Romannivîsa Îraqî Lutfiyê El-Duleymî koça dawî kir
Çavkaniyên çandî yên Îraqî û Erebî şîna romannivîs LutfiyêEl- Duleymî ku piştî têkoşîneke bi nexweşiyê re koça dawî kir, digirin. Lutfiyê mîrateyeke dewlemend a wêjeyî û ezmûneke afirîner li pey xwe hişt.
Navenda Nûçeyan – Derdorên çandî yên Îraqî û Ereb, şîna romannivîs û wergêra Îraqî Lutfiyê El-Duleymî digirin. Latîfe duh di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li nexweşxaneyek li paytext Ummana Urdunê, di 80 saliya xwe de koça dawî kir. Ev demek bû ku Latîfe li hember nexweşîna xwe têdikoşiya.
Bi koça dawî ya wê re çanda erebî yek ji ezmûnên afirîner ên jinan ên herî berbiçav û bibandor ên 50 salên borî bi dawî dike. Ji ber ku kariyera wê di nivîsandina çîrok, roman, wergerandin û gotaran de zêdetirî nîv sedsalek xebata domdar de hebû.
Kariyera wê ya wêjeyî
Lutfiyê El-Duleymî di sala 1943’an de li Bexdayê ji dayîk bû. Xwendina xwe li dibistanên Bexdayê qedand û dû re bawernameya lîsansê di zimanê Erebî de girt. Bi salan di mamostetiya Erebî de xebitî, berî ku berê xwe bide karê çandî û rojnamegeriyê, li wir wê di kovara wêjeyî "Al-Tali'a" de posta edîtora çîrokan, dû re jî edîtora rêveber a kovara Îraqî "Foreign Culture" girt.
Li gorî tiştên ku wê berê gotibû, perwerdehiya wê ya zû ji aliyê bandorên jîngehê, perwerdehiyê û xwendina azad a bê sînorkirin ve hatiye şekilkirin. Lê wê tekez kir ku motîvasyona hundirîn a keşifkirina cîhanê, wek hêmana herî bi bandor di şekildana vîzyona wê de maye.
Di sala 1992’an de, Lutfiyê El-Duleymî û hejmarek rewşenbîrên Îraqî "Forûma Çandî ya Jinan" li Bexdayê damezrandin. Vê forûma navdar roleke girîng di piştgiriya hebûna jinan a di qada çandî de lîst. Di sala 2004’an de, wê Navenda "Şebaad" ji bo Lêkolînên Azadiya Jinan damezrand. Her wiha wek edîtora sereke ya kovara çandî ya mehane "Hala" xebitî, ku di sala 2005’an de li Bexdayê hate weşandin.
Beşdarî gelek konfrans û forûman bû
Lutfiyê El-Duleymî her wiha endama damezrîner a Foruma Çandî ya Îraqê û Komeleya Îraqê ya Piştgiriya Çandê bû. Latîfe beşdarî konferans û forumên çandî li Tunis, Urdun, Mexrîb, Sûriye, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Îspanya, Fransa, Swîsre û Almanyayê bû.
Çîrokên wê bi gelez zimanan hatin wergerkirin
Ji bilî xwendina Erebî, wê di sala 1978’an de li Zanîngeha Londonê - Goldsmiths College ziman û wêjeya Îngilîzî xwend. Ev bû sedem ku bêtir bi wêjeya cîhanê re rû bi rû bimîne û çîrokên xwe wergerandin Îngilîzî, Polonî, Romanî û Îtalî. Romana wê ya "The World of Lonely Women" jî wergerandin Çînî.
Ew di sala 2004’an de li ser vexwendina Enstîtuya Goethe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê bû û li ser ezmûna xwe ya afirîner gotarek da. Her wiha di heman salê de beşdarî Festîvala Sê Parzemînan li Giravên Kanaryayê bû.
Mîrateyek wêjeyî li şûna xwe hişt
Lutfiyê El*-Duleymî mîrateyeke wêjeyî ya berfireh li dû xwe hişt. Zêdetirî 30 roman û çîrokên kurt, ji bilî zêdetirî bîst berhemên wergerandî, her wiha berhemên dramatîk ji bo şano û televîzyonê weşandiye. Berhemên wê bûne mijara gelek tezên doktorayê û tezên masterê li zanîngehên Îraqî, Erebî û navneteweyî ku rewşa wê di qada wêjeyî de nîşan dide.
Di çarçoveyên teng ên îdeolojîk de sînordar nema
Berevajî gelek kesan, Lutfiyê El-Duleymî xwe di çarçoveyên teng ên îdeolojîk de sînordar nekir. Di şûna wê de, wê serxwebûna rewşenbîrî û perspektîfek rexneyî ya her tim pêşketî parast. Bi wêrekî û hestek zelal a berpirsyariya mirovan re rûbirûyî diyardeyên rewşenbîrî, zanistî û edebî bû. Wê bawer dikir ku azadî, bingeha hebûna mirovan e.