Salvegera JIN TV hate pîrozkirin

Li Silêmanî 8’emîn salvegera televizyona jinan JIN TV ku di 8’ê Adarê de hatî bû damezrandin hate pîrozkirin. Rojnamevanên JIN TV diyarkirin ku ewê li ser şopa şehîdên ragihandinê bin.

Silêmanî – Bi amadebûna rojnamevan û mêhvanan 8’yemîn salvegera televizyona jinan JIN TV ku di 8’ê Adarê de hatî damezrandin li Silêmanî hate pîrozkirin. Rojnamevanên JIN TV diyarkirin ku ewê li ser şopa şehîdên ragihandinê bin.

‘8’ê Adarê ji bo JIN TV û me jinan gelek bi wateye’

Li ser navê JIN TV Rojnamevan Tewar Adil axivî û got: “8’ê Adarê ji bo JIN TV û me jinan gelek bi wateye. Em vê rojê li Şehîd Viyan Caf, Destîna Qendîl, Şakîne Cansiz û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistan û jinan pîroz dikin. Em vê rojê destpêkê li şehîdan û piştre hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin. Di sala borî de demekê ofîsa JIN TV li Silêmanî hate girtin. Lê belê ew lê pêşiya xebatên me nebû asteng. Cihê pirsê bû ku çima televizyonek wek JIN TV were girtin. Ew jî nîşan dide ku dengê jinan çiqas bi bandore. Ji bo wê em di salvegera JIN TV  û  8’ê Adarê de soza berdewamiyê didin. Emê di salên bê de karên hê baştir bidin meşandin.”

Piştre kampanyaya Chtar gul şand û kefiya ku sembola YPJ’ê ji aliyê Nûner Kongra Star ve pêşkêşî JIN TV hate kirin û strana ‘Jin Jiyan, Azadî’ ji aliyê Nesrîn Botan ve hate pêşkêşkirin.