Ronak Zamanî bi gihîştina lutkeyê got ‘ez heme’

Ronak Zamanî yekem jina Kurd bû ku xwe gihand lutkeya Manaslu ya 8 hezar û 163 metreyî. Wê ne tenê xwe gihand çiya, di heman demê de li hember astengiyên civakî û aborî ku jin lê rast tên got ez heme.

SONYA MORADÎ

Sine- Ji bo hebûna têkoşîna jinan a di werzîş, civak û hemû qadên jiyanê de, çîrokên serkeftinê yên îlhamê dide gengaz e. Serkeftina welatiya Kurd Ronak Zamanî ku gihîşt lutkeya Manaslu, ne serkeftinek ferdî ya werzîşê ye, di heman demê de îfadeya sekna bi hêz a li dijî astengiyên civakî, aborî û çandî ye jî.

Komek jinên çiyager û hişyar ên bajarê Sine, ji bo teqdîrkirin Ronak Zamanî ku xwe gihandî lutkeya Manaslu ya bilindahiya wê 8 hezar û 163 metre ye, li Salona çandê ya şaredariyê hatin ba hev. Ronak Zamanî, bû yekem jina Kurd ku xwe gihandiya lutkeya Manaslu ya 8 hezar û 163 metre. Di hatina ba hev de xelat dan Ronak Zamanî, di heman demê de bal kişandin ser pirsgirêkên ku jinên çiyager dikşînin.

 

 

 

Lutke di heman demê de serîrakirin e

Ronak Zamanî ne tenê çiyager e, di heman demê de pispora xizmetên civakî ye jî. Ronak Zamanî ku her tim xwe destpêkê wek pispora xizmeta civakî û piştre wek çiyager dide nasîn, wek navek ku balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan derdikeve pêş. Ronak Zamanî xwe gihand lutkeyê, ev ne tenê wek serkeftinek şexsî, di heman demê de wek serîrakirina li dijî hemû tiştên ku zextê li jinan dike pênase dike.

 

 

‘Dikarin ji bo jinan rê vekin’

Ronak Zamanî di axaftina xwe de bang li jinan kir û got: “Li bajarên biçûk, ji bo jinan çiyagertî, ji mijarên madî wêdetir hê zêdetir zor e. Ji ber jin hertim rastî bê edaletê tên, bi taybetî li bajarên biçûk, em nikarin înkar bikin. Li van cihan zextên psîkolojîk hê zêdetir dibin û bandorên neyînî yên urf û edetan bi awayek bi hêz nîşan dide. Di vê mijarê de min hewl da tabûyan hilweşînim û ez di wê baweriyê de me ez ne ya dawî me. Wê di pêşerojê de jinên din jî vê rêyê bidomînin. Her jinek, ger hevrûyî zextên ku li pêşiya pêşketina wan bibin, dikarin alîkariya jinên din jî bikin û dikarin ji bo wan rê vekin.”