Sembol û pêşenga jinên Kurd: Adîle Xanim
Adîle Xanim a ku li Rojhilatê Kurdistanê bi nav û deng e û bi rol û rista xwe ya di warên civakî, siyasî û aborî de tê nasîn; li bajarê Sineyê bi beşdariya lêkolîner û aktivîstan di roja 14’ê Mijdarê de hat bibîranîn.
Sine – Adîle Xanim, yek ji jinên Kurdistanê ku tê nasîn e. Di qadên civakî, siyasî û aborî de rolên girîng lîstiye. Di dîrokê de di gelek şeran de bûye lîder.
14’ê Mijdarê roja Înê, bi rêveberiya Hasan Goran û hevkariya Komeleya Ala ji bo bibîranîna Adîle Xanim merasîmek hat lidarxsitin. Di merasîmê de jinên rewşenbîr ên bajarê Sineyê amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanan li salona çandê ya şaredariyê hat lidarxistin.
‘Gelek jinên navê wan nayên zanîn hene’
Erkdar û hîndekara zanîngehê û lêkolînera wêjeya Kurd û Fars Selma Saadî der barê Adîle Xanim de axivî û wiha got: “Du faktorên ku jinên wiha bi bandor derbixin holê hene, awayê xwegihandin û îradeyê. Li Kurdistanê û vî bajarî gelek jinên ku navê wan neyên zanîn hene. Mînak Şerîfe Boban. Wê
‘Bila bi rêzdarî bên bibîranîn’
Selma Saadî behsa Hatîce Hikmetmenş, jina yekem a ku di dibistanên taybet ên bajar de bi dilxwazî erk girtiye kir û got: “Di salên dawî de jin, li dijî hêzên tarî, dewletên zextkar û fikrên paşverû sekinîn, ji bo welatê xwe ji talanê rizgar bikin, dev ji hemû xeyalên xwe û heta canê xwe berdan. Bila bîranîna wan bi rêzdarî bê zindîkirin.”
‘Kesayetek wisa ye ku der barê wê gelek kêm tişt hatine gotin’
Nivîskar û xwediyê Weşanxaneya Goran û amadekarê merasîmê Hasan Goran wiha got: “Tiştên ku îro em xwedî ne, em hemû deyndarên kesên ku canê xwe ji bo welatê xwe feda kirine ne. Wêje, huner, muzîk û hemû tişt berhemên fedakariya şehîdan in.”
Hasan Goran ku li Helebce û Şarezûrê li ser Adîle Xanim gelek lêkolîn kirine wiha got: “Dema min zêdetir der barê wê de lêkolîn kir, min portreyek cuda dît. Kesayetek ku der barê wê de gelek kêm hatiye axaftin e.”
‘Jinek pêşeng bû’
Dîroknas, lêkolîner û erkdarê hîndekariya zanîngehê Baqer Pîrî wiha got: “Di sala 1850’an de, piştî li herêma Şarezûr a Silêmanî Qesra Baban hat hilweşandin, piraniya malbata Baban belavî herêmên cuda yên Kurdistanê bûn. Malbata Sahipqeran ku malbata Adîle Xanime yek ji van bûn û koçî Sineyê kirin. Adîle Xanim di sala 1859’an de li Sineyê ji dayîk bû, li wir mezin bû ji wêje, dîrok û çanda bajar bi bandor bû. Civaka Kurdistanê her çendî weke civakek mêrê serdest were zanîn jî jinên weke Adîle Xanim ji mêran paşve nemane, heta pêşketîtir bûn.”
Di destpêka sedsalan de, Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistan di bin bandora jiyana koçberiyê de bû, di demek ku hêz bi hesp û çekê dihat diyarkirin de. Adîle Xanim bi hewldanên xwe deket pêş. Li hevnekirinên di nava malbatê de çareser dikir, di qada civakî de, hemû esnaf û zanatkarên Sineyê dianîn ba hev û li Helebceyê bazarek ava kir. Hewldanên wê sûd dan ku Helebce bi demê re fireh bibe û bibe bajar. Hem di mezinkirina zarokên xwe de hem jî di pêşketina herêmê de roleke girîng lîst.
Di sala 1909’an de piştî mirina Osman Paşa, Adîle Xanim ket qada siyasetê. Wê demê demek ku Şeyh Melîk Silêmaniyê bi rê ve dibir, Îngîltere li Rojhilata Navîn xwedî rola sereke bû, Îran û Osmaniyan hewl didan li ser Kurdistanê nifûsê ava bikin. Di wê pêvajoyê de Adîle Xanim têkildarî têkiliya di navbera Îran û Îngîltereyê de bû xwedî gotin. Adîle Xanim weke kesayetek herî mezin a malbata Caf, tenê avakirina aştiyê, ji bo astengkirina şer û pevçûnan têkiliyên siyasî dida meşandin.
‘Adîle Xanim li herêmê hevsengiyek ava kir’
Baqer Pîrî wiha domand: “Di dema şerê cîhanê yê yekem de, Îran di bin hakîmiyeta Îngilîz û Rûsan de bû, di demek ku dijminên Kurdan gelek bûn de, Adîle Xanim, bi saya tedbîrên xwe, li herêmê hevsengiyek ava kir. Bi vê sayê tenê herêm, bi taybetî eşîra Caf ji şer û rageşiyê dûr nehat xistin, di heman demê de pêvajoya pêşketinê jî berdewam kir.”