‘Sakîne Cansiz bi planeke pergala emperyalîst û faşîzan hat hedefgirtin’
Dîrokzan Wijdan Nûredîn li ser Sakîne Cansiz got ku bi têkoşîna xwe bûye hêvênê avabûna hêza xweparastinê û da zanîn ku bi têkoşîn û baweriya xwe hewl da nasnameya jinên Kurd bike malê dîrokê.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- 9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz û hevalên wê Leyla, Şaylemez, Fîdan Dogan bi destên dijminên Kurd û dagirkeran li Fransayê hatin kuştin. Sakîne Cansiz ku bi navê Sara dihat nasîn, di sala 1958’an li gundê Textê Xelîl ê bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê ji malbatek Kurdên Elewî ji dayîk bû. Dayîk û bavê wê ji komkujiya Dêrsimê rizgar bûbûn, ev yek jî bûbû sedem ku bi çîrokên hovane yên dewleta Tirk a dagirker mezin bibe.
Rêwîtiya ku bi di nava mercên zor, girtîgeh û çiyayan dest pê kir, bi bawerî û sekna wê kêlî bi kêlî xwe li dîroka têkoşînê nivîsand. Kar û xebatên Sakîne Cansiz ne tenê bandorê li ser kesayeta siyasî, têkoşîna şoreşgeran û xebatên xweparastina jinan kir, li ser hemû kesên civakê kir. Jinên li tevahî Rojhilata Navîn û Ewropayê ji Sakîne Cansiz bi bandor bûn.
‘Êrîşa li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê li dijî tevgera Kurd bû’
Pispora dîroka nûjen û çalakvana jinan Wijdan Nûredîn Necmedîn diyar kir ku beriya 13 salan di komkujiya Parîsê de sê jinên çalakvanên siyasî bûn hedefa êrîşek hovane û wiha got: “Sakîne Cansiz der barê azadî û hişyarkirina jinan de xebat dida meşandin. Ji ber wê êrîşa li dijî Sakîne û hevalên wê êrîşa li dijî tevgera Kurd e. Di sala 2013’an de di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û dewleta Tirk de pêvajoya aştiyê hebû, hedefgirtina Sakîne Cansiz û hevalên wê êrîşek ji bo astengkirina pêvajoya aştiyê bû. Sakîne havênê avabûna hêza xweparastina jinan bû. Armanca wê ew bû ku têkoşîna îsbatkirin û baweriya bi xwe ya jinan ji bo parastina xak û nasanemya kesayeta jinên Kurd bike malê dîrokê. ”
‘Ev komkujî nêzikatiyeke berjewendîxwazên pergala emperyalîzm û faşîst e’Wijdan Nûredîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ew komkujî ji ber bihêzbûna Sakîne û hevalên wê û jinên Kurd hat kirin. Hemû kes dizanin ev komkujî nêzikatiyeke berjewendîxwazên pergala emperyalîzm û faşîzmê ye. Di encama zexta dewleta Tirk a li ser Fransayê de ev komkujî çêbû. Ev yek di dîroka Fransayê de xaleke reş e. Her wiha çalakî belavî tevahî Rojhilata Navîn, Fransa û Parîsê bûn. Heta sûcdar neyên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin û divê em bigihîjin hedefa xwe.”
‘Sara bû havênê avabûna hêza xweparastina jinan’
Wijdan Nûredîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sakîne Cansiz her dem amaje bi fikrên rexnegir ên aştiyê ji bo jinan dikir, balê dikişand ser fikrên rexnegir ên aştiyane. Dîroka dagirkeran bi xebatên Kurdan û bi taybetî yên jinan deşîfre dikir. Dewleta dagirker her dem hewl dide jinên azad tune bike. Ev rewş zihniyeta faşîst û mêr bi eşkere nîşan dide. Kesayetên ku pêşengiya azadiya Kurdan û serkeftinê dikin hedef digrin. ovajoya aştiyê dikin dikin. Çend roj berê Leyla Zana ji aliyê faşîstan ve rastî gotinên xirab hat. Em hemû dizanin ku Leyla Zana kesek aştîxwaz e û her dem ji bo aştiyê diaxive. Bi riya vê êrîşa dawî, xwestin Leyla Zana bêdeng bikin. Lê belê hêzên Kurd li dijî vê êrîşê bûn bersiv. Bi heman awayî Sakîne Cansis di rewşên herî zor de li hemberî hêzên dagirker bi serbilindî sekini, bû havênê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an. Li her derê keda wê hebû. Jixwe bi nivîsandina pirtûka “Jiyana min her dem şer bû” kêlî bi kêlî behsa wê têkoşînê dike.”