Sara Îbrahîmî ku dimenên îşkenceya lê hat kirin belav bû, jiyana xwe ji dest da

Sara Îbrahîmî ku di 8’ê Çileyê de ji hêla artêşa pasdarên Îranê ve hatibû îşkencekirin, tevî gihandina 4 nexweşxaneyan ku yek ji wan jî dermankirina wê qebûl nekiriye, li nexweşxaneya 5’an a lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Nasnameyên kesên di protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, tên eşkerekirin.

Di dîmenên ku di 8’ê Çileyê de hatin kişandin lê ji ber nebûna înternetê di 23’yê Çileyê de ji hêla çapemeniyê ve hatin parvekirin de, jina bi navê Sara Îbrahîmî ji hêla artêşa pasdarên Îranê ve tê êşkencekirin.

Sara Îbrahîmî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da. Di dîmenan de tê dîtin ku dema Sara Îbrahîmî li erdê ye, endamên artêşa pasdarên Îranê pêhîna lê didin, êşkenceyê lê dikin û bi amûrên tûj li serê wê dixin.

Hat ragihandin ku Sara Îbrahîmî ji ber van birînan di 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî heman agahiyan Sara Îbrahîmî birine 4 nexweşxaneyan lê tu yek ji wan tedawîkirina wê qebûl nekiriye û li nexweşxaneya 5’an a ku hatiye tedawîkirin, jiyana xwe ji dest daye. 

Rojnameger û nivîskar Paksîma Mojmozî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku Sara Îbrahîmî hatiye qetilkirin û wiha got: “Endamên pasdarên Îranê, Sara Îbrahîmî birin cihekî bi dar û kamera nabînin, li vir bi amûrên tûj li serê wê xistin. Sara Îbrahîmî, ji ber van birînan jiyana xwe ji dest da.”