Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
Serlêdana temyîzê ya ji bo girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, hate redkirin.
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da rojnameger û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî. Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate kirin, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate redkirin.
Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir û got ku serlêdan hatiye redkirin.
Reîsiyan, da zanîn ku serlêdana wan a bi daxwaza jinûvedarizandinê di 25’ê Çileya 2025’an de kiribûn hatiye redkirin û biryar di 5’ê Sibatê de hatiye teblîxkirin. Reîsiyan, diyar kir ku ji bo jinûvedarizandinê dê careke din serî li Dadgeha Bilind bidin û ji bo pêşîlêgirtina cîbicîkirina biryarê jî ew ê daxwaz bikin ku madeya 477’an were esasgirtin.
Daxuyaniya rêxistina mafên mirovan
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) jî têkildarî Pexşan Ezîzî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pexşan Ezîzî bi xetereya darvekirinê rû bi rû ye. Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmood Amiry-Moghaddam, wiha got: “Redkirina serlêdana temyîzê ya Pexşan Ezîzî, nîşan dide ku Komara Îslamê ji bilî darvekirin û zextan tu rêyên din nabîne. Gefa darvekirinê ya li ser Pexşanê cidî ye û tenê bi protestoyên gel û zexta navneteweyî dikare rê li ber were girtin.”