Sendîkaya Rojnamevanan: Dosyayên dozê ji bo azadiya medyayê gef in
Sendîkaya Rojnamevanên Tehranê zêdebûna giliyên sûc ên li dijî rojnamevanan rexne kir û hişyarî da ku zextên siyasî û civakî yên ku destwerdanê di pêvajoyên dadweriyê de dikin hem serxwebûna dadweriyê têk dibin.
Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Rojnamevanên Tehranê di daxuyaniya tund ku îro, 17’ê Gulanê weşandî de, bertek nîşanî zêdebûna giliyên sûc ên li dijî rojnamevanan da û vê pêvajoyê wek gefek cidî li dijî azadiya medyayê û rêgezên darizandina dadweriyê nirxand.
Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku giliyên sûc ên li dijî rojnamevanan divê ji ber zexta kes û komên ku desthilata wan a qanûnî tune ye lê xwedî bandorek civakî an siyasî ne, neyên vekirin. Li gorî sendîkayê, divê saziyên dadwerî tenê gava ku binpêkirin bi zelalî were îspat kirin, belgekirin û di nav prosedurên qanûnî yên Qanûna Çapemeniyê de tevbigerin.
Ev rêbaz qada medyayaê berbi tirsê ve dibe
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çawa berteka tund a derdor a komekê ewqas bi leza rê li ber wê vedike ku derbarê rojnamevanekê de dozê veke. Di heman demê de di medyayên dijîtal û xewpêşandanên cûda de, hinek kes bêyî tu sînoran, xebatên wek sûcdarkirin, heqaret û reşkirinê dikin û xwe wek parêzbendiya wan hîs dikin. Li gorî Sendîkaya Rojnamevanan, dewama vê rêbazê rasterast ewlehiya karê rojnamevanan qels dike û qada medyayê berbi tirs û oto-sansurê ve dibe.
Hate îfadekirin ku di encama vê yekê de, saziyên medyayê yên fermî û profesyonel têne bêdeng kirin, di heman demê de qadê ji platformên bê kontrol û nefermî yên ku gotinên xwe bi zext û deng ferz dikin vedikin. Di beşek din a daxuyaniyê de, der barê encamên dadwerî yên pêvajoyên wiha de hişyarî hate dayîn. Hate gotin ku biryarên ku di bin zexta neqanûnî de têne girtin, her çend qanûnî xuya bikin jî, dê ji erêkirina exlaqî û pejirandina civakî bêpar bimînin; ev yek dê li cihê ku werin cezakirin, dê bêbaweriya civakî ya li hember dadweriyê zêde bike.
Fikarên derbarê zêdebûna giliyên ceza de
Sendîkaya Rojnamevanan her wiha pêşniyar kir ku di rewşên nerazîbûn an nezelaliyê de di derbarê naveroka medyayê de, berî destpêkirina dozên cezayî, divê ji rojnamevan an ji midurê berpirs daxuyanî were xwestin. Li gorî sendîkayê, ev rêbaz hem rêbazek profesyonel e û hem jî rê li ber dozên nehewce digire ku bibin dadgehê.
Di daxuyaniyê de her wiha fikarên derbarê zêdebûna giliyên cezayî yên li dijî rojnamevanan piştî zextên siyasî, xwepêşandanên kolanan, an zexta rêxistinkirî li ser medyaya civakî anî ziman û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku di nêzîkatiya li hember saziyên medyayê de nehevsengiyek heye.
‘Rojnamevan ne kesê sûcdar e, nûnerên gel in’
Di beşa dawî de tekez kir ku divê dadwerî bi lez mafên rojnamevanan dema rastî heqaret, gef, xwepêşandanên neqanûnî, an êrîşên rêxistinkirî tên bi parêzin. Li gorî sendîkayê, rojnamevan ‘ne kesê sûcdar e, nûnerên gel in.’
Di dawiya daxuyanî de bang hate kirin ku kolan û qadên giştî divê nebin qadên darizandin, an jî nebe qada avakirina zextên vekirina dozan, hate xwestin ku divê hemû pêvajo tenê di çarçoveya qanûnan de û bi mekanîzmayên fermî û dadperwer werin meşandin.