Sê pêşengên têkoşîna azadiyê li Qamişlo hatin bibîr anîn
Sê jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 13’yemîn salvegera xwe de li Qamişlo hatin bibîr anîn.
Qamişlo – Kongra Star li bajarê Qamişloyê bi boneya salvegera 13’emîn a şahadeya pêşengên têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, semînerek lidar xist. Semîner li navenda Kongra Star a li taxa Enteriyê ya Qamişlo hat lidar xistin. Endamên komunê û nûnerên rêxistin û saziyên jinan beşdar bûn.
Endama Kongra Star Îbtîsam Hisên di semînerê de axivî, bal kişand têkoşîna Sakîne Cansiz a li Dêrsimê dest pê kir, rola wê ya pêşeng di rizgarî û rêxistinkirina jinan de bi bîr xist û diyar kir ku şehadeta sê şoreşgerên jin bandorek kûr li ser gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo azadiyê hiştiye.
Îbtîsam Hisên, destnîşan kir ku jin îro di siyaset, dadwerî, parastin, perwerde û çapemeniyê de roleke diyarker dilîzin û got ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî hêza birêvebirina pêvajoyê ne.
Semîner bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.