Sevda Çetînkaya: Medyaya Tirk di mijara Kurd de rûyê xwe yê rast nîşan da

Bi êrîşên li ser Rojava re medya, desthilatdarî û muxalefeta ku carna ji hev cuda û li dijî hev xuya dikin, dema ku mijar Kurd bûn hemû bûn yek. Gerînendeya giştî ya Îlke tv. Sevda Çetînkaya, li ser zimanê medyayê nirxandin kir.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Pêvajoya ku bi êrîşên li ser du taxên Kurdan ên Helebê dest pê kirine û bi pevçûnên ku bi hefteyan domiyan re, ne tenê hevsengiyên li herêmê, rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û refleksên medyayê carek din nîşan da.
Li hemberî êrîşên leşkerî yên li herêmê, zimanê li dijî wan êrîşan, tifaqên çêbûn û bêdengiyê; pir vekirî nîşan dan ku di têkoşîna aştî, demokrasî, jinan û mafên kolektîf ên Kurdan de kî li ku ye û li ba kê ye. Bi taybetî helwesta li dijî sûcên dermirovî yên li dijî jinan hatin kirin, careke din bû sedem ku sînorên etîk, polîtîk û bîrdozî yên medyayê careke din werin nîqaşkirin.
Di medyaya Tirkiyeyê de dema ku mijar statu û daxwazên mafên Kurdan be; me pir vekirî û zelal dît av çawa şêlo dibe. Cudahiyên di navbera saziyên medyayê yên ku xwe muxalif bi nav dikin û medyaya desthilatdariyê de, dema ku mikar Kurd û jinên Kurd be, tu cudahî namîne. Ev jî nîşan dide ku li pêşiya civakîbûna aştiyê yek ji astengiyên herî mezin ziman û refleksên medyayê ye.

‘Di medyaya Tirkiyeyê de kesên li dijî pêvajoya aştiyê hene’

Gerînendeya weşana giştî ya Îlke tv. Sevda Çetînkaya, balê dikşîne ku rola medyaya Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de tesadufî nîn e û cudahiyên di navbera medyayê de wiha pênase dike:
“Ji destpêkê ve di medyaya Tirkiyeyê de kesên ku li dijî pêvajoya çareseriyê ne hebûn. Aliyekî dibêje ‘Tirkiyeya bê teror’ Kurd jî dibêjin ‘Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk.’ Li aliyek jî medyaya muxalif a ku bi temamî li dijî ye û di ser de jî xwe weke muxalif dibîne heye. Yek ji medyaya ku em jê re dibêjin a desthilatdariyê, ku di xeta Tifaqa Cumhur de “Tirkiyeya bê teror destek dikin lê dema ku mijar aştî, demokrasî, azadiya jinan, wekhevî û mafên Kurdan ên makezagonî û kolektîf bin, dibêje ‘aman ha’ heye. Ev tablo ji destpêkê ve wiha bû.”

‘Medyaya ku xwe muxalif binav dike û medyaya desthilatdariyê bûn yek’

Li gorî Sevda Çetînkaya bi êrîşên li ser Helebê re, helwestên medyayê baştir hatin dîtin, xetên ku ji hev cuda xuya dikirin di heman xalê de bûn yek û got: “Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajoya ku bi êrîşa li ser du taxên Kurdan ên li Helebê destpê kir, medyayê rûpoşa ji ser rûyê xwe avêt. Rûyê wan ê rast xuya bû. Di ser de jî vê carê medyaya ku xwe muxalif bi nav dike û medyaya desthilatdariyê bûn yek. Dema ku mijar mafên Kurdan bin, Kurdên ku modela demokratîk, wekhev, hevgirtî ya Sûriyeyê diparastin, bûn hedef. Li cihê DAIŞ’ê Kurdên ku bi wê hovîtiyê re bi salan têkoşiyan û cîhanê parastin ‘terorîst’ hatin îlankirin.”

‘Zimanê herî qirêj li dijî jinan bû’

Sevda Çetînkaya got ku zimanê herî qirêj li dijî jinan bûye û wiha berdewam kir: “Zimanê herî qirêj li dijî jinan bû. Sûcên dermirovî li dijî jinên ku heta îro axa xwe, civaka xwe, mafên xwe yên bi dest ketine parastine hatin kirin vê yekê bi tu awayî nehat dîtin. Ên ku van sûcan deşîfre kirin jî terorîst îlan kirin.”

‘Jinên Kurd pêşeng û avakar in’

Sevda Çetînkaya, bal kişand ku sedema vê nêzikahiyê têkoşîna jinan a li Rojava ye, ji ber ku jin pêşeng û avakar in û wiha berdewam kir: “Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ango li Rojava heta îro jinan pêşengî kir. Rojhilata Navîn her dem bû cihê hilweşîn û şer lê li Rojava jinan modeleke pir cuda derxistin holê. Modela civaka nû yak u jinan pêşengî kir, tê de wekhev bûn, azadiya xwe girtin bin temînatê. Jinên Kurd gotin; “Em tenê ji bo mafên xwe tênakoşin, ji bo avakirina Sûriyeya nû dixwazim roleke pêşeng bilîzim.” Ev yek dixwazî ji aliyê desthilatdariyê ve, dixwazî jî ji aliyê muxalefetê ve be, ji bo feraseta mêr, ji bo tifaqa mêr tiştek pir bi xeter bû.”

‘Li wê derê têkoşîna jinan nedîtin’

Sevda Çetînkaya li ser pirsa “piştî serdana hikumeta demkî ya DYE’yê, rexneyên medyaya muxalif  çêbûn lê dema ku êrîşên li ser taxên Kurdan çêbûn helwesta medyayê guherî” wiha got:
“Dema ku mijar Kurd û mafên wan bin, wan refleksên yekperest, netewperest ên 100-150 salî derketin hole. Divê em li hemberî zimanê medyaya desthilatdariyê şaş nemînin. Medyaya ku bi salan li ser mafên laîk û jinan weşanê kir, dema ku mijar mirovên ku HTŞ’ê, DAIŞ’ê li dijî jinan bi xeter dîtin û vegotin û dema ku mijar kiryarên li dijî jinên Kurd bûn bêdeng ma. Têkoşîna jina a li wê derê nedîtin. Ev korîtiyek e û pir xirab e.”

‘Tenê mirov netewperest nebe têr nake divê mirov li dijî netewperestiyê be’

Sevda Çetînkaya diyar kir ku di bingeha vê korîtiyê de netewperestî û korîtî heye, gotinên  Angela Davis bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ger baş were bîra min, Angela Davîs gotibû: Tenê mirov netewperest nebe têr nake divê mirov li dijî netewperestiyê be.” Bi gotinên ‘ez netewperest nîn im’ hûn nikarin xwe bikşînin quncikê xwe.” Divê dema hinek tişt tên jiyîn hûn li aliyek bin. Têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna ku divê hemû jin lê xwedî derkevin bû lê bi reflekseke li dijî Kurdîtiyê hevgirtin çênebû.”

‘Kezî wisa bi wate ye ku bi tu awayî nikare were biçûkxistin’

Sevda Çetînkaya li ser peymana ku piştî pevçûnan çêbû û bandora hevgirtina jinan da zanîn ku bersiveke bi sînor lê watedar çêbûye û wiha got: “Ez difikirim ku hevgirtina jinan bi hêz bûye. Berteka li ser mijara keziyê tiştek ku biçûk were dîtin nîn e. Bertekên hatin nîşandan watedar bûn. Me dît ku zarokek 16 salî ji ber vî vîdyoyê hat girtin. Di rewşek wiha bi zext de nîşandana hevgirtinê pir girîng e.”

‘Kurd ji ser maseyê ranebûn’

Sevda Çetînkaya li ser peymana 30’yê Çileyê e têkildarî pirsa “Kurd têk çûn qey?” bi çavekî cuda dinêre û wiha dibêje: “Ez wisa nanihêrim. Bi peymana 30’yê Çileyê komkujî şerekî mezin hat rawestandin. Kurd ji ser maseyê ranebûn. Ji bo parastina hemû mafên xwe û statuya ku heta îro bi dest xistine dê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Nîvê rêveberî û nûnertiyê jin in’

Sevda Çetînkaya bal kişand ser destkeftiyên jinan, diyar kir ku modela rêveberiya li Rojava ji aliyê têkoşîna jinan ve tenê sembolîk nîn e, bersivek wê ya şênber û sazbûyî heye. Sevda Çetînkaya da zanîn ku jin ji siyasetê heta her warê jiyanê di hemû astan de xwedî nûnertiya wekhev in, diyar kir ku vê rewşê di nîqaşên nû yên li Sûriyeyê de asteke krîtîk çêkiriye. Her wiha da zanîn ku destkeftiyên li Rojava paşve nehatine kişandin bi taybetî jin vê yekê diparêzin û wiha behsa tabloya ku di dîmenên hevdîtinên entegrasyonê de teyîsîn kir: “Îro li Rojava nîvê rêveberan jin in. Nîvî nûnertiya siyasî û civakî jin in. Li wêneyên heyeta ku ji bo hevdîtinên entegrasyonê çû Şamê binêrin. Li hemberî sê mêran, di heyeta Rojava de mêrek û du jin hene. Ev destkeftiyeke pir mezin e û nîşan dide ku jinan wê astê parastine.”

‘Em ê bibînin dê bi Kurdên li vê derê re aştiyeke çawa bikin’

Sevda Çetînkaya herî dawî li ser pêvajoya li Tirkiyeyê sekinî, bal kişand ku tiştên biqewimin dê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî diyarker bin û wiha bi dawî kir: “Kurdên li Sûriyeyê dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibînin ka li Tirkiyeyê di warê mafên kolektîf û statuya Kurdan de dê çi were kirin. Kesên ku dibêjin ‘em li Sûriyeyê binêrin’ û lingên xwe dikşînin bin xwe hene, em ê bibînin ka dê aştî û çareseriyeke çawa ava bikin.”