Sê jinên Yemenê wezaretên girîng girtin

Jinên Yemenê, di encama têkoşîna demdirêj a ji bo gihîştina mekanîzmayên biryargirtinê de, sê jin tayînî wezaretan kirin, lê belê ev rêje hê jî di bin rêjeya kotaya ji sedî 30 ya ku saziyên navneteweyî pêşniyar kirine de ne.

RANIA ABDULLAH
Yemen –
Li gorî encamên Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Yemenê, ji bo bi hêzkirina tayînkirina wezîran û di pozîsyonên biryargirtinê de herî kêm kotaya ji sedî 30 divê bê veqetandin.
Di salên borî de, nûnertiya jinên Yemenê di hikûmetên li pey hev hatin avakirin de dihatin dûrxistin. Di rêveberiya başûrê Yemenê ku di qada navneteweyî de dihat naskirin de, nûnertiya jinan hema bêje bi temamî tunebû. Lê belê di vê meha Sibatê de, di hikûmeta nû ya hatî avakirina de sê wezaret dan jinan. Afrah Abdulazîz az-Zuba wek wezîra Havkariya Navnetweyî û Pilankirinê, dadger Îşrak Fadl el- Maktarî wezîra Karê Hiqûqî û Ahd Muhammed Salîm Cassus wek wezîra Berpirsa Kar û barê jinan hatin tayînkirin.  
Ev biryar, di bingehê biryara Serokê Konseya Serokatiya hejmar 17 a dîroka 2026’an û zagona Lijneya Wezîran a sala 2004’an, ya biryarên Konseya Serokatiyê û dewrî rayedar a di 7’ê Nîsana 2022’an de hatî weşandin de, mekanîzmaya pêkanîn û hewldana Konseya Hevkariya Kendavê ya dîroka 23’ê Mijdara 2011’an a Destûra Bingehîn a Yemenê, hat girtin.
Têkoşîna demdirêj a jinan
Her çend di sê wezaretên girîng de cihgirtina sê jinan bi kêfxweşî hatibe pêşwazîkirin jî, nûnertiya jinan di hikûmetê de ji sedî 9’an mayîn, mafê rast ê biryargirtinê na teyîsîne.
Hinek aktivîstan, vê tayînkirinê wek encama têkoşîna ji bo beşdariya pêvajoyên biryargirtina jinên Yemenê nirxandin û gotin ku di rêya vê bihêzbûna siyasî de ev gavek girîng e. Li gel vê yekê, hedef herî kêm nûnertiya ji sedî 30 e.  
Aktivîstan, dan zanîn ku ev beşdarî li gorî liyakat û mafkirinê, parvekirina edlî ya firsendan wê rê li ber jinan vekin.
‘Jinên hatine hilbijartin tên destekkirin’


Rayedara Qada Projeyên Parastina Civakî ya Fona Pêşxistina Civakî Amal eş-Şemirî diyar kir ku tayînkirina sê wezîrên jin di nava jinan de ‘hesta serkeftina bê sînor û kêfxweşiya mezin’ ava kiriye û ev jî nîşan dide ku beşdariya jinan di hikûmetê de ne wek şiklî, wek pêwîstiyek neteweyî tê dîtin. Amal eş-Şemirî wiha got: “Têkoşîna jinên Yemenê, ji şoreşa 26’ê Îlonê heta niha didome, lê belê di mijara jin erkê wezaretê wek mafekê girtin de, di asta dewletê de qeneatek tam ava nekiriye. Berî sînordarkirina jinan di wezaretên karên wek civakî û mafê mirovan de nêzîkatiyek kevneperest diteyîsîne, tayînkirinên nû ev qalib şikandine û jinên hatine hilbijartin hem ji aliyê gel û hem jî derdorên siyasî ve tên destekkirinin.”
Amal eş- Şemirî da zanîn ku sê wezaret kêm in û got: “Divê herî kêm kota ji sedî 30 be, divê qadek vekirî ku jin bikaribin pêşeroja xwe pêşkêş bikin û divê hilbijartin ji krîterên şiklî were dûrxistin. Divê saziyên dewletê, di wateya rast de xwe kom bike û sûdê bide pêvajoyên pêşketinê.”
Hedefa gihanda wezaretên bilind


Seroka Şaxa eş- Şemaytin a Yekîtiya Jinên Yemenê Semîre el-Azazî diyar kir ku tayînkirina sê wezîrên jin herçend ji bo jinan wek serkeftin were pênasekirin jî, ev daxwaza nûnertiya tevgerên jinan a ji sedan 30’an pêk nayên û wiha domand: “Jin di nifşên nû de, heta pozîsyonên lîdertiya asta jor de divê di her qademeyê de hê zêdetir beşdar bibin. Di demên pêşiya me de, divê di hemû saziyên dewletê de hebûnek bi hêz a jinan hebe.”
‘Divê jin di wezaretên karê derve de jî cih bigrin’
Endama Komîteya Navenda Rêxistina Yekîtiya Gel a Nasirî û Şêwirmenda Ofîsa Perwerdê Huda el-Haydarî tayînkirina sê jinan di wezaretên girîng de, di dîroka beşdariya siyasî ya jinan li Yemenê wek ‘ciniqînekê’ nirxand û got: “Jin wek kevneşopî anîna wezaretên ne girtine, geşedanek girîng e û wek encama têkoşîna femînîsta ya nêzî 30 salan e. Divê jin wezaretên wek karê derve jî bigrin û di qadên wek dîyalog, muzakere û avakirina aştiyê de kadroyên jin hebin. Dema nû, li ser ji sedî 30’an divê nûnertiyek rast bê pêkanîn, ev jî vegera jinan û rola wan a di guhertinê de bihêz bike û pêngavek ku ji bo hemû beşên civakê baş be pêk bîne, wê ava bike.”