Serpêhatiyek ji Xezayî: Xeyalên xwe nivço nehêlin
Şerê li Xezayê, jinên ciwan û zarokên keç neçar dike ku dev ji xeyalên xwe yên perwerdehiyê berdin û di nava wêranî û koçberiyê de rêyên alternatîf ên rizgarbûnê bigerin.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Di vê heyama ku ji hemû hûrgiliyên jiyana rojanê re windahiyan daxil dibe de, çîroka Miyar Ebu’l-Avf’un a 19 salî, mîna neynikek zelal a şikestinên ku ji Cotmeha 2023’an vir ve li Xeza perwerdehiya zarokên keç parçe dike ye. Di vê demê de, polên dibistanan veguherî kavilan û planên akademîk di bin koçberî, xizanî û windakirina stargehan de hilweşiyan.
Miyar Ebu’l-Avf’un, dema ku fêm kir ew ê neçar bimîne xwendina xwe ya zanîngehê berde, ji bo dabînkirina dahata malbata xwe derhetekî kar geriya. Miyar Ebu’l-Avf’un, goşeyekî dîwarên reşbûyî ya xaniya xwe ya zirar ditiye, veguherand cihê karên destan. Ji sebirê tayek û ji hêviyê derziyek peyda kir û hewil da derîzandinên rojê bidirû.
Di Mijdara 2023’an de, bi malbata xwe re ji bajarê Xezayê koçî başur bû. Li pey xwe mala xwe û pêşeroja xwe ya di rêzên zanîngehê sêrhel de şêwegirt, hişt. Koçberiya başur ne rizgariyek bû, derbasî şert û mercên girantir bû; xelaya ax û xurekê, nenûna dermanan, qerebalixa stargehan û windakirina nepenîtiyê.
‘Qûtbûna ji rêzên zanistî ne biryara min bû’
Miyar Ebu’l-Avf’un, hewl da perwerdeya xwe bi awayekî sêrhel bidomîne, lêbelê ji ber qutbûna torê, qedexeya tevgere û zehmetiyên debarê, fikra wê veguherî xeyalekî hatiye paşxistin. Miyar Ebu’l-Avf’un, wiha dibêje: “Qûtbûna ji rêzên zanistî ne biryara min bû; ferzkirina şert û mercên ku jinekî ciwan a 21 salî nikare hilbigre bû. Dîsa jî, min her siharê ji xwe re wiha digot; Ger derî bên girtin, em dikarin bi destên xwe pacek vekin.”
Dirûşmeya ‘Afirîneriya ji rehma şer avabûye’
Di dawiya meha Çileya 2025’an de, malbat vegeriya bajêr. Xaniya wan veguherî bû kavilek, deriyê male vedibû valahiyek tirsnak. Herî kêm alternatîfek demkî geriyan, xaniyekî ku di bombebaranê de qismek vê şewitîbû, kirê kirin. Miyar Ebu’l-Avf’un, li vir biryar da ku li qoşeyekî xaniyê ji nû ve destpê dike. Ji da û morîkan bazin, ristik, zînet û rûberan bi destan hilberand û bi dirûşmeya “Afirîneriya ji rehma şer avabûye” di rûpelên medyaya dîjîtal de dest bi firotinê kir.
Miyar Ebu’l-Avf’un, da zanîn ew xeyala xwe ya çûna zanîngehê bernedaye, lê pêşîniya jiyana rojane qezenckirina nane ye û got: "Dahata min sînordar e, lê ji bo domandina jiyana me têra me dike. Ev yek ji min re hesta kesekî ku hewil dide di navbera berpirsyartî û hêviyê hevsengiyê ava dike, dide.”
Ji sedî 97’ê dibistan û zanîngehên li Xezayê zirar dîtine
Çîroka Miyar Ebu’l-Avf’un, mînaka heyamekî ku binesaziya perwerdehiyê bi giranî zirar dîtiye ye. Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji sedî 97’ê dibistan û zanîngehên li Xezayê zirar dîtine. Ev yek rêjeyekî ku têkçûna girîng a perwerdehiyê û wêrankirina jîngehên fêrbûnê yên ewletir eşkere dike ye. UNESCO’ê û rêxistinên hevpar, belge dikin ku bi sedan dibistanan zirarên giran dîtine.
Ev rewş ne tenê windahiyên takekesî, hilweşîna tevahiya pergala perwerdehiyê nîşan dide. Qeyrana aborî ya kûr a li Xezayê, hîn zêdetir zarokên keç ber bi piyasayek kar a di astekî mezin de hatiye sererastkirin ve dibe. Gelek jinên ciwan bêkar in û lewma karên malê yên mîna hunerên destan, dirûtin û vezîvirandinê, ji bo jinan rêya li jiyanê mayîne vedike.
‘Ji bo zanîngehan ne alternatîfek e’
Miyar Ebu’l-Avf’un, da zanîn projeyên bivî awayî ji bo zanîngehan ne alternatîfek e, têne pirekî demkî ye ku ruhê mirovan ji şikestinê diparêz e.
Divê mafê perwerdeyê di demên şer de jî bê parastin. Neteweyên Yekbûyî, diyar dike ku divê saziyên perwerdeyê nebin hedef û zanîngeh ji bo leşkerî neyên bikar anîn. Mekanîzmayên van mafan diparêzin, ji bo misogerkirina hawîrdorek perwerdehiyê ya biewle hewce ye.
Miyar Ebu’l-Avf’un, rojên xwe yên ewil ên qoşeya biçûk a mala xwe ya şewitandî derbas kiriye bi vî awayî bi bîr tîne: "Min serê sihare da û moriyên mayî komdikir û amûrên xwe li ser maseyek darîn a ku ji agir rizgarbûye rêz dikir. Bi saetan kar dikir û guh dida dengê balafiran. Her karekî ku dikeve hundir, mîna beşekî ya jiyanê hîs dike. Ger em nekarin agirê li derve vemirînin, divê em bi biryardariyê biçûk, agirê di hundirê xwe de vemirînin.”
‘Ezê tu caran dev ji xeyalên xwe bernedim’
Her çend çîroka Miyar Ebu’l-Avf’un, destnîşan kir ew ê tu caran dev ji daxwaza xwe ya vegera zanîngehê bernede û wiha axivî: "Ez dixwazim rêya xwe ya akademîk heta dawiyê berdewam bikim. Ez xeyalekî nivço tu caran qebûl nekim. Ez nikarim xwesteka xwe bi pênaseyên nivî sînordar bikim. Dema ez vegerim xwendina xwe, ezê vê ezmûna dijwar mîna gihîştinek pêşwext û têgihîştinek kûrtir a wateya berpirsiyariyê hilbigrim.”
Xwendekarên li Xezayê, dibêjin ku qutbûna ji perwerdeyê ne tenê kêmasiyeke akademîk e, di heman demê de valahiyeke derûnî, civakî û aborî jî diafirîne. Lewma, di vê rewşê de ewlehî û ji nû ve avakirina zanîngehan pêwîste bibe pêşîniyeke sereke.
‘Xeyalên xwe nivço nehêlin’
Peyama Miyar Ebu’l-Avf’un a ji bo jinên ciwan ên neçar mane hêviyên xwe taloqbikin, wiha ye: "Xeyalên xwe di nivço de nehêlin, ji xwe qadekî biçûk avabike û bi parastina rûmeta xwe hinek tiştan bike. Hemû tiştên ku mirov di şert û mercên dijwar fêr dibe, wê me bibe pêşerojê.”