‘Rola jinan di pêşxistina herêmê de zêde ye’
Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Kantona Dêrezorê Heba El- Zarî diyar kir ku bi projeyan hewl didin derfetên kar ji bo jinan ava bikin û got ku armanca wan ew e bi vê yekê jin bikaribin di warê aboriyê de xweser bin.
ZEYNEB XELÎF
Dêrezor- Komîteya Şardariyan a Dêrezorê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi riya projeyan hewl dide rewşa aborî û civakî ya jinan baş bike û rola wan di qadên biryardayîn û civakê de bi hêz bike.
Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Kantona Dêrezorê Heba El- Zarî diyar kir ku hewl didin jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz bikin ji bo wê jî pergala hevserokatiyê di vê mijarê de mînakek baş e û wiha got: “Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di hilbijartinan de jinan gelek serkeftin bi dest xistin. Ev hilbjartin ji bo piştevaniya jinan di pêvajoyên biryardayînê de girîng e. Komîteya şaredariyan a Dêrezorê der barê başkirina jinan di aliyê civakî û aborî de hedef dike ku projeyên pêşxistinê bixe meriyetê.”
Komîteya şaredariyan hêzê dide jinan
Heba El- Zarî da zanîn ku bihêzkirina jinan ne tenê hedefek e, di heman demê de ji bo pêkanîna berdewamkirina pêşxistinê pêwîstiyek e û wiha got: “Komîteya şaredariyan, projeyên xwe yên piştevaniya jinan dike û planên xwe yên pêşerojê dide nasandin. Ev proje der barê bihêzkirina cihê jinan di şaredariyan de û di wateya bihêzkirina siyasî û îdarî ya jinan de weke gaveke girîng tê nirxandin. Ev serkeftin derfetê de beşdariya jinan di warên biryardayînê de.”
Projeyên ji bo piştgiriya jinan û planên pêşerojê
Heba El-Zarî diyar kir ku projeyên ji bo piştevanî û bihêzkirina jinan hatine pêşkêşkirin, rêveberiyên biçûk ên ku hêza derfetên kar ji bo jinan ava bikin digre nava xwe û got: “Ev proje hedef dike ku piştevaniya aboriya xwecihî bide û derfetên kar ji bo jinan ava bike. Bi piştevaniya projeyên biçûk, wê jin bikaribin aboriya xwe ya serbixwe pêk bînin, ev serxwebûn di giştî civakê de erênî hat dîtîn. Ji bo hemû jinên bi perwerde û bê perwerde piştevaniya malî û teknîkî pêşkêş dike ji bo bihêzkirina rolên wan ên civakî, zanistî û pîşeyî.”
Hedefên pêşerojê
Heba El- Zarî da zanîn ku komîteya xizmetê û şaredariyan a Dêrezorê hewl dide bi projeyan derfetên kar ji bo jinan ava bike û wiha got: “Di nava çar salên dawî de di warê rola jinan de pêşketinên girîng çêbûn û van pêşketinan guherînek berbiçav dan avakirin. Rola jinan di qada civakê de bi bandor e.”
Peyama ji bo jinên ku dixebitin û têdikoşin
Heba El-Zarî bang li jinan kir û got: “Rola jinan tenê bi saziyan re sînordar nîn e, li malê jî jin rol dilîzin. Rêveberiya serkeftî ya melek e, yek ji rêbazên herî girîng ew e ku ger jinek serkeftinê li malê bi dest bixe wê di saziyan de jî serkeftinê bi dest bixe.”
Heba El- Zarî da zanîn ku bihêzkirina projeyên jinan, yek ji hedefên bingehîn ên Komîteya Şaredariya Dêrazorê ye û got: “Sîstema hevserokatiyê di her şaredariyê de wê sûdê bide vê hedefê. Hewldanên bihzêkirina jinan û rola wan a di civakê de, ji bo avakirina civakeke pêşketî girîng e. Bi piştgiriya jinan wê civakek pêşketî were avakirin.”