Sehar Mehdî li Seqizê hate girtin

Çavkaniyên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku Sehar Mehdî li Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin, ev kiryar bêyî fermana dadwerî pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku hatine belav kirin hêzên îstîxbaratê yên li bajarê Seqizê di 17’ê Nîsanê de jina bi navê Sehar Mehdî ya 32 salî, girtine. Dema hêzên ewlehiyê li ser mala malbata wê de digrin Sehar jî desteser dikin.

Li gor agahiyên çavkaniyan hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina nasname an fermanan êrîşî mala wan kirine û piştî girtina wê ew birine cihekî nenas. Heta niha, derbarê cih û rewşa wê de ti agahiyên rast ne hatine destxistin.

Çavkaniyek nêzîkî malbata Sehar Mehdî ragihand ku dezgehên hikûmetê wê bi "sîxuriyê" tawanbar kirine û dadgerî fermana girtina du mehan li dijî wê derxistiye.

Li gorî van raporan, hêzên ewlehiyê Sehar Mehdî bi çalakiyên siyasî yên têkildarî birayê wê, endamê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), tawanbar kirine û girtina wê li ser bingeha vê têkiliya malbatî hatiye rewakirin.

Di vê navberê de, gelek rapor nîşan didin ku girtin zêde bûne, hem berî şer û di dema pevçûnan de û hem jî di bin agirbesta heyî de. Jin û heta zarokên temenbiçûk jî ji vê pêla girtinan bêpar nemane. Ev rewş fikarên cidî li ser binpêkirinên mafên bingehîn yên welatiyan û bi taybetî yên kesên herê lawaz derdixe holê.