Rûxmê hemû êrişan jî pergala perwerdê ya Mexmûrê 30 sal in didome
Hevberdevka Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê Mamoste Hêlîn Kara, diyar kir ku rûxmê hemû êrişan jî nêzîkî 30 sal in pergala perwerdê didome û li dijî êrişên li ser ziman û çanda Kurdî banga xwedî derketinê kir.
JANYA JIYAN
Mexmûr - Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di sala 90’î de ji ber zilm, zordarî û ferzkirina cerdevanî ya dewleta Tirk neçar man ji warên xwe koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, rûxme hemû êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê jî hewildane zimanê Kurdî biparêzin. Gelê Wargehê care ewil di sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di konan de bingeha pergala perwerdeya bi zimanê Kurdî avetîn û li rûxme êrişan jî dehan zarokên wargehê perwerde kirin û nezîkî 30 salin pergaal xwe ya perwerdê didomînin.
Gelê ku di sala 1998’an de derbasî wargeha Mexmûrê dibin, di bê derfetiyan de bi kerpîçan dibistanên xwe ava kirin û xebatên perwerdehiyê ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ve dibin banê Pergala Paradîgmaya Netewa Demokratik a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî gelan kirî ve dimeşînin. Divê bingehê de ji sala 1998’an vir ve 5 dibistanên dayîkê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û yek ji ya dibistana amedeyî avakirin û bivê pergala paradigmayê de bi hezaran xwendekar li dibistanên wargehê perwerdekirin. Xwendekarên ku li Wargehê perwerdeya xwe heta dibistana Amedeyî didomînin, ji bo xwendina xwe ya zanîngehê berê xwe didan Hewlerê. Lê bi rêgîriya PDK’ê ya bi hevkariya dewleta Tirk ku di sala 2019’an de dest pê kir, dest bi qebûlnekirina xwendekaran a li zanîngehan kirin. Lewma xwendekarên wargehê nikarin biçin zanîngehan. Lê rûxmê vê yekê jî Komîteya Perwerde ya Mexmûrê hewil dide tevî bê derfetiyan zarok û ciwanên wargehê perwerde bike.
‘Sala nû ya xwendinê destpê kir’
Hevberdevka Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê Mamoste Hêlîn Kara, pergala perwerdê ya li Wargeha Mexmûrê hatiye rûnişkandin û sala nû ya perwerdeyê ajansa me re nirxand.
Hêlîn Kara, di despêka axaftina xwe de qala pergala perwerdê ya li wargeha Mexmûrê kir û got: “Wek Wargehê em sala nû ya xwendinê pêşwazî dikin. Wek gelê Mexmûrê me pêvajoyek ya penaberiyê ya dirêj derbas kir. Em di nav şert û mercên gelek zehmet û derfetên herî kêm de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî salên destpêkê yên penaberiyê de me dest bi perwerdeyê kir û heta roja me ya îro pergala me ya perwerdê didome. Di hemû pêvajoyan de em rastî êriş, astengî û rêgirî hatin. Lê rûxmê van êrişan jî me tucaran dest ji perwerdeya bi zimanê dayikê berneda.”
Rêgiriya PDK’ê
Hêlîn Kara, di berdewamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên perwerde û aborî di wargehê de kir û wiha axivî: “Bê guman perwerde jî parçeyek ji vê zor û zehmetiyê ye. Nêzîkî 30 sal in ev pergala me ya perwerde didome. Di pêvajoya penaberiyê de destpêkirina perwerde bi derfetên kêm û şert û mercên zehmet de avabû. Wek wargeh hertim dorpêcek heye û di aliyê aborî, siyasî de pêwistiyên xwe yên jiyanê yên mirovî de zehmetî çêdibin. Derketina derveyî wargehê gelek zehmet e. Ev yek jî di aliyê derûnî de bandor li ser civakê dike. Dema em di aliyê perwerdê de difikirin, ji ber ku derfeta xwendina xwendevanan a zanîngehê nîne, her sal hejmara xwendevana kêm dibe. Piştî rêgiriya PDK’ê ya sala 2019’an xwendevanên me nikarin zanîngehê bixwînîn. Ev yek jî gelek bandor li ser derûniya xwendevanan dike. Her xwendevanek dema dest bi dibistanê dike, bi xeyalek û armancek mezin tê dibistan e. Ji ber vê yekê êriş û rêgiriya heyî bandorek mezin li ser civaka me dike.”
Êrişên dewleta Tirk
Hêlîn Kara, di nirxandinên xwe de bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Beşa herî mezin a civakê perwerde pêktîne. Lê li wargehê di aliyê amûrên perwerde de derfetên me pir kêm in û bi tu awayî ji aliyê saziyên mafên mirovan de ji bo wargehê alîkarî nayê dayin. Mirov dikare bibêje ku tecrîdek mezin li ser gelê wargehê tê meşandin. Lê tevî hemû êriş, rêgirî û bê derfetiyan jî em dest ji têkoşîn, maf û nasnameya xwe bernadin. Dewleta Tirk tenê di nava heftiyek de du caran êrişê wargehê kir. Me sala nû ya xwendinê rûxmê êrişên li ser Wargehê, da destpêkirin. Tevî ku em civakek sivîlin rojane rastî êrişan tên û li dijî van êrişan bêdengiyek mezin a hikûmeta Iraqê heye. Ev êrişên heyî di aliyê derûnî û ruhî de bandorê li ser zarokan dike. Êrişên li ser wargehê ne ji rêzê ne.”
‘Bi zimanê dayikê perwerde ditîn ji bo me şansek mezin e’
Hêlîn Kara wiha axivî: “Li Wargehê bingehek tendurist a perwerdeya bi zimanê dayikê ava bûye û bi salan e bi vê pergalê perwerde tê dayin. Perwerdeya zimanê dayikê, dibe sedema parastina çand û hunera Kurdî. Hemû kesên ku dixwazin bi ziman û çanda bijîn, rastî hercurê êrişan tên. Dewleta Tirk li dijî ziman, çand, hebûn û nasnameya gelê Kurd êrişên pir mezin dide meşandin. Divê em wek gelê Kurd li dijî êrişan xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Wek Mexmûr em bi zimanê dayikê perwerde dibînin, ev ji bo me şansek mezin e. Em li gorî derfetên xwe plansaziya xwe ya salane xwendinê dikin. Baweriya me heye ku kesê di vê perwerdê re derbas dibin wê bikarin civak, dîrok û çanda xwe pêş bixe.”
Hêlîn Kara, di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd kir ku erk û berpirsyartiya her ferdek ew e ku bi zimanê dayika xwe biaxivîn û got: “Divê her ferdek civaka Kurd ji bo pêşîgirtina tûnekirina ziman û çanda Kurdî erk û berpirsiyartiyên xwe pêkbinin û bi zimanê dayika xwe biaxivin.”