‘Sekna Pexşan û Şerîfe helwesta tevegera azadiya jinan e’
Li Îranê cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammedî hat birîn. Gelo li Îranê çi diqewime? Çima ceza zêde dibin? Çima bêdengiya navnetewî didome? Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bersiv da pirsên me.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Dewleta Îranê bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re dayîna cezayê darvekirinê li pey hev li kesên ku muxalefetê dikin û bi taybetî der barê welatiyên Kurd de berdewam dike. Cezayê darvekirinê di nava bêdengiya hemû cîhanê de yek bi yek tên înfazkirin, herî dawî cezayê darvekirinê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammed hat birîn.
Li welat serokkomarê nû Mesud Pezeşkiyan polîtîkayên tundî, zext û darvekirinê yên ku ji Îbrahîm Reisî girtî, bi biryarên darvekirinê, tê dîtin ku bi biryar e polîtîkayên ku hemû civakê ber bi tarîtiyê ve dibe û hewl dide bixe bin zextê berdewam bike. Li welat bi taybetî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, daxwazên jinan ên azadiyê bi girtin, îşkence, zext, xespkirina mafan bersiv dide.
Hat girtin û îşkence dît
Pexşan Ezîzî ku li Îranê hat girtin, rojnamevan, pispora xizmetên civakê û di heman demê de parêzvana mafên jinan bû. Ji aliyê şaxa 26’emîn a Dadageha Şoreşê ya Tahranê ku di bin serokatiya dadger Îman Afsharî de bi îdiaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketine nava komên serhildanê’ cezayê darvekirinê hat dayîn. Piştî ragihandina ceza, hevdîtina parêzer û malbatan a bi Pexşan Ezîzî re hat qedexekirin. Pexşan Ezîzî ji aliyê Hêzên Îstixbarata Îranê ve di 4’ê Tebaxa 2023’an de li bajarokê Harazî yê Tahranê hatibû binçavkirin. Aktivîsta ku 4 mehan di bin çavan de hat girtin, di îşkenceyên giran re derbas bû. Di dema girtî de, ji mafê darizandina adil bê par ma. Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî prostestoyên li Tahranê li dijî darvekirina xwendevanên Kurd bûye, di 16’ê Mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan girtî ma, di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon tumen hat berdan. Lê belê tu dem dest ji têkoşîna xwe berneda. Piştî tehliyeya xwe, ji bo lêkolînkirina jiyana jinan a li Kurdistanê xebat da meşandin. Pexşan Ezîzî herî dawî li girtîgeha Evînê ku lê tê girtin di nameya ku ji raya giştî re nivîsî de îşkenceyên ku dîtine anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kir.
Di sala 2023’yan de gihîşt lûtkeyê
Li Îranê bi taybetî di demên ku çalakiyên girseyê zêde bûn de heta niha, cezayên darvekirinê zêde bûne. Tê nîşandan ku her sala derbas dibe zêdetir dibe. Li gorî rapora ji aliyê bi hevre li dijî cezayê darvekirinê ku navenda wê Parîs (ECPM) û ya Mafên mirovan a Îranê ya navenda wê Norveç (IHR) hat amadekirin; dewleta Îranê di sala 2023’an de herî kêm 834 kes ni darve kirine. Ev hejmar tê îfadekirin ku li welat cezayê darvekirinê gihîştiye lûtkeyê û ji sala 2015’an heta niha hejmara herî zêde ye. Li gorî sala 2022’an tê wateya zêdebûna ji sedî 43. Li Îranê di sala 2015’an de 972 kes hatibûn darvekirin. Dane tên wateya ku li welat di nava 20 salên dawî de ev cara duyem e di nava salekê de zêdeyî 800 kes hatibin înfazkirin.
Jin bi darvekirinê tên cezakirin
Di heman demê de rapor di aliyê jinan de rastiyek cuda derdixe holê. Di sala 2023’an de herî kêm 22 jin ji aliyê rêveberiya Tahranê ve hatin darvekirin. Ev ji bo jinan tê wateya hejmara herî zêde û helbet der barê asta îtîrazên jinan de nîşane dide. Rêxsitinên mafên mirovan û analîst her çendî nêrinên ku ji bo tirsê bidin avakirin, Jîna Emînî qetil kirine bidin jî rewşek ku berovajî tê jiyîn li holê ye. Lê belê dewleta Îran dest ji bikaranîna vê rêbazê bernade. Di heman demê de behskirina li dijî van komkujiyan seknek bi hêz zehmet e.
Belucî di hedefê de ne
Ji derveyî Kurdan, bi taybetî kêmarên li welat Belucî jî di hedefê de ne. Tê îfadekirin ku Belucî koma herî zêde ku bi sûcên têkiliya wan bi ‘madeyên hişbir re heye’ tên darvekirin de cih digrin. Piraniya van sûcan, rastiyê nîşan nadin û wek hincet tên pêşkêşkirin yek ji sûcên ku di darizandinan de tên sûcdarkirin ‘madeyên hişber in.’ Civaka Beluc ji sedî 5’ê nifusa Îranê pêk tê. Darvekirinên di sala 2023’an de ji sedî 20’ê wê ji Belucan pêk tê. Divê were bibîrxistin ku Beluc di dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de yek ji beşên ku hê jî têkoşînê dide meşandin e.
Ji pirsgirêka Kurd ne cuda ye
Kurdên ku bi îdiya endamtî, piştgiriya li ser navê Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK), dixebitin tên darizandin, ji mafê darizandina adil bê par in, cezayê darvekirinê li wan tên birîn. Cezayê darvekirinê di heman demê de agirek din gur dike. Darvekirin, girtin, îşkenceya li ser girtiyên siyasî yên Kurd û zêdebûna van di van salên dawî de dişibe yên li Tirkiyeyê.
‘Polîtîkayên zextê jî cezayên darvekirinê jî nû nîn in’
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi salan e hewl dide li dijî darvekirina mirovan li Îranê raya giştî çêbike. Komeleyê herî dawî li pêşiya sefaretxaneya Îranê ji bo rawestandina cezayên darvekirinê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Komeleyê diyar kir ku ji bo asengkirina cezayê darvekirinê di heman demê de divê dewleta Tirk jî kanalên dîplomatîk bi kar bîne û bang li dewleta Îranê kir.
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî ku li ser mijarê ji ajansa me re nirxandin kir bi gotinên; “Mijara darvekirinê li Îranê nû nîn e” got ku ji roja komeleya wan hatiye avakirin ve heta niha, li dijî darvekirinê xebatan dimeşîne û got: “Çalakiyên ji bo hişyarkirina dewleta Îranê û paşvekişandina van cezayan hatin lidarxistin. Daxuyanî li pêşiya avahiya sefaretxaneyê hatin dayîn. Bang li mekanîzmayên navneteweyî hat kirin ku di vê mijarê de peywira xwe bi cih bînin lê li Îranê darvekirin ranewestiyan.” Gulseren Yolerî, bal kişand ku li Îranê ji ber rêbazên rejîmeke zextkar û otorîter, li dijî jinan cudakariya zayendî berdewam dike.
‘Her ku bandora tevgera jinan zêde bû zext jî zêde bû’
Gulseren Yolerî li ser serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin jî diyar kir ku serhildana bi dirûşma jin jiyan azadî dest pê kirin, bûn xala bilindbûna têkoşîna azadiya jinan û got ku van çalakiyan li hemû cîhanê belav bûne. Gulseren Yolerî bal kişand ku jinên di wan çalakiyan de rastî zextan hatine, di heman demê de bûne parçeyek vê tevgerê û diyar kir ku jinan bi biryardarî û cesaret Îranê şermezar kirine.
‘Bi qasî 4 hezar jin hatin girtin’
Gulseren Yolerî da zanîn ku daxuyanî û dane nîşan didin ku zext çiqas zêde bûne û wiha domand: “Li gorî daxuyaniyên ku tên dayîn, ji dema ku çalakiyan dest pê kirine, di salekê de nêzî 4 hezar jin, ji ber ku tevli çalakiyan bûn hatin girtin. 270 jin hatin qetilkirin. Gelek jin hatin darvekirin. Di vê pêvajoya ku berdewam dike de, zext didomin. Em vê di lîstina sporên navneteweyî de bi derketina qadê ya sporvanên sergirtî û li cihên cuda d. i daxuyaniyên akademîsyenan de dibînin. Li gelek deran jî em dibînin ku tevgereke vê çalakiyê mezin dike, bi pêş dixe û li raya giştî ya navneteweyî dide bihîstin didome.”
‘Tirkiye jî xwedî heman polîtîkayan e’
Li ser bêdengiya Tirkiyeyê li ji vê mijarê re jî Gulseren Yolerî got: “Tirkiye çima di vê mijarê de bêdeng e lewre jixwe Tirkiye jî di warê polîtîkayên jinan de xwedî nêzîkahiyeke cudakariya zayendî ye. Di warê maf û azadiyê de jixwe mafên makezagonî jî nas nake, di warê azadiya îfadeyê de, kombûnê de bi taybetî li dijî tevgera jinan bi her awayî polîtîkayên zext û şîdetê pêk tîne. Em vê yekê di roja 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de dibînin. Xwedî nêrîna azadiyê nîn in û wisa nêz nabin. Gulseren Yolerî diyar kir ku ji ber vê yekê Tirkiye li dijî darvekirin û zextên li ser jinan dengê xwe dernaxe lewre ew jî xwedî heman polîtîkayan e.
‘Bertekeke navneteweyî zehmet e’
Gulseren Yolerî di warê bêdengiya navneteweyî de jî wiha dibêje:
“Di vê mijarê de bertekên navneteweyî jî kêm in lê di vê pêvajoyê de Îran ji ji Komîsyona Statuya Jinan hat derxistin. Ev biryar ji aliyê Konseya Civakî û Aborî ya NY’ê ve hat girtin. Dema ku ev biryar hat girtin, di dengdayînê de nîvî welatan dengê erê dan û gotin bila jê were derxistin lê nîvî din bêdeng man. Ev heta tu bibêjî rewşeke girîng e lewre NY hebûna xwe li ser azadî û aştiyê pênase dike lê di mijareke wiha bingehîn de ango di mijara darvekirin û zextên li ser jinan de, nîvê van welatên endam ji ber ku bêdeng man, tiştên tên jiyîn erê kirin. Em dikarin bibêjin ku helwesteke ku bi hebûna wan re bi nakok e girtine. Di navbera van welatan de Rûsya, Çîn, DYA hene. Rûsya bi Tirkiyeyê re di pêşbaziyê de ye, di warê mafên mirovan de Çîn heta tu bibêjî xwedî pêşerojeke xirab e. Ji ber ku ev welat dikarin çiqas bertek nîşan bidin li dijî tiştên li Îranê diqewimin. Ew bi xwe heman binpêkirina dikin ji ber wê mirov nikare ji wan dewletan bertekeke mezin hêvî bike.”
Çalakî berdewam dikin
Gulseren Yolerî bal kişand ku li hemû cîhanê pergaleke serdest a mêr heye û wiha domand: “Di warê têkoşîna jinan de çiqas demokratîk bin jî divê mirov bibêje ku bi tirs tev digerin. Di qada navneteweyî de dibe ku ya herî girîng were dîtin an jî bala mirov dikşîne, 12 welatên ku di navbera wan de Zelandaya Nû, Kanada, Avusturalya, Fransa, Almanya hene, wezîrên karên derve yên jin belavokek weşandin. Di vê belavokê de hat xwestin ku li Îranê mafên jinan werin nasîn, azadiya îfadeyê çêbibe û hat gotin ku bi wan re di nava hevgirtinê de ne. Di asta navneteweyî de mirov dikare vê pêşketinê baş bibîne. Ji derveyî vê hem li Îranê hem jî li derveyî Îranê, em dibînin ku sporvan, sînemager, akademîsyen, rojnameger û gelek jinên Îranî çalakiyan didomînin.”
‘Jinên Îranê dest ji têkoşînê bernadin’
Gulseren Yolerî, herî dawî xwest ku dest ji biryarên darvekirinê were berdan, bal kişand ser nameyên du jinan û wiha bi dawî kir: “Di nameyên xwe de gotine ku li cihê jiyana bêrûmet wan mirinê dane ber çavên xwe. Ev nêzîkahiyeke gelek girîng e, bûye felsefeya tevgera azadiya jinan. Divê were gotin ku dê jinên Îranî vê têkoşînê bidomînin û dest jê bernedin.”