‘Serhildana Jînayê di têkoşîna gelê Îranê de pêngavek e mezin e’

Girtiya Îranî Nergîs Mohammedî ji bo Konferansa Aştiyê ya Nobelê nameyek nivîsand û got ku “Serhildana Jînayê” di têkoşîna gelê Îranê de weke teqîna kuantûmê ye.

Navenda Nûçeyan – Konferansa Aştiyê ya Nobelê roja 5’ê Îlonê li paytexta Norwec Osloyê hat lidarxistin. Zarokên Nergîs Mohammedî  di konferansê de nameya dayika xwe xwendin. Nergîs Mohammedî, di nameya ku ji Girtîgeha Evînê şandibû de behsa serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir dike û serhildanê bi gotinên; “Di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Îranê de weke teqînek” bi nav kir. Nergîs Mohammedî bal kişand ku dê têkoşîna gelê Îranê bidome û got: “Di vê têkoşîna zor û zehmet de me hêza jinan mezin kir.”

‘Jin ji darvekirinê natirsin’

Nergîs Mohammedî behsa pêvajoya cezayê darvekirinê yê li jinan tê birîn jî kir û got ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, gelek jinan bi darvekirinê re rûbirû hiştiye lê jin ji darvekirinê natirsin. Kurê Nêrgiz Muhammedî Alî Rahmanî di merasimê de axivî û got ku Weqfa Nergîs Mohammedî dê di demek nêz de dest bi xebatên xwe bike.

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Norwecê Andreas Mutzfeldt Krafcîk, di konferansê de axivî û diyar kir ku welatê wê ji rewşa mafên mirovan a li Îranê bi taybetî jî ji aliyê jinan û aktivîstên mafên mirovan ve di nava fikarên kûr de ye. Krafcik got: “Aktivîstên weke Nergîs Mohammedî, ji bo hesabpirsîna ji rejîman xwedî roleke girîng in.”

‘Nêrgiz Muhammedî li girtîgehê bi cesaret xebatên xwe didomîne’

Xwediya Xelata Nobelê ya Îranî Şîrîn Ebadî jî di konferansê de axivî û got ku Nêrgiz Muhammedî li girtîgehê bi cesaret xebatên xwe didomîne.

Ebadî di axaftina xwe de behsa xebatên parêzer û aktivîsta mafên mirovan a girtî Nasrin Sotoudeh jî kir û got: “Armanca konferansê ew e ku rewşa paşketina mafên jinan û bandora vê yekê ya li ser aştiyê were nîqaşkirin û got divê ji bo bihêzkirina jinan, li tevahî cîhanê wekheviya zayendî were teşwîqkirin û rêbazên çareseriyê werin pêşkêşkirin. Nêrgiz Muhammedî niha li Girtîgeha Evînê di koxuşa jinan de tê girtin. Zexta li ser aktivîsta mafên mirovan, bi taybetî piştî ku xelata Nobelê girtiye zêdetir bûne.”

Cezayên cur be cur lê hatine birîn

Nergîs Mohammedî 6’ê Cotmeha 2023’yan xelata Nobelê girtibû. Salên derbasbûyî jî ji ber çalakiyên mafên mirovan hat girtin, darizandin û nêzî 6 salan di girtîgehê de ma. Çalakvana mafên mirovan herî dawî di Mijdara 2021'ê de hat girtin û ji dozên cuda 13 yıl 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.