Sebahat Tuncel: Divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin

Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a di hevdîtina bi jinan re axivî û got: “Qeyûm êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê, xeta me ya azadîxwaziya jinê hatiye kirine. Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi tevlibûna siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel li Mêrsînê “Hevdîtina bi jinan re” pêk anî. Beriya aktîvîteyê Dayikên Şemiyê û nûnerên partiyê di ketina bajêr de Sebahat Tûncel bi kûlîlkan pêşwazî kirin. Li ber Rêxistina DEM Partî ya Mêrsînê ku hevdîtin li wir pêk hat gelek jinan Sebahat Tûncel bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partî ya Mêrsînê Perîhan Koca û nûnerên saziyên jinan û gelek jin tev li hevdîtina bi jinan re bûn. Di hevdîtinê de polîtîkayên qeyûman, pirsgirêkên rojane yên jinan û piratîka têkoşînê ya li dijî êrişên jinan hate axaftin.

‘Berxwedanek mezin tê kirin’ 

Parlamenter Perîhan Koca di hevdîtinê de axivî û diyarkir ku ji mehekê zêdetir e li dijî xespa vînê têkoşînek tê meşandin û wiha got: “Em ji 3’yê hezîranê ve bi gotinên em nahêlin îradeya me were desteserkirin, şaredarî yên me ne di kolanan de ne. Em têkoşînê mezin dikin û li kolanan xwedî li îradeya gel li îradeya xwe derdikevin. Meşa li Wanê bi biryardariyeke mezin a Dayikên Aştiyê, hevrêyên me û gelê me tê meşandin. Li her dera welat li dijî pêla 3’yemîn a qeyûman berxwedaneke mezin tê kirin.”

‘Jin bi bandor dibin’

Sebahat Tûncel a piştî Perîhan Koca axivî, bandora polîtîkayên qeyûm a li jiyana jinan vegot. Sebahat Tûncel, îşaret bi wê yekê kir ku hinceta ewil a tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê ye û wiha got: “Hevserokatî, ji holêrakirina siyaseta mêrsalarî, destwergirtina jinûve ya di çarçoveya wekheviya jin û mêran e, tevlibûna jinê ya li mekanîzmayên biryardarî û bicihanînê, hebûna jinê ya li her qada jiyanê û temsiliyeta wekhev e. Ji ber vê yekê ewilî êrişî hevserokatiyê kirin.” 

Sebahat Tûncel, diyar kir ku hevserokatî ji bo jinan destkeftiyeke mezin e û destnîşan kir ku divê herî kêm weke xwedîderketina qanûna bi hejmara 6284’an xwedî li hevserokatiyê bê derketin û bersiva êrişan bê dayîn û ev tişt got:

“Hevserokatî tenê ne destkeftiya jinên kurd e. Çima dema hevserokatiyê li navendê pêk tînin nabe pirsgirêk dema em di rêveberiyên herêmî de têxin meriyetê dibe pirsgirêk? Ji ber ku divê mirov xizmetê jî li gorî vê yekê bike. Ev tê wê wateyê ku herkesên li bajaran dijîn ji şaredariyan xizmeta wekhev digirin. Hevserokatî armanc dike ku van bajaran bike bajarên ku jin bikarin lê bêhnê bistînin. Rejîma qeyûm van hemû destkeftiyên jinan ji destê wan digire. Dema qeyûm cara ewil hat 43 saziyên me yên jinan hatin girtin, tenê nehatin girtin, mêr tayînî van hemû saziyan hatin kirin, sazî ji derveyî armanca wan hate bikaranîn.” Sebahat Tûncel, anî ziman ku qeyûm êrişeke bîrdozî ku li dijî xeta azadîxwaziya jinê hatiye kirine û li dijî van êrişan banga têkoşînê hate kirin.