeger Zîlan Hemo birêve çû. Di sê rojên festîvalê de beşdariyeke mezin ji nivîskar, ronakbîr, helbestvan, çîroknivîs û wêjevan ji asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Piştî meşandina gelek panêlên li ser rewşa jinên nivîskar, astengî, wêjeya berxwedanê û îmzekirina pirtûkan, îroj di roja sêyemîn de gelek xelat hat dayîn.

Roja sêyemîn û dawî ya festîvalê ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re helbestvan Şadî Ismayîl pirtûka xwe ya helbestan pênasekir û xwend ku herî dawî jî îmzekir.

Di dawiyê de jî xelatên pêşbirka festîalê hatin belavkirin ku Leyla Mislim, Stêrvan Bozan, Şêrîn Reşîd û Seyîd El-Seraj xelatên helbest û kuteçîrokên serkeftî wergirtin.

Festîval bi dayîna xelata kesê hêja ji bo nivîskar Hisên Mihemed Elî bi dawî bû.