Serlêdanên ji bo ‘Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz’ destpê dikin

Serlêdanên ji bo “Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz” ên ku ji aliyê MKG'ê ve tê organîzekirin di 17'ê Hezîranê de dest pê dikin.

Navenda Nûçeyan – Ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve 1'emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dê bê lidarxistin.

Serlêdan di 17'ê Hezîranê de dê destpê bikin. Di bangewaziya têkildarî mijarê de wiha hat gotin: “Serlêdanên 'Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz' ji bo rojnamegerên jin ên ku li pey heqîqetê ne û natirsin û dibin dengê serdemê dê di 17'ê Hezîranê de dest pê bikin.

Gurbetellî Ersoz kî ye?

Gurbetellî Ersoz, di sala 1965'an de li gundê Ziverê ya navçeya Palo ya Elezîzê ji dayîk bû. Gurbetellî ya ku xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe temam kir, dibistana navîn li Edeneyê xwend. Piştre ji Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurova mezûn bû, mastera xwe di warê "Jîngeh û Enerjiyê" de qedand û wekî alîkara kîmyayê xebitî. Wê di sala 1993'yan de li rojnameya Ozgur Gundem dest bi xebatê kir û di demek kurt de bû yekem Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya li Tirkiyeyê.

 Gurbetellî Ersoz di pevçûnek ku di 8'ê Cotmeha 1997'an de li Başûrê Kurdistanê derket de jiyana xwe ji dest da. Di 7'ê Cotmehê de wekî "Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd" hat bîranîn û bû sembola rojnamevanên jin ên ku wekî çavkanî tevdigerin. Wê bi helwesta xwe ya wêrek di Çapemeniya Azad de pêşengiya medyaya Kurdî kir.