Sevda Çelîk Ozbîngol: Bêyî beşdariya jinan avakirina aştiyê nepêkan e
Li Tirkiyeyê, di rêya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ketine de, tu planeke çalakiyê ku beşdariya jinan misoger bike nîne. Rûxmê vê yekê jî jinan, bibîrxistina hebûna xwe, ji bo mîsogerbûna avakirina aştiya civakî li hev dicivîn.”

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – 40 salên dawî yên Tirkiyeyê, bi pevçûnên pirsgirêka Kurd a bêçareserî hatiye hiştin re şêwe bû. Van pevçûnan, ne tenê di qada siyasî de, di heman demê de bandor li hemû beşên civakê kir. Çandî, perwerde, tenduristî û heta jiyana rojane jî, ji kaosa ji ber van pevçûnan avabûye re hate xiriqandin. Di xala dawiya tê jiyîn de, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkek “ewlehiyê” ye, mîna perçeyek girîng a veguherîna civakî, wekhevî û jiyanek demokratîk tê nîqaşkirin.
Bi daxuyaniyên serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Tirkiye di mijara pirsgirêka Kurd de ket rêyek nû. Di vê pêvajoya ku îro beşdariya hemû beşên civakê neçariyek dike de, bi taybetî tola ku jinan bilîze û domdariya aştiyê di nava faktorên herî krîtîk de cih digre.
Beşdariya jinan a ji bo pêvajoyan
Biryara 1325’an ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), beşdariya jinan a ji bo pêvajoyên aştiyê ne mîna bijarteyek, ji bo dewletan mîna neçariyek pênase dike. Li cîhanê zêdetirê 100 welatan, ji bo mîsogerkirina beşdariya jinan ya ji bo van pêvajoyan, xwedî Plana Çalakiya Neteweyî ne. Li Tirkiyeyê jî, hê der barê beşdariya jinan ya pêvajoyan de tu gav nehat avetin.
Avahiya endamtiyê niha ya “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya di Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de hatiye damezrandin jî, wêneya têkildarî beşdariya jinan a ji bo pêvajoyê, nîşan dide. Ji 52 endamên komîsyonê, tenê 10 jin in. Ev tablo, nîşan dide ku çiqas ji nûnertiya wekhev dûr mayê û tê diyar kirin ku divê jin ne mîna “kesên hatine vexwendin", divê di komîsyonê de mîna aktorên sereke cihbigrin.
Di pêvajoyên aştiyê de planên çalakiyê
Lê, bi biryara bi hejmara 1325’an ya NY’ê re, ji dewletan re berpirsyartiyên bingehîn tê dayîn. Yek ji van jî, mîsogerkirina beşdariya wekhev a jinan ya ji bo mekanîzmayên biryargirtinê ye. NY’ê ku di pevçûnan de daxwaza parastina jin û zarokan dike, diyar dike ku pêwîste di pêvajoyên avakirina aştî û ji nû ve avakirinê de jî wekheviya zayendî ya civakî bê mîsogerkirin. Hinek welatan, planên çalakiyê ya di vê mijarê de qebûl kir. Mînak Bosna Hesnekê, ji bo parastina kesên piştî şer rastî tundiya zayendî hatine, hineke guhertînan çêkir. Nîjerya jî, piştî Boko-Haramê ji bo ku jin di avakirina aştiyê de rolek çalak bilîzin, plana çalakiyê avakir. Dîsa Fîlîpîniyan û Norveç jî xwedî plana çalakiyê ye ne.
Hêza jinê ya di masayê de
Helbet, di pêvajoyên aştiyê de hebûna jinê ya di maseyê de, ne nîqaşek nûnertiyê ya hesan e. Dema temaşeyê tercûbeyan tê kirin, jin unsûrekî ku kalîte û domdariya aştiyê diyar dike û hêjayî girîngîdayinek cidî ye. Hevdîtin û hevpeymana aştiyê ya di 2016’an de li Kolombiyayê hate îmzekirin, bi saya hewldanên muzakerevanên jin gihîşt qonexekî diyarkirî. Di vê pêvajoyê de cara ewil, mijara wekheviya zayendî ya civakî ket peymanek aştiyê û ewlehiya mafên hemû beşan jî hate mîsogerkirin. Li Îrlanda Bakur jî muzakerevanên jin, bi ser xistin ku pirsgirêkên civakî tevlî hevpeymanan bikin. Li Nepalê, beşdariya çalak a jinan, makezagona nû jî şêwe kir. Jinan, di avahiya gonezagonê de kotaya jinan dan qebûl kirin. Ev pêvajo di heman demê de tê wateya zêdebûna nûnertiya jinê ya di parlamentoyê de. Li Lîberyayê, hêza ku aliyan neçarî rûniştina masê kir, jin bûn. Ev çend mînakên sînordar, rola bihêz a jinan ya di pêvajoyan de nîşan dide.
‘Plana çalakiyê ya Tirkiyeyê nîne’
Li Tirkiyeyê rûxmê pêvajoyê jî, hê planeke çalakiyê dernekiye holê. Di pêvajoyên çareseriyê yên berê de jî, jin beşdarî masayê nehatin kirin. Lêbelê, jinan hertim diyar kirin unsûra bingehîn in û înîsiyatîf girtin û di asta xwecihî de ji bo avakirina aştiyê tekoşiyan. Tevgera azadiya jinên Kurd, bi tercûbeya xwe ya dirêj a têkoşînê re, ji bo civakîbûna aştiyê deskeftiyên girîng jî bidestxist. Jinan anîn ziman aştî pêvajoyeke ku pêwîste li derveyî maseyên ku mêran avakirine, bi îradeya gel û torên hevgirtinê dê bê avakirin. Jinên ku diyar kirin her pêvajoyekî neserkeftî, tê wateya hîn zêdetir tundiyê û dan zanîn li dijî pergala ku ji aliyê mîlîtarîzm, neteweperestî, şovenîzm û feraseta serwer a mêr ve hatiye avakirin, hê bihêztir li ber xwe bidin.
‘Pêvajoyek ku pêwîste bi biryardarî bê meşandin’
Tevgera Jinên Azad (TJA) rojên borî damezrandina “Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê” ragihand. TJA’yê ya got “Emê ji bo honandina koalîsyonek aştiyê têbikoşîn” di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinên baweriya wan bi aştiyê heye kir. Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê û endama komîsyonê Sevda Çelîk Ozbîngol, der barê pêvajo, beşdara jinan a ji pêvajoyê re û girîngî komîsyonê de ji ajansa me re axivî.
Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku Tirkiye di rêya avakirina aştiyê de ye û wiha axivî:
"Qonaxa ku pêdiviyên dîrokî û serdemî di erdnîgariya me de ji bo gelên Tirk û Kurd hatiye, bi desta ku di 1’ê Cotmehê de hat dirêjkirin û banga sedsalê ya 27’ê Sibatê, di demek pir kurt de qonaxek pir girîng çêbû. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li meclîsê hate damezrandin, îmhakirina çekan temaşe kir ku teqandina çekan, banga pêvajoya pevçûnê derbasî zemînek qanûnî û siyasî bibe, bi mînakên aştiyê ya cîhanê û xwezaya pêvajoyên çareserkirina pevçûnan re bi gavekî paralel berdewam kir. Em behsa pêvajoyekî ku em dizanin dê me bi xwedî derketin û têkoşînek demdirêj û kolektîf, bi avakirina bingehên sazûmanî, avahî û qanûnî nêzîkî rastiya civakek demokratîk bike, dikin. Rolên me yên cihêreng di civakê de û têgihîştina me ya berpirsiyariya kolektîf rasterast bi têkoşîna civakîkirina aştiyê ve girêdayî ye. Civaka demokratîk û civakîkirina aştiyê nikarin ji hev cuda werin nirxandin. Divê ev pêvajo bi heman biryardariya destpêkê, beşdariya berfireh û îradeyek xurt berdewam bike.”
‘Em li cihekî ku mîna erkê me ya serekê tê qebûlkirin in’
Sevda Çelîk Ozbîngol, wiha got: "Ez dixwazim diyar kirin ku em wek jin piştî banga 'Aştî û Civakek Demokratîk', di mijara gihandina têkoşîna aştiyê ji bo zemîna qanûnî û siyasî de, kirdeya têkoşîna civakek demokratîk in.
Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku jin û tevgera jinan bi zanebûna berpirsiyariyê re xwedî potansiyel û îradeyê bersivbûna hemû pêdiviyên pêvajoyê e û wiha axivî, "Em li cihekî ku civakîkirina aştiyê mîna erkê me ya serekê tê qebûlkirin in.” Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ew vê pêvajo mîna hewldan û têkoşînek demdirêj ku bi biryardarî, israr û honandina tifaqên civakî re, bi hemû kesên ku hesreta civatek hevpar, bêtundî û demokratîk dijîn re bê meşandin, dibînin.
Pêdiviyên pêvajoyê çi ne?
Sevda Çelîk Ozbîngol a pêvajoyê mîna "demdirêj" bi nav kir, balkişand ku divê pêdiviyên lezgîn ên demkî neyên paşguh kirin. Sevda Çelîk Ozbîngol, axaftina xwe wiha domand: "Ji bo avakirina aştiyek sazînbûyî ya dem dirêj ku me ber bi civakek demokratîk ve bibe, hewceyê ku niha behsa pêdiviyên girîng ên jiyanî jî bên kirin. Li gel gavên îmhakirina çekan, misogerkirina entegrasyona demokratîk û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên qanûnî re, pêwîste ji bo pêkanîna hawirdora aştiyê û avabûna civakek aştiyane, polîtîkayên berbiçav ên pirsgirêkên civakî yên ku dibin sedema sedemên bingehîn ên pevçûnê, ji holê bên rakirin.”
Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn bendewariyên civakê jî hene û balkişand ku divê pirsgirêkên heyî bi awayekî lez werin çareser kirin û di heman demê de nexşerêyek piralî bê bicîhanîn. Sevda Çelîk Ozbîngol, wiha got:
“Em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne: Qanûna Dij-Terorê, pratîkên qeyûmê, Qanûna Cezayê û rêziknameyên wê yên bicîhanînê, pratîkên qanûnî yên dualî û girtiyên siyasî. Qanûna Hejmar 2911, sînordarkirinên li ser azadiya derbirînê, siyasîkirina dadweriyê, û hêviyên ji bo reformê hemî li vê wêneyê zêde dikin. Parastina destkeftiyên jinan, têkoşîna li dijî tundûtûjî û gotinên nefretê, misogerkirina wekheviyê di navbera gel û baweriyan de, û xurtkirina muxalefeta civakî di nav mijarên sereke de ne. Rûbirûbûna van hemî pirsgirêkên dij-demokratîk hewceyê nexşerêyek demokratîk û beşdariya her kesî di pêvajoyê de ye.”
‘Em xwe berpirsiyar dibînin’
Sevda Çelîk Ozbîngol, di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî di pêvajoyê de nêzîkatiya bi jinan re jî, wiha axivî: “Em rojeva aştiyê mîna rojava xwe dibînin û di vê pêvajoya ku pêdiviyên hiqûqî li pêşiya disekne de, em bawer dikin ku bêyî jinan, aştiya civakî û avakirina civakek demokratîk nepêkan e. Lewma, me gotina xwe ewil ‘Bêyî hiqûq çareserî nabe û bêyî jin jî hiqûq nabe’ diyar kir. Em bi hişmendiya ku em kirdeya vê pêvajoyê ne, xwe ji siyasetê û hiqûqê jî erkdar û berpirsyar dibînin.”
Sevda Çelîk Ozbîngol a der barê armanca Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê de jî axivî, wiha got: “Em dixwazin mil bi mil û beşdariya hemû kesê re aştî û hiqûqa civakek demokratîk avabikin. Pêvajoya avakirina aştî û civakek demokratîk, armanca me ya sereke ye. Em dixwazin bibin dengê hevpar a hemû jinên li welatê xwe ku bi hesreta aştiyê re dijîn û ji bo civakîbûna aştiyê têdikoşin."
Wê jin di nava xebatek çawa de cihbigrin?
Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku bang li hemû jinan dikin û axaftina xwe wiha domand: “Em ê bi hesreta aştî û civatek demokratîk re, hemû jinên li erdnîgariya xwe vedixwînin ku di pêvajoya avakirina civakek ku wê aştiyê mayîn bike de, bi hev re têbikoşin. Em bi baweriya ku em ê jiyana hevpar a hemû kesên bindestan, kesên hatine kedxwarîkirin û têkoşeran, bi pêşegtiya jinan avabikin, dixwazin li hemû parêzgehan bi jinên li hev bicîvin û torên aştiyê yên jinan ava bikin. Civîna me ya din wê di 11’ê Îlonê de li Mêrdînê be. Wekî Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê, civîn û hevdîtinên me yên bi jinan re wê bidome.”
‘Avakirina aştiyê bêyî jinan ne pêkan e’
Sevda Çelîk Ozbîngol, herî dawî der barê pêdiviyên pêvajoya tê meşandin û rola jinan ên di nava pêvajoyê de axivî û got:
“Di pêvajoya civaka demokratîk ku em kirdeya wê ne de, avakirina aştiyê bêyî beşdariya jinan nepêkan e. Em bawer dikin ku di vê pêvajo ku di demek kurt û dirêj de pêdiviyên mîsogerkirina ewlehiyên qanûnî hildgire de, bêyî avakirina nexşerêyek û bêyî diyarkirina pêşbiniyên jiyanî, wê nikaribe rêyek bidomîne. Em difikirim guhertin û gavên ku di demek kurt de bên avêtin, dê pêdivî û bingeha pêvajoyê xurtir bike. Her wiha ji bo avakirina baweriya civakî jî, divê bi zanebûna girîngî ya vê yekê, bimeşe. Pêwîste li ser pêşîniyên polîtîkayên qeyûm, girtîgehan, hemwelatîbûna wekhev û civakek demokratîk xebatên lez bên kirin û divê bi beşdarî û lihevkirina hemû beşên civakê û muxalefeta civakî re pêvajoya avakirina aştiyê bê birêvebirin. Dê ev pêvajoyek dirêj bike û rastiyek mezine ku rêveberiya pêvajoyê ya bi awayekî demokratîk wê me bibe encamên demokratîk.”