Salekî li Yemenê: Li dijî jinan 40 hezar binpêkirin hatiye qeydkirin

Navenda Edaletê ya Emerîkî balkişand ku bi taybetî li herêmên pevçûn ên li Yemenê binpêkirinên li dijî jinan zêde bûye. Rêxistina Piştgiriya Jinên Yemenê, ragihand ku Hûsiyan ji Mijdara 2015 heya Mijdara 2025’an li dijî jinan 40 hezar binpêkirin pêkanîne.

Navenda Nûçeyan – Jinên li Yemenê, li dijî binpêkirinên bipergalî yên Hûsiyan, bi xelekî nehatiye dîtin re rû bi rû ne. Di nava deh salên dawî de  binpêkirinên mîna qetilkirin, revandin û îşkece kirin hate jiyîn û ji ber nebûna parastina hiqûqî û paşguhkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî, rewş roj bi roj xirabtir dibe.

Navenda Edaletê ya Emerîkî (ACJ), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên li Yemenê ji destpêka pevçûnê ve rastî binpêkirinên domdar û cidî tên. Navendê, destnîşan kir ku piraniya binpêkirinan ji aliyê Hûsiyan re hatine kirin û diyar kir ku jin hêj di koma herî zêde ji şer zirar dibînin de cih digrin.

Rewş li Yemenê xirabtir bûye

Di daxuyaniya bi boneya di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinê ya Navneteweyî hate weşandin de,  fikarên xwe li ser zêdebûna tundî, îşkence, tundiya zayendî, koçberkirina bi zorê û bêparkirina ji mafên bingehîn ên li dijî jinên li herêmên pevçûnê yên mîna Yemen, Filistîn, Lubnan û Sûdanê anî ziman.

Navendê, diyar kir ku rewşa li Yemenê zêdetir xirabtir bûye û rêxistinên mafên mirovan ji destpêka pevçûnê ve bi sedan û bi hezaran, binpêkirinên li dijî jinan belge kirine. Di nav van binpêkirinan de ya revandina jinan û ragirtina jinan a di şert û mercên dijî mirovahî ya li girtîgehên veşartî yên Hûsiyan cihdigre.

Her wiha hate destnîşan kirin ku ev binpêkirin ne tenê bi êrîşên fîzîkî ve sînordar in, di heman demê de binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên mîna bêparkirina jinan a ji perwerde û lênihêrîna tenduristiyê û tundiya zayendî jî tên jiyîn. Li gorî raporên mafên mirovan ên berê, Hûsiyan bi rêjeya sedî 72 berpirsiyarê herî mezin ya van binpêkirinên bipergalî yên li dijî jinan e.