Rûken Ehmed: Êrîşên li ser Rojava bi serkêşiya dewleta Tirk tên kirin

Endama Koordînasyona Kongra Star Rûken Ehmed tekez kir ku êrîşên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya li dijî îradeya gelan e bi serkêşiya dewleta Tirk tên kirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ên ku tenê kirasê DAIŞ’ê ji xwe kirine lê DAIŞ bi xwe ne, bi navekî din êrîşê destkeftiyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êrîşan di 6’ê Çileyê de bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin. Li gelek bajaran komkujiyên mezin hatin kirin. Careke din berê êrîşan dan ser bajarê Hesekê. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Li dijî îradeya gel komployek tê meşandin’

Rûken Ehmed da zanîn ku êrîşên ji 6’ê Çileyê ve dest pê kirine heya niha didomin, weke komployeke li dijî Rêveberiya Xweser û yekîtîya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pênase kir û got: “Armanc bi vê komploya navneteweyî şikandina îradeya gel e. Pergala neteweya demokratîk li ser îrade û yekîtiya gelê xwe û li ser jiyana hevbeş ava dibe. Ev sîstem alternatîfek e ji bo rejîmên despotîk ên ku armanca wan tunekirina gelan e. Ji ber vê yekê, em van êrîşan weke komployek li dijî îradeya gelên heyî dibînin.”

‘Şerê cîhanê yê sêyemîn li dijî îradeya gelan e’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku gelê Kurd, vê komployê weke berdewamiya komploya 15’ê Sibata 1999’an dibîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi girtina Rêber Ocalan xwestin îradeya gel bişkînin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji êrîş û komployên hovane yên ku armanca wan tunekirina gelan bûn, banga aştiyê kir. Ev qonax şerê sêyemîn ê cîhanê ye li dijî gel û îradeya wan tê meşandin.”

‘Êrîş bi serkêşiya dewleta Tirk pêk tên’

Rûken Ehmed bal kişand ser êrîşên ku li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin û got ku ne tenê ji aliyê HTŞ’ê ve pêk tên, di heman demê de DAIŞ jî di nav de ye û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê şerê li Sûriyeyê bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê divê gelê Sûriyeyê destwerdana Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê qebûl neke. Ji ber ku ew di navbera civakên herêmê de nakokî û kaosê diafirîne. Armanca wan ew e ku têkiliyên biratiyê yên gelên Sûriyeyê tune bikin.”

‘Hêza gel heye û dikare komployê têk bibe’

Rûken Ehmed di berdewama axaftina xwede got: “Li dijî vê komployê, hêz û îradeya gelan heye dikarin vala derbixin.  Ji ber ku gel xwe di ruhê şerê gelê şoreşgerî derdikeve, civak  xwe li ser yekîtiyê birêve dibe. Şerê şoreşgerî ne tenê hilgirtina çekan e; îradeya gel e, dikare hemû aliyên jiyanê veguherîne têkoşînek şoreşgerî. Hunermend, helbestvan û rewşenbîr dikarin hestên şervanan û berxwedana wan bi stran û nivîsandinê vebêjin.”

‘Şerê gelê şoreşgerî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li dar e’

Rûken Ehmed diyar kir ku di vê qonaxê de, hunermend, mamoste, rojnamevan û bijîşk li kêleka şervanan in, bi awayên xwe yên pratîkî têdikoşin û li ber xwe didin û wiha got: “Em şerê gelê şoreşgerî li ser erdê, di nava civakê de dibînin. Civakek ku nikaribe xwe biparêze, ne yekgirtî be û ku îradeya berxwedanê tunebe dê rastî komkujiyan were. Em hemû şahidên komkujiyên li dijî gelê Êzidî hatine kirin in. Ji ber ku ew ne rêxistinkirî bûn. Niha ew bihêz û rêxistinkirî ne û kes nikare nêzî wan bibe. Şerê gelê şoreşgerî parastina axa xwe ye. Civatek ku ne azad be, nikare xwe biparêze. Di seranserê dîrokê de gelê Kurd rastî gelek komkujiyan hat lê îro gelê Kurd xwedî îdeolojiyeke xurt e.”

‘Namûs ax e divê em dev ji xaka xwe bernedin’

Rûken Ehmed behsa girîngiya xwedîderketina li xakê kir û wiha anî ziman: “Gelê Kurd di warên siyasî, civakî û parastinê de xwedî bîrdozî û felsefeyeke kûr e. Em di demên dîrokî de dijîn û şahidiya wan dikin. Serkeftina me di redkirina terikandina welatê me de ye. Kes azadî nade me; azadî ji hêz, îrade û rêxistina me bi xwe tê. Ew behsa namûsê dikin û namûsê bi jinan ve girê didin lê rêbertî ji me re rave kir ku namûs temsîla axê ye û divê em axa xwe ji êrîşan biparêzin.”

‘Ji cenaze û keziyên şervanên jin ditirsin’

Rûken Ehmed behsa hovîtiya HTŞ’a cîhadîst a li dijî jinan kir û bal kişand ser berxwedana şehîd Denîz ku çawa ji bo parastina xaka xwe heya dawî şer kir û wiha got: “Me li Helebê dît çawa cenazeyê şervana Kurd Denîz ji qata çaran avêtin. Wê gelê xwe ji hovîtiya wan diparast; wê êrîşî kesê nekir. Ew li taxa xwe bû, gelê xwe diparast û heta ku şehîd bû li ber xwe da. Wan hovan ji cenazeyê şervana jin a Kurd ditirsin. Îro li Rojava careke din dîmenên xwe yên hovêtiyê parve dikin,  porê şervaneke Kurd birine û pê pesnê xwe didin. Ev çi derûnî ye? Bêguman ji ber tirsê ye. Em bang li hemî jinên ku piştgirî dane Şoreşa Rojava dikin ku di vê qonaxê de li kêleka jinan bisekinin, ji ber ku dema pirsgirêk dibe pirsgirêka jinan, tenê yekîtî û hevgirtin dikare bibe çareserî.”

‘Têkoşîna jinan ji bo rûmetê ye’

Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna jinan, ji bo rûmetê ye û got: “Li Hesekê, me dît jin çawa piştgiriyê didin şervanên xwe û diyar kirin ku ew ji bo her tiştî amade ne. Ger saziyên mafên mirovan hebin, em bang li wan dikin ku êrîşên hovane yên li ser Rojava rawestînin.”