Sempozyûma dîjîtal: Qurbaniyên şer û pevçûnan jin û zarok in

Bandora şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn li ser jinan çêdibin, bi sempozyûmek dîjîtal hat nîqaşkirin. Jinan diyar kirin ku ji bo aştî û ewlehiya jinan pêwîst e bikaranîna çekan bê sînorkirin. Jinan gotin ku ji bo vê yekê jî divê mekanîzma bên peydakirin.

SUSAN EBÛ SEÎD

Beyrut — Di sempozyûma "Ji Globalê Heta Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur: Xurtkirina Pêwendiyên Di Navbera Mekanîzmayên Navnetewî yên Têkildarî Kontrola Çekan û Rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê de” jin li ser bandorên xirab ên ku pevçûn li Xeza, Lubnan, Sûriye û Yemenê dikin, rawestiyan. Jinan got ku di şer û pevçûnan de herî zêde jin êş dikşînin. Jinan her wiha diyar kir ku ji ber sedema biçekbûna bê kontrol, tundî zêde bûye û ev jî bûye tundiya li ser bingeha zayendiya civakî.

Di 23’yê Kanûnê de ji aliyê “Tora Femînîst a Ereb” û “Koma Xebatê ya Jin, Aştî û Ewlehiyê” ve  sempozyûmek dîjîtal hat lidarxistin. Navê sempozyûmê "Ji Globalê Heta Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur: Xurtkirina Pêwendiyên Di Navbera Mekanîzmayên Navnetewî yên Têkildarî Kontrola Çekan û Rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê de” bû. Bi vê sempozyûmê hat xwestin ku jinên li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, der barê xebatên mekanîzmayên navnetewî û rawestandina herikîna çekan û xurtkirina aştiyê de bên agahdarkirin.

‘Pêwîst e em koalîsyonên hevpar ên zayendî ava bikin’

Beşdarên sempozyûmê, li ser peymana bazirganiya çekan û bi taybetî jî berpirsyariyên welatên alîgir ên wek Filistîn û Lubnanê, nîqaşên global meşandin. Her wiha mijarên wek hewldanên ji bo sînorkirina destwerdanên leşkerî yên li welatên rojava û rola mekanîzmayên jîriya çêkirî nirxandin. Nûnera Komeleya Azadî û Aştiya Jinan Gianna Orezio, têkildarî xebat û pêngavên herêmî yên ji bo teşwîqkirina bêçekbûna li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur got ku “Pêwîst e em koalîsyonên hevpar ên zayendî ava bikin û êşên mirovane bikin hedefa xwe.” Gianna her wiha diyar kir ku divê li zanîngehên herêmî û navnetewî, li hember biçekbûn û amûrên leşkerî çalakiyan lidar bixin.

Di sempozyûmê de hat destnîşankirin ku pêwîst e hikûmet van gefên li hember jinan û komên din ên hesas, ji nû ve sererast bikin û ji bo ku di vê qadê de bihîstyariyek çêkin, bi platformên global re hevkarî bikin.

‘Divê jin beşdarî rojeva aştî û ewlehiyê bên kirin’

Rêvebera Komelela Polîtîkaya Cemaweriyê (APP) Maria Pia Devoto, der barê bandorên teknolojiyê û  robotên kujer ên li ser zayendiya civakî de axivî. Maria diyar kir ku pêwîst e bi pêşengiya jinan, ji bo sînorkirina teknolojiyên bi vî rengî pêngavên global xebatê bimeşînin. Maria wiha got: “Em bi welatên ku yasayiya mafên jinan û mafên mirovan binpê dikin re rû bi rû ne. Bi taybetî jî li Arjantînê, li Rojhilata Navîn û li Afrîkayê ev rewş zêdetir dertê pêş. Ji ber ku li van herêman ji bo jinan ewlehî kêm e, divê jin beşdarî rojeva aştî û ewlehiyê bên kirin.” Maria her wiha destnîşan kir ku sala 2025’an ji bo pêkanîna vê rojevê derfetek e.

‘Bi taybetî jî di pevçûnên li Xezayê de ji sedî 70’yê qurbaniyan, jin û zarok in’

Rêvebera Rêxistina Bêçekbûnê Henny Wai Loze, li ser girîngiya teşwîqkirina beşdariya hikûmetan a li Peymana Bazirganiya Çekan (ATT) axivî. Henny diyar kir ku 116 welat bûne aliyên vê peymanê lê Rojhilata Navîn û Afrîka di vê mijarê de têra xwe nayên temsîlkirin. Henna got ku raporên navnetewî yên ku binpêkirinên mafên mirovan ên welatên herêmê nîşan didin, dikare di teşwîqkirina tevlîbûna van hikûmetan a li peymanê de bên bikaranîn. Henny anî ziman ku welatek çekan difroşe derve, divê berpirsyariyê bigre ser xwe ku ev çek di tundiya li hember zayendiya civakî de neyê bikaranîn. Henny ragihand ku bi taybetî jî di pevçûnên li Xezayê de ji sedî 70’yê qurbaniyan, jin û zarok in û divê dewlet vê rewşê li ber çav bigirin. Henny balkişand ser destdirêjiyên komî yên di pevçûnên li Sudanê didomin de û got ku ev jî bi awayekî zelal nîşan dide ku divê transfera çekan bê rawestandin.

‘Bandora amûrên jîriya çêkirî’

Berpirsa Giştî ya Navenda Rêberiya Yasayî û Civakî ya Ji Bo Jinên Filistînî Randa Sinyora, li ser bandora ku pevçûnên li Xezayê li jinan dike û tundiya zayendiya civakî sekinî. Randa jî destnîşan kir ku ji sedî 70’yê qurbaniyên li Xezayê jin û zarok in. Randa anî ziman ku lewma jî girîng e di komîsyonên ji bo astengkirina dayîna çekên ji Îsraîlê re hatine avakirin de cih bigirin. Randa diyar kir ku bi taybetî jî xwepêşandanên bi amûrên li ser jîriya çêkirî hatine amadekirin, dikare di vê têkoşînê de wek amûrek bê bikaranîn.

‘Di platformên navnetewî de nûneriya jinan kêm e’

Endama Komîteya Rêveberiya Tora Ereb a Femînîst Şîrîn Cerdî jî, got ku pêwîst e jin di hevdîtnên ji bo sînorkirina çekan de zêdetir cih bigirin. Şîrîn diyar kir ku di platformên navnetewî de nûneriya jinan kêm e, lê yên ku di pevçûnan de herî zêde bi bandor dibin jî, jin in. Şîrîn anî ziman ku girîng e rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê bi xebatên civakî û global re û saziyên navnetewî re bibe yek.

Sempozyûm, bi çend pêşniyaran bidawî bû.