Sekinandina alîkariya ji bo Yemenê ewlehiya jinan kir xeterê

Rîm El Adimî ku berpirsyara saziyek sivîl a li Yemenê ye, destnîşan kir ku li welêt jin bê ewle dijîn, Emrîkayê alîkariya ji bo xelkê Yemenê ji nişka ve sekinandiye, ev jî ewlehî û tenduristiya bi milyonan kesan dike xeterê.

RANYA EBDULLAH

Yemen – Çîrokên ku me li yek ji cihên bi ewle yên li gundewarê Taiza li başûrê rojavayê Yemenê dîtin, sosret in. Ev çîrok, asta êşa ku jinan kişandiye û hê jî dikşînin nîşan didin. Lê domandina van cihên bi ewle, bi taybetî li gundewarê Yemenê hewldanên mezin dixwazin.

Bê cih û mal man

Fatimê Mihemed jineke ji gundê derdora Adîme ye, koçî bajarê El-Turbê li başûrê rojavayê Yemenê kiriye. Fatimê wiha dibêje: "Piştî ku mala min di şer de wêran bû, ez û zarokên xwe bê mal man. Ji sala 2016'an ve mala me hatiye wêrankirin û em koçî bajarê El-Turbê bûne. Ji ber buhabûna malan û ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş bû, bi zarokên xwe re neçar mam di axurek kevin de bijîm. Ev axur ji bo pez û dewaran dihat bikaranîn. Min axûra sewalan paqij kir û min hewl da ku ew ji bo min û zarokên min bibe stargehek."

Cihek bi ewle ji xwe re dît

Fatimê Mihemed ji bo jinên ku ji tundiyê rizgar bûne cihekî bi ewle dît ku niha li navçeya Shamayatayn a bajarê El-Turbê ye û ji hêla Navenda Rêbernameya Medyayê ya Yemenê ji bo Pêşveçûnê ve tê birêvebirin. Fatimê Mihemed wiha axivî: "Min dest bi axaftina bi psîkologek re kir û pirsgirêkên xwe jê re vegot. Min perwerde, rehabîlîtasyon û piştgiriya psîkolojîk wergirt û wê demê hinek derûniya min baştir bû."

Ji sedî 80’yê jinan barê malbatê hildigrin

Li gor rapora Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2024'an, 4 milyon û nîv kes li Yemenê ji cih û warên xwe bûne. Nêzî ji sedî 80’yê ji wan jin û zarok in û jin debara debara malbatên ku ji cih û warên xwe bûne, dikin.

‘Xwestin keça min a 12 salî birevînin’

Suad Nasir ku navê wê yê ne rast e û xwest ku neyê aşkerakirin, çîrokek bi êştir vegot. Çîroka Suad Nasir dema ku keça wê ya 12 salî diçû serşokê li quncikê hewşa malê rastî hewldanek revandinê hat, dest pê kir. Ev bûyer bandorek li ser derûniya Suad û keça wê kir. Suad Nasir wiha qala çîroka xwe dike: "Ji ber şer, ez û zarokên xwe li mala bavê xwe sitar bûn. Lê xanî bêpar e. Kesek ku em nizanin kî ye, hewl da ku keça min birevîne û bi deng û lêgerîna me wî nikarî keça min birevîne. Piştî vê bûyerê keça min di şokê de bû, lê ez bêtir şok bûm. Min biryar da ku ji vir derkevim. Hinek hevalên min şîret li min kirin ku herim deverek bi ewle yê nêzî gundê xwe. Me li wir seansên piştgiriya psîkolojîk wergirtin û me şoka bûyerê hinekî derbas kir."

Cihê bi ewle ji jinan re dibû stargeh

Rîm El-Adîmî, Serpereşta cihê bi ewle yê ji bo jinan a li Navenda Rêbernameya Medyayê ya Yemenê ji bo Geşedanê ye. Rîm El-Adîmî jî dibêje ku "Ev cih xizmetên cûrbicûr pêşkêş dike. Di nav de rûniştinên piştgiriya psîkososyal a takekesî û komî, alîkariya hiqûqî, rûniştinên hişyariyê li ser parastina jin û zarokan, alîkariya awarte û bername û destwerdanên din ên ku ji jin û keçên ku ji tundiyê rizgar bûne û ji ber şer koçber bûne re, xizmetê dikin. Navendê xizmetên xwe ji 250 jinan re pêşkêş dikir, lê niha hejmara wan piştî biryara rawestandina alîkariyên mirovî yên ji derve tê, kêm bûne."

7 milyon kes hewceyî destekê ne

Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, li Yemenê nêzî 7 milyon kes hewceyê dermankirin û piştgiriya tenduristiya derûnî ne, lê tenê 120 hezar bi berdewamî dighên van xizmetan. Bandora kombûyî ya şer û bêpariyê bandorek girîng li ser tenduristiya derûnî ya Yemeniyan dike. Bi taybetî bandorê li ser jinan û jinên ciwan dike.

Sekinandina alîkariyên mirovî jiyana wan dike xeterê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku Emrîkayê ji nişka ve alîkariya biyanî sekinandiye. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku ev yek, tenduristî û mafên bi milyonan mirovên li Yemenê yên ku xwe dispêrin alîkariya mirovî, dike xeterê.