Saziyên navneteweyî ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Partiya Çep a Ewropayê û Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê name şandin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di civîna xwe ya ji 15 heta 17ê Îlonê de doza "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bike. Beriya civînê, ji gelek cih û saziyên cîhanê name ji komîteyê re têne şandin.
‘Gavên bibiryar bavêjin’
Partiya Çep a Ewropayê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyek şand û got: “Em bang dikin ku têkildarî rewşa girtî ya Abdullah Ocalan gavên bibiryar bên avêtin.”
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê ku nûnertiya 26 partiyên çep ên welatên Yekitiya Ewropayê (YE) dike Dr. Walter Baier, ji serokê komîteyê hate xwestin ku di mijara 'Mafê hêviyê' de gavên bibiryar biavêje.
Her wiha îşaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate kirin ku ji ber binpêkirina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran Tirkiye şermezar kiriye. Serokê Partiya Çep a Ewropayê binpêkirina “Mafê hêviyê” bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna van biryaran, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û avakirina mekanîzmayên berdanê yên gengaz, rûniştina 15'ê Îlonê firsendeke krîtîk e.
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ocalan, di heman demê de ji bo xwerêveberiya demokratîk û aştiyê ya li herêmê muzakerevanê sereke ye. Azadî û tevlibûna wî ne tenê ji bo edaletê, her wiha ji bo aştiyeke mayinde, demokrasî û aramiyê jî pêwîst û girîng e. Em bi rêzdarî ji Komîteya Wezîran dixwazin ku ji bo Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan û serweriya hiqûqê bide, bi lez bikeve nava liv û tevgerê.”
Ji Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê banga azadiya Ocalan
Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott li ser navê saziya xwe têkildarî “Mafê Hêviyê’ ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand. Arnott, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15’ê Îlonê de têkildarî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybetî jî têkildarî “Mafê Hêviyê” bicive.
Nameya Mike Arnott wiha ye:
“Di sala 199’an de Abdullah Ocalan hate revandin, li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate rehîngirtin û li vir ji aliyê dadgheke leşkerî ya taybet ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Di gel ku di sala 2002’yan de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin, cezayî wî veguherandin cezayê muebbeda girankirî, anku veguherandin cezayê hefsê yê muebbedê ku îxtîmala wê ya tehliyeya bi şert tune ye. Ev cezayê hefsa muebbeda girankirî ku beriya wê di pergala cezayî ya Tirkan de qet nehatibû bikaranîn, tê fêmkirin ku bi taybetî ji bo Ocalan anîne lê belê piştre heman ceza bi sedan girtiyên siyasî hate birîn.
Divê mekanîzmayên ji bo berdana Ocalan bên avakirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du caran (2003/2005 û 2014’an) biryarên şermezarkirina ku dewleta Tirk mafên Ocalan binpê kirine, da. Lê belê dewleta Tirk heya roja îroyîn têkildarî bicihanîna van biryaran tê pêngav neavêtine. Bi taybetî jî tişta girîng, biryara ku Dadgehê di sala 2014’an de daye ya têkildarî binpêkirina qedexeya cezayê hefsa muebbedê yê dermirovî û îxtîmala tehliyeya bi şert tune ye û miameleya biçûkxistinê û ji bo naskirina ‘Mafê hêviyê’ pêkanîna reformên yasayî yên eleqedar e. Ev yek di sepanê de tê wateya ku doza Ocalan jinûve were lêkolînkirin û mekanîznayên ji bo derfeta tehliyeyê werin avakirin.
Dema ku Komîteya Wezîran li hemberî rewşê bêdeng nemîne, hatiye
Komîteya Wezîran di Îlona sala 2024’an de, têkildarî doza Ocalan civînek li dar xist û salek wext da Tirkiyeyê. Sekreterya hate erkdarkirin ku heke Tirkiye di nava salekê de biryara Dadgehê bi cih neîne, amadekariyên tevdîrên werin girtin bike. Di mehên havînê de Tirkiyeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan jî di nav de ew ê ji bo girtiyên ku cezayê hefsa muebbeda girankirî lê hatine birîn, ‘Mafê hêviyê’ nas bike. Rewş êdî gelekî aşkera ye û dema ku Komîteya Wezîran li hemberî rewşê bêdeng nemîne, hatiye.
Ocalan sermuzakerevanê pêvajoyê ye
Weke sermuzakerevanê pêvajoya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ berdewam dike û nûnerê rewa yê gelê Kurd, divê destûr were dayîn ku Ocalan bi awayekî tam beşdarî pêvajoyê bibe û ji ber vê yekê jî were berdan. Serketina vê pêvajoyê, wê ji bo herêmê encamên berfirehtir derxîne holê û ji bo xurtkirina aştî û civakên demokratîk pêşiya pêvajoyên hevşib veke. Di çarçoveya Rojhilata Navîn de ku lê şerên di navbera netewedewletan de her ku diçe zêdetir dibin, israra têkildarî aştî û xwerêvebirina demokratîk, wê ji piraniya krîzên heyî re çareseriyê pêşkêş bike û girîngtir bibe.
Em daxwaz dikin ku Komîteya we vê derfetê bi kar bîne û zextê li Hikûmeta Tirkiyeyê bike ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Ocalan serbest berde.”