Serdana şandeya Rojava ji bo parêzgarê Silêmaniyê
Îro şandeyeke nûnerên Rojava yên Herêma Başûrê Kurdistanê çû serdana parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebû Bekir û li ofîsa wî bi wî re civiyan.
Silêmanî – Şandeyek ji Rojava ku nûnertiya Başûrê Kurdistanê dike, bi armanca xurtkirina têkiliyên di warên çandî, zanistî û aborî de û pêşxistina asoyên hevkariya hevpar, civîn pêk anîn û wan girîngiya xurtkirina peywendiyan di navbera her du aliyan de ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevpar tekez kir.
Şande ji nûnera Rojava li herêma başûrê Kurdistanê Reyhan Loqo û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star pêk dihat.
Di hevdîtinê de, aliyan li ser rêbazên xurtkirina têkiliyan û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên çandî, zanistî û aborî de nîqaş kirin. Her wiha li ser pêşketinên siyasî yên li Kurdistanê bi giştî û li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî, nêrînên xwe parve kirin.
Şandeyê rola parêzgarê Silêmaniyê di piştgiriya dozên neteweyî de teqdîr kir û tekezî li ser girîngiya pêşxistina danûstandin, hevrêzkirin û têkiliyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar bike.