Sabahat Tuncel: Dê gel deriyên Îmraliyê veke

Mitînga Azadiyê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd bi dirûşma “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin.

Wan – Li Wanê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşmeya ‘Bi Serokatiya Azad berbi Civaka Demokratîk’ li qada Newrozê ya Wanê bi tevlibûna dehezaran kesî mîtînga azadiyê pêk hat. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangorian destpê kir û bi hezaran kesî sirûda ‘çerxa şoreşê’ xwendin. Piştî rêzgirtinê bi sedhezaran ji jin, ciwan, kal û pîran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hw din berz kirin.

Ji bo tevlîbûna girseyê endamên Komîteya Tertîk Elîf Şeker,  gel spasî kir, her wiha xwest ku ev mîtîng bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Sabahat Tuncel ku di mitînga “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” a li Wanê de axivî, tekez kir ku: “Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet.”

‘Rêberê gelekî ne azad be ew gel jî ne azad e’

Aktîvîsta TJA’yê Sabahat Tuncel diyar kir ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li qada mîtîngê kom bûne û anî ziman ku ew hatine ku dengê xwe bigihînin Rêberê Gelê Kurd. Sebahat Tuncel da zanîn ku dema hevdîtinan dest pê kirin şandeyê jê re gotibûn ku jin, ciwan, gel dixwaze hûn azad bibin, gelo hûn çi difikirin? Û got: “Serok Apo gotiye em hemû bi hev re azad bibin. Ji bo keda Serok Apo a di pêvajoyê de em spasiyên xwe pêşkêş dikin û silavan xwe jê re dişînin.

‘Wê deriyên Îmraliyê ne dewlet, gel veke’

Sabahat Tuncel di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Kurdan tu caran serî netewand û niha ji bo wê jî li qada mîtîngê kom bûne. Serok Apo dibêje ‘Me pêvajoya nasînê derbas kir û em dikevin pêvajoya azadiyê’. Sabahat wiha anî ziman: “Em azadiya Serok Apo dixwazin, lê dewlet ji bo gavên pêwîst çi hewldan nake hişmendiya xwe naguherîne. Wê dewlet ne, gel deriyên Îmraliyê veke. Azadiya Serok Apo azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Hemû gelên Tirkiyeyê jî aştiyê û azadiyê dixwazin.”

Mitîng bi çalakiyên hunerî û konseran berdewam dike.