‘Rûpoşa dewletan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ket’

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya navneteweyî ya li dijî binpêkirinên li ser gelê Kurd li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan dan û gotin ku rûpoşa dewletên xwe xwedî mafên mirovan nîşan didin ketiye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ji 6’ê Kanûnê ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tehrîr El-Şam bi hejmarek mezin wesayîdên leşkerî, tank û bi deh hezaran leşkeran êrîşî du taxên piçûk ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.  Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd 6 rojan li dijî bi hezaran çete, tang û balafiran, berxwedaneke mezin meşandin.

Ji ber êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ên Helebê, herî kêm 120 hezar kes neçarî koçberiyê bûn û zêdetirî 500 kesên din jî têkilî bi wan re qut bûye, kes nizane çarenûsa wan çi ye.

Bertekên jinan û gel her deç mezintir dibin û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîş û binpêkirinên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin.

Jinên bajarê Hesekê tekez kirin ku tiştên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimî ewlehî û aramiya hemû Sûriyeyê tehdît dike diyar kirin ku tu hikûmet an dewlet bi ewqas wesayîdên leşkerî, tank û bi deh hezaran leşkeran êrîşî gelê xwe û du taxên piçûk û bi ewle nake.

Bi êrîşan Kurdan hedef digrin

Parêzer Beşîra Cemal Dîn piştrast kir ku xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi êrîşeke dijwar a çeteyên dewleta Tirk û HTŞ'a cîhadîst re rûbirû mane û da zanîn ku li dijî sivîlên Kurd êrîşên hovane û komkujî hatine kirin. Beşîra wiha got: “Piştî Peymana 1’ê Nîsanê, QSD ji her du taxan vekişiya. Ev êrîşeke eşkere bû li ser herdu taxên Kurdan. Şehîdên me şehîdên hemû Sûriyeyê ne. Em ê her dem Kurd bimînin, bi Kurdbûna xwe bijîn û bi Kurdbûna xwe bimrin.”

Rûreşiya dewletan

Beşîra Cemal Dîn da zanîn ku kiryarên hovane, avetina cenazeyan, nîşan dide ku tu pîvan û exlaq nemaye û kesên vê yekê dikin divê werin cezakirin û wiha domand: “Rûpoşa welatên ku îdia dikin mafên mirovan diparêzin li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ket. Wan bi hev re komployek li dijî pêkhateyên Sûriyeyê xistin meriyetê. Komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê û bajarê Suweydayê çêbûn, li Şêx Meqsûd jî berdewam kirin. Em gelekî xwecihî ne, li ser axa xwe ne, mafên xwe yên rewa diparêzin. Em bi hemû pêkhateyan re bi hev re dijîn lê HTŞ’a cîhadîst jiyana hevbeş qebûl nake û civaka komînal dike hedef.”

Beşîra Cemal Dîn tekez kir ku di sala 2015’an de, her kesê piştgirî daye QSD’ê ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û got: “Niha, DAIŞ bi piştgiriya fermî ya dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta nû ya li Sûriyeyê belav dibe û kes piştgiriyê nade wan kesên ku ji aliyê wê ve tên qetilkirin.”

‘Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê divê her kes rabe ser piyan’

Dayika şehîd Lewend ya ku li Serêkaniyê şehîd bû, Gozel Elî banga seferberiyê ji bo parastina hebûna Kurdan ji xwînmijan kir û wiha got: “Ew îdia dikin ku sivîlan hedef nagirin lê em dibînin ku zarok û jinan dikujin. Çima gel bêdeng in? Me perçeyên dilê xwe dan ji bo jiyana bi rûmet; me xwîn da ne av. Şehîd Denîz û Amara  namirin bi hezararan jinên berxwedêr li pey şopa wan dimeşin. Ji bo gelê Kurd rabe ser piyan! Em xwediyên rewa ne û em mafên xwe dixwazin. Divê hemû Kurdên li çar aliyên Kurdistan beşdarî Şoreşa Rojava bibin  û xwedî li destkeftiyên pîroz derkevin.”