Sembola berxwedan têkoşîn û aştiyê: Sakîne Arat

Dayika Aştiyê Sakîne Arat, di têkoşîna gelê Kurd de salên dirêj cihê xwe girt, tevî êşên ku kişandin jî heta dawiya jiyana xwe ji bo aştî û edaletê têkoşîna xwe domand.

EKÎN ADA

Navenda Nûçeyan – Li her derê cîhanê, êş û zoriyên ku ji ber şer û pevçûnan çêdibin, zêdetir jin dikşînin, ji ber wê her dem ji bo aştiyê zêdetir jin têdikoşin. Jin ji bo bidawîbûna şer, parastina zarokên xwe û ji nifşên pêşerojê re cîhaneke baştir bihêlin, li parzemînên cuda, bi awayên cuda lê bi heman armancê dengê xwe bilind dikin.

Li Arjantînê ji Dayikên Plaza de Mayo, bigre heta li Tirkiyeyê Dayikên Şemiyê, ji bo pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de bi dawî bibin Dayikên ji bo Aştiyê bi hev re Dimeşin bigre, heta Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê hatiye damezirandin; dayik di her warî de, ji her cihê ku lê ne, ji bo aştiyê têdikoşin. Têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e, ji bo ku di pêşerojê de dayikên din jî heman êşan nekişînin gelek girîng e. Her ku rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de zêde dibe, zêdetir dikarin di nava civakê de çareseriyên mayînde bibînin. Dayik çawa ku ji ber şer barê giran dikeve ser wan, di heman demê de ji bo parastina aştiyê, li cîhanê bûne mînakên hevgirtinê.

‘Dema ku kevir avêtin min hîn bûm ku ez Kurd im’

Sakîne Arat jî yek ji wan dayikên têkoşêr bû, jiyana wê bi têkoşînê derbas bû di şeva 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Sakîne Arat a ku bavê wê piştî serhildana Şêx Seîd surgunê Kutahyayê bûbû, di sala 1934’an de hat cîhanê. Sakîne Arat di axaftineke xwe de diyar dike ku tevî zarok bûye jî dizanibûye ku aydê wan deran nîn e bi gotinên: “Ez zarok bûm, tiştekî nizanibûm, min digot qey ew der welatê min e. Lê ji ber ku li nava malê bi Kurdî li derve bi Tirkî em diaxivîn, dizanibûm ku em mirovên wê derê nîn in. Dema ku bi dapîra xwe ya ku peyvek bi Tirkî nizanibû er li kolanê dimeşiyam û zarokên di temenê min de bi gotinên “kuyruklu Kurd” kevir avêtin, hîn bûm ku ez Kurd im. Ez li dibistanê pir serkeftî bûm û di navbera keçikan de yekem bûm. Min pir xwest bixwînim lê min nexwend” balê dikşîne ser tiştên ku li surgunê jiyaye.

Ji bo zarokên xwe xwedî bike cilan dirût derzî li mirovan da

Sakîne Arat, dema di pola pêncan de ye piştî ku Partiya Demokrat tê ser desthilatdariyê û efû derdikeve, girtîgeh vala dibin, hîn dibe ku ji Amedê ye. Piştî vedigere welatê xwe, ji ber ku hikumetê du gundên bavê wê firotine, nikare debara xwe bike. Di 18 saliya xwe de bi kesek temenê wî jê mezintir re tê zewicandin. Sakîne Arat ji Bismilê dibin Hênê dibe bûka axayek û 10 zarokên wê çêdibin. Du ji wan dema hê bebik in dimrin. Ji bo zarokên xwe bide xwendin bala xwe dibe Amedê. Ji ber ku hevjînê wê mal û hebûna xwe winda kiriye, bi dirûtina cilav û lêdana derziyan 8 zarokên xwe xwedî dike.

Çar kur û keçek wê jiyana xwe ji dest dan

Kurê wê Cemal Arat ê ku xwendekarê zanîngehê, li dijî zexta dewletê xwedî ruhê têkoşer e, bi hevalên xwe re di dema 12’ê Îlonê de tê girtin, bi îşkenceyên giran re rûbûr dimîne û dest bi rojiya mirinê dike. Sakîne Arat ji bo kurê xwe û hevalên wî yên di rojiya mirinê de tu deriyek ku serî lê nade nahêle û di encamê de kurê wê jiyana xwe ji dest dide. Sakîne Arat ji mirina kurê agahdar nîn e, ji bo soz daye Cemal Arat diçe Enqereyê, destpêkê li deriyê meclisê dide dûre jî li navenda ANAP’ê li deriyê Turgut Ozal dide. Ji ber ku tê astengkirin nikare bi Turgut Ozal re hevdîtinê bike, hewl dide bi fermandarê Darbeya 12’ê Îlonê,  Kenan Evren re hevdîtin bike lê roja ku dê hevdîtin bike, agahiya mirina kurê xwe digre. Sakîne Arat, ji bo cenazeyê kurê xwe vedigere welat. Sakîne Arat di axaftinek xwe de diyar dike ku heta vedigere kurê wê tê definkirin, cara dawî wî nabîne û wiha didomîne: “Poşmaniya herî mezin a di jiyana min de ev e. Ger ez neçûma gund, min bi Kenan Evren re hevdîtin bikira, dibe ku rewş cudatir bûya.

Du kurên wê di refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan

Di wê navberê de kurê wê yê din Tacettîn Arat tê girtin. Piştî ku tê berdan beşdarî PKK’ê dibe. Dûre kurê wê yê biçûk Mûrat Arat, nikare tiştên jiyane tehemul bike, ew jî beşdarî têkoşîna azadiyê dibe. Sakîne Arat a ku kurekî wê di qezaya trafîkê de, Cemal, Tacettîn û Mûrad di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest didin, diyar dike ku keça wê Semra Arat a ku mirina wê weke ‘întihar’ tê qeydkirin lê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest daye, bi kurapê xwe re bi zorê hatibû zewicandin.

 Sakîne Arat di hevpeyvînek xwe de wiha behsa keça xwe Semra Arat dike: “Keça min  Semra, ji ber gefên kuştinê neçar ma bi kurapê xwe re bizewice, ji min re gotin ‘an tu yê keça xwe bidî me yan ez ê kurê xwe bi kesek din re bizewicînim lê keça te li ber deriyê dibistanê bikujim.’ Neçar mam serî bitewînim. Dema wê birin 14 salî bû. Piştî salek hîn bûm ku ducanî ye. Keça min a ku ji bo neyê kuştin min bi zorê zewicand, di 17 saliyê de min cenazê wê girt.”

Li ser jiyana wê pirtûk hat nivîsandin

Rojîn Zarg li ser jiyana Sakîne Arat pirtûkek bi navê ‘Emrê Dirêj Bextê Reş’nivîsand. Sakîne Arat tevî êşên ku kişand jî têkoşîna zarokên xwe domand û heta dawî ji bo aştî û edaletê têkoşiya. Sakîne Arat a şeva 12’ê Adara 2025’an jiyana xwe ji dest da, li her derê, di her hevpeyvîn û daxuyaniyê de behsa aştiyê kir. Sakîne Arat tevî êşên giran ên kişandin jî her carê rabû ser xwe û têkoşîna xwe domand, li Tirkiyeyê bû yek ji navê girîng ên têkoşîna ji bo aştiyê. Sakîne Arat temenê xwe di riya aştiyê de derbas kir, her kêliya jiyana xwe ji bo bidawîbûna şer xebitî. Piştî derbeya leşkerî ya 1980, li dijî îşkenceyên li girtîgehan tên kirin bertekên xwe anî ziman. Bi dayikên ku li dijî pêkanîn û îşkenceyên li Girtîgeha Amedê têdikoşiyan re bû. Ji bo pevçûn bi dawî bibin û aştî çêbibe, cihê xwe di nava Dayikên Aştiyê de girt.

‘Ji sala 79’an heta 84’an ez li ber deriyê girtîgehan bûm’

Sakîne Arat, di 27’ê Nîsana 2011’an de bû mêvana rûmetê ya bernameya Karwanê Hilbijartinê ya rojnameger Tayfun Talîpoglu, hevokên wê pênaseya têkoşîna ku domandibû dikirin. Sakîne Arat di bernameyê de bal kişandibû ser jiyana li surgunê û wiha gotibû: “Ji ber ku zimanê me yê dayikê Kurdî bû hemû mafên me ji dest me hatibûn girtin. Em Kurd in, mafê me heye em bi Kurdî biaxivin lê nehiştin. Bi 12’ê Îlonê re jiyana me tarîtir bû, zarokên me ji me dûr ketin. Ez ji sala 79’an heta  84’an li ber deriyên girtîgehan bûm. Di sala 84’an de cenazeyê kurê min ji girtîgehê derket. Êşa di dilê min de li aliyekî, heqareta ku van mirovan dîtin li aliyekî. Ji ber em Kurd bûn heqaret li me kirin. Gelo wiha dibe, Xweda vê qebûl dike?”

‘Min soz da kurê xwe ez nagirîm’

Sakîne Arat di bernameyê de behsa zarokên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane kiribû û wiha domandibû:

“Kurekî min li girtîgehê, du kurên min jî li çiyayan jiyana xwe ji dest dan. Min tenê cenazeyê ji girtîgehê girt. Ên li çiya min cenazeyên wan negirt. Ez dayik im, bi şev û roj dilê min dişewite. Min agahiya mirina zarokên xwe yên li çiyayan girt lê hê jî hêviya min heye dibêjim gelo dibe ku derî lê bikeve werin. Her dem çavên min li rê, li benda wan in. Jixwe min cenazeyê yê di girtîgehê de jî nedît. Heta ji Enqereyê hatim wî defin kiribûn. Hûn nizanim ev yek ji bo dayikek çiqas zor e. Min soz dabû kurê xwe, gotibû ez ê negirîm. Ez nagirîm, dilê min bişewite, perçe perçe jî bibe ez nagirîm lê ez dizanim êşa dayikên ku zarokên wan dimrin çiqas zor e.”

‘Tevî hemû êşan jî em dayik tenê aştiyê dixwazin’

Dema ku cenazeyê gerîlayek tê, dilê min perçe dibe, dema yê leşkerek jî tê wisa. Ew hemû zarokên vê axê ne. Em hemû xwişk û bira ne lê vî mafê ji dest me digrin. Li cihê ku mafê me ye em bi hev re bijîn, ji dest me hatiye girtin. Êdî mirov nikare van êşan tehemul bike. Ez carna ji xwe dipirsim gelo çawa dikarim van êşan tehemul bikim. Hûn dizanin ez çawa van êşan debar dikim? Ez her dem dua dikim, hêzê ji Xweda dixwazim. Vê êşê min tenê nekişandiye gelek kes weke min in. Tevî van êşan jî, em dibêjin bila Kurd û Tirk bi hev re bijîn, di nava aştiyê de bin.”

‘Ez ê tu carî kesên ku kurê min Cemal xistin wî rewşê efû nekim’

Sakîne Arat, di civîneke din a ku behsa girtîgehan dihat kirin de jî bi van gotinên xwe di bîra mirovan de ma:

“Kesên rêveberên hikumetê dibêjin em efûyê derxin, hûn jê kê re efûyê derdixin? Kesên ku îşkence kirin, wan zaliman bigrin, bînin qadan, bidarizînin. Hûn ji ber kîjan sûcên me efûyê derdixin? Ez 76 salî me, vê zulam ku ji 30 saliya xwe ve dibînim hê jî didome. Ez hêna jî wê zulmê dibînim, bi ruh, beden, aqil û fikrên xwe bi şev û roj di bin êşkenceyê de me. Kurê min ji birçîna li ber çavên min mir. Dema çûm hevdîtinê çavên wî nedidîtin, guhên wî nedibihîstin. Kurê min Cemal ji min re got; ‘Dayê tu yê negirî, dilopek rondik nebarînî, dê tu kes nikaribe bibêje me dayika Cemal da girîng.’ Min soz dayê, ez negiriyam û ez ê negirîm lê kesên ku wî anîn vê rewşê ez ê tu carî wan efû nekim.”

‘Serokwezîr gelek soz dan lê yek ji wan jî bi cih neanî’

Sakîne Arat di hevpeyvnînên xwe de diyar kiribû ku beriya 13 salan, ji bo îşkenceyê li girtîgehan bi dawî bibin û girtiyên siyasî serbest werin berdan, xwestiye bi rayedarên dewletê re hevdîtin bike û wiha domandibû: “Gelek caran çûm ji bo bi serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikim lê qebûl nekir. Dûre ez çûm Serfermandariya Giştî, wan jî ji ber derî min vegerandin. Ji ber ku min got bila efûya giştî çêbibe, kes nemire der barê min de doz vekirin û 3 meh ceza dan min. Serokwezîr gelek sozan da lê yekê jî bi cih neanî. Ez bawer nakim êdî sozên ku bide bi cih bîne. Êdî baweriya min bi serokwezîrek ku sozên xwe bi cih nayne nemaye. Em bêmaf nîn in, em rastî bêmafiyê hatine. Li me bêmafiyê dikin, ceza didin e, şaredarên me davêjin girtîgehan, parlamenterên me ji peywirê digrin. Ji bo dawî li şer û kuştinê were em dayik ji mirinê re jî amade ne. Tiştek em winda bikin nemaye. Canê min bila qurbana welat û ciwanan bibe. Jixwe em ê rojek bimrin. Zarokên me terorîst nîn in, tenê xwe diparêzin. Bila serokwezîr dest ji operasyonan berde, ji bo aştiyê soz bide lê sozekî ku bi cih bîne.”