Rûşen Seydaoglu: Jineolojî riya azadiyê nîşanî jinan dide

Parêzer Rûşen Seydaoglu komxebata Jineolojiyê ya li Wanê hat lidarxistin, nirxand û bal kişand ku Jineolojî ji bo hemû jinan riya azadiyê ye û got: “Em ê hilberîner bin û xebatên ji bo guhertina zihniyetê bidomînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan- Li Wanê di 21-22’yê Îlonê de Kovara Jineolojiyê bi sernavê “Di sedsala 21’ê de li dijî pergala desthilatdar a mêr polîtîkaya têkoşînê û rêbazên wê” koxebatek li dar xist. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan jin beşdarî komxebatê bûn, mijarên di bin sernavên cuda de nîqaş kirin û bal kişandin ser têkoşînê.

Li ser naveroka komxebatê, nivîskara Kovara Jin, parêzer Rûşen Seydaoglu nirxandin kir û got ku 15 sal in nîqaşên li ser Jineolojiyê didomin û ev nîqaş ne tenê li Kurdistanê li gelek welatan tên kirin. Rûşen Seydaoglu bal kişand ku di merheleya heyî de tecrubeyên girîng û berhem çêbûne.

Rûşen Seydaoglu diyar kir ku bi tecrubeya kovara ku deh sal in heye, atolye û xebatên komî û nîqaş her roja diçe berfirehtir dibin û got: “Di komxebata li Wanê de, bingeha hevdîtina me ya bi tevgerên femînîst ên li Tirkiyeyê re hat avakirin. Nîqaşên li ser Jineolojiyê, cihî û herêmî nîn in, xweserî û epîstemolojiya jinên li hemû herêman digrin nava xwe.”

‘Avakirina bingeha nîqaşa li ser vê mijarê pir hêja ye’

Rûşen Seydaoglu diyar kir ku wan di komxebatê de aliyê enternasyonal ê nîqaşên Jineolojiyê jî derxistine holê û mijarên ku li ser wan nîqaş hatine kirin wiha vegot: “Di nîqaşên me yên li ser zayendperestiyê de, me behsa zayendperestiya ku ji aliyê pergalê ve tê meşandin kir. Bi mînakên Îran, Tirkiye yan jî El Salvadorê, em li ser meşandina polîtîkayên zayendperest ên cuda sekinîn û diyar kir kar çawa ketine rewşeke piralî. Di rûniştinên din de em li ser çawaniya têkoşîna li dijî vê yekê axivîn. Her wiha em li ser modela rêxistinbûnê, nîqaşên dîplomasiyê û zanistê axivîn. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev nîqaş zêdetir bi pêş bikevin, li Tirkiyeyê jî Jineolojî zêdetir were axaftin, nîqaşkirin û bibe xwedî cihekî ku wate jê re were dayîn.”

‘Jin ji hêza ku riya azadiyê nîşan dide haydar in’

Rûşen Seydaoglu bal kişand ku têgeha li ser rastiya jinan a bi “Jin Jiyan Azdî” her diçe li cîhanê bilind dibe tenê dirûşm nîn e û diyar kir ku di lêgerîna azadiyê ya jinan de vê dirûşmê li qadan diqîrin. Rûşen Seydaoglu diyar kir ku ew Jineolojiyê weke modela jiyan û berxwedanê, pênase dikin û wiha domand: “Têkiliya jin û jiyanê ya bi hev re, jixwe em hewl didin bi azadiyê re ava bikin. Em belavbûna vê yekê jixwe dibînin. Îro li Hindistanê jî dibêjin “Jin Jiyan Azadî.” Wateyek vê heye. Li cihê ku pergala serdest a mêr jinan tengav kiriye, jin di lêgerîna pergaleke din a cîhanê de ne. Rewşa wê ya şênber a di vê serdemê de jî bi xweparastinê, modela rêxistinbûna nîqaşa li ser zanîn, zanistê ye. Ev yek bi tevgera jinên Kurd re û bi Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a diyar kiriye bi awayê meclisbûnê, rêxistinbûn e. Jin Jiyan Azadî bersiva vê yekê ye. Belê jin ji vê re pêşengiyê dikin, bi jinan re torên rêxistinbûnê ava dikin lê hemû kirdeyên civakê yên din jî dizanin ku bi felsefe û dirûşma Jin Jiyan Azadî riya azadiyê bibînin.”

‘Jineolojî dê lêgerîna ji bo rêbazên nû yên afrîner bidomîne’

Rûşen Seydaoglu got: “Jineolojî jixwe ji destpêkê ve li ser rêxistinkirina civakî ya bi yekbûna gotin û kirinê sekinî. Em dikarin bibêjin ku zanîna jinan, zanîna civakî ye, tevgerên jinan ên ji bo azadî û rizgariyê dest pê kirin, di heman demê de tevgerên ji bo avakirinê ne. Jineolojî weke zanista hevjiyana azad, rêxistinkirin û hilberîneriya xwe didomîne. Em nikarin îro ji bo Jineolojiyê bibêjin dê bi rêbazek zanînî çêbike, em behsa zanisteke ku bi her rêbazê xwe ji nû ve diwelidîne dikin.”

‘Em ê ji bo guherîna zihniyetê têkoşîna xwe bidomînin’

Rûşen Seydaoglu, got ku hevdîtina rêxistinên jin li ser bingehek hevpar peywira Jineolojiyê ye û wiha bi dawî kir: “Hevdîtina bi rêxistinên jin ên din re, avakirina bingeha nîqaşên bi hev re jî dê yek ji xebatên Jineolojiyê be. Kovar dê weşana xwe bidomîne. Tevî vê yekê li dijî hînbûyînên heyî dê bi cîhana eko endustrî û eko dîjîtal re berfirehtir bibe, armanca xwe ji her kesê re vebêje û ji bo guherîna zihniyetê têkoşîna xwe bidomîne.”