Rûken Ehmed: Bi mudaxeleya dewleta Tirk peymana 10’ê Adarê negihîşt encamê

Endama Komîteya Têkilî û itîfaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, têkildarî rewşa siyasî ya dawî li Sûriyeyê axivî û got: “Bi mudaxeleyên dewleta Tirk peymana 10’ê Adarê neçû serî.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Rewşa Sûriyeyê ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve û bi hatina çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê, ve di qonaxek bi aloz de ye. Sozên reforman bi binpêkirinên zêdebûyî û guherîna hevsengiya hêzên li ser erdê ve girêdayî ne loma yek ji wan jî nehatin bicihanîn. Ji hatina hikumeta demkî ve heta niha gotinên nefretê zêde bûne û li cihê çareseriyên siyasî, zext û ferzkirinên sîstema desthilatdariyê, êrîş û komkujî zêdetir bûne.

Endama komîteya têkilî û tifaqên siyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, rewşa siyasî ya dawî ya Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand.

‘Salek tenê gotinên nefretê li dijî pêkhateyan tên gotin’

Rûken Ehmed da zanîn ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ji çareseriyên siyasî bêhtir bi zext û ferzkirinê sîstema xwe ya desthilatdariyê dimeşîne û got: “Wekî ku tê zanîn ji 6’ê Çileyê ve pêvajoyeke şer tê meşandin. Ev pêvajoya şer encama neçareseriyên siyasî ye. Ev zêdeyî salek e hikumeta demkî li Sûriyeyê di rêveberiyê de ye lê di ve salê de jî me dît ku çiqas axaftinên nefretê li dijî pêkhate û jinan  hatin kirin. Ev yek jî bû sedema şerê navxweyî, şerê ku di nav artêşa Sûriyeyê de ku artêşeke bê pîvanên mirovî ye û hişmendiyeke çeteyî tê meşandin. Em hemû jî dîroka van çeteyan baş dizanin. Şerê îro yê navxweyî tê meşandin li ser pêhateyên Elewî her wiha pêkhateyên Durzî xiyaneta bi pêkhateyan re ye. Di peyaman ku ji aliyê wezareta weqfên olî ve hat weşandin de, di mizgeftan de li dijî gelên Sûriyeyê cîhadê îlan kirin. Ev yek bi xwe sûc e ji ber ku bingeha şerê di navbera gelan de ava dike.”

‘Li herdu taxan gel berxwedaniyeke dîrokî da meşandin’

Rûken Ehmed bal kişand ser şerê ku li ser herdu taxên Kurdan ên Helebê çêbû her wiha berxwedaniya gel ku li wir hat meşandin û wiha domand: “Em çima dibêjin şerekî qirkirinê ye li ser gelê Kurd, di şerê Helebê de diyar bû. Ji ber herdu taxên Kurdan li ber çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê li ber xwe dan û sîstemeke xwe ya xweser dan avakirin. Ew şerê ku li wir hat kirin şerekî qirkirinê bû, kesên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin qetilkirin ne leşker bûn bi tevahî sivîl bûn û wan çeteyan êrîşên xwe yên hovane li ser wan dan meşandin. Di vî şerê ku hat kirin de Tom Barak roleke neyînî lîst ne roleke çareseriyê.”

‘Dewleta Tirk nahêle çareserî çêbibe’

Rûken Ehmed da zanîn ku bi mudaxeleyên dewleta Tirk peymana 10’ê Adarê ku gelek çareserî tê de hebûn neçûye serî û wiha pê de çê: “Hewldanên di peymana 10’ê Adarê de ku çareseriyên siyasî tînin, tevî hewldanên Rêveberiya Xweser û komîteyên diyalogê şandayên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve çûn jî neçû serî. Di wan bendan de di aliyê hikumeta demkî de tu destwerdanên ku bi rastî çareseriyên siyasî bînin tunebûn. Gelek dosyayên mijarê perwerde, aborî , sîstemên xwebirêvebirinê, mafên gelê Kurd di destûrê de hebûn. Lê mixabin niha hikumeta demkî dibêje ku QSD’ê xwe nedaye ber çareseriyê. Em hinek mjiaran ji hev derxin peymana ku 10’ê Adarê hat ragihandin di 13’ê Adarê de destûra Sûriyeyê ya demkî derket, ew destûr bi xwe redkirina peymana 10’ê Adarê bû. Çareseriyên leşkerî wê çareseriyê ji bo Sûriyeyê tenê neyne, Sûriye ber bi aloziyeke kurtir ve diçe.”

‘Li Rojava 15 sal in jiyana hevpar heye’

Rûken Ehmed diyar kir ku heger biryara hikumeta demkî girêdayî mudaxeleyên Tirkiyeyê be wê bandorê li pêvajoya aştî û civaka demokratîk bike û wiha berdewam kir: “Îro biryara Şamê bi xwe girêdayî mudaxeleyên Tirkiyeyê ye, heger ev biryara Şamê bi vî rengî bimeşe wê bandorê li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk bike. Ji ber ku di şerê îro tê kirin de firokên Tirkiyeyê yên bayraktar li aliyên Kobanê topebaran dikin û çeteyên dewleta Tirk jî bi çeteyên HTŞ’ê re li djî QSD’ê li Kobanê şer didin meşandin. Ev yek jî we rê li ber çareseriya li Tirkiyeyê bigre û tifaqa gelê Kurd, Ereb û Tirk çênebe wê rê li ber berjewendiyên Îsraîl û Emêrîkayê veke. Me li herêmê hewl da em 15 salan jiyana hevbeş bi hev re bijîn lê bi mudaxeleya desthilatdariyê dixwazin vê pergalê hilweşînin lê em ê bi biryar bin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

‘Gel dibêje em serî natewînin wê serkeftin para gelê Kurd be’

Rûken Ehmed bal kişand ser berxwedana gel û wiha bi dawî kir: “Gel êdî dizane ku di rewşa hebûn û nebûnê de ye, roj roja rûmetê ye. Hikumeta demkî dixwaze destkeftiyên şoreşê yên ku bi xwîna şehîdan û keda gel hatiye avakirin hilweşîne lê gelê ku evqas şehîd û birîndar dane dibêje roj roja rûmet û berxwedanê ye, wê nikaribin destkeftiyên me hilweşînin. Ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî van destkeftiyan diparêzin gelê Bakur, Başûr û Kurdên li Ewropayê jî van destkeftiyan diparêzin. Gelek kes ji Bakur û Başûr hatin û hewl didin werin tevlî cenga rûmetê bibin û êdî gel dibêje em serî natewînin wê serkeftin para gelê Kurd be.”