RSF’ê destdirêjiyê li sê rojnamegerên jin kir
Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), herî kêm 3 rojnamevanên jin ji aliyê leşkerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve rastî êrîşa zayendî hatin. Her wiha hat ragihandin ku 13 rojnamevanên jin û mêr jî winda bûn.
					Sûdan – Li Sûdanê, ji destpêka pevçûnên meha Nîsana 2023’an û vir ve di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, rojnamevanên jin di bin şert û mercên pir dijwar de dixebitin. Bi taybetî jî li herêmên di bin kontrola RSF’ê de, maf û ewlehita rojnamevanan bi awayekî cidî tê binpêkirin.
Li gorî rapora nû ya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), piştî ku RSF’ê bajarê El-Faşêrê dagirkir, herî kêm 3 rojnamevanên jin ji aliyê leşkerên RSF’ê ve rastî êrîşa zayendî hatin û 13 rojnamevan jî winda bûn.
Di raporê de hate diyarkirin bajarê El- Faşêrê piştî ku ket di bin kontola RSF’ê de “veguherî qada binpêkirinên mafên mirovan ên cidî ya li dijî sivîl û rojnamevanan". Di nava van binpêkirinan tundiya fizîkî, revandin, desteserkirina navendên nûçeyan û veguherandina jibo navendên binçavkirinê û tundiya zayendî ya li dijî rojnamevanên jin cihdigre.
Banga parastina rojnamevanan
Komîteyê, ragihand ku sûcdaran hinek êrîşan tomar kirine û li ser medyaya dijîtal parve kirine. CPJ’ê, bang li civaka navneteweyî kir ku rojnamevanên li El-Faşêrê biparêze û daxwaza berdana kesên hatine girtin kir.
RSF’ê di 27’ê Cotmehê de bajarê El-Faşêrê dagir kir. Ev bûyer bû sedema zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî sivîlan, darvekirinên li qadan, qeyranek mirovî ya tund û koçberbûna girseyî.
Aqûbeta 3 hezar kesan nayê zanîn
Sekreteriya Konseya Neteweyî ya Parastina Zarokan, jî van binpêkirinan şermezar kir. Konseyê, diyar kir ku 2 hezar zarok, 3 hezar jin û 1 hezar û 500 jî kesên extiyar hatine qetilkirin an jî koçber bûne û her wiha aqûbeta 3 hezar kesan jî nayê zanîn.
Bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo parastina sivîlên li El-Faşêrê û Darfûrê û rawestandina êrîşên li dijî van mirovên bêparastin, mudaxaleyek lezgîn bikin.