Rola jinan a di nava şer de
Jin di şer de ne tenê dibin hedef, bi sekna xwe ya bi biryar bi hevgirtin û beşdariya civakî roleke bi bandor di kêmkirina ziraran û pêşxistina aştiyê de bilîzin.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Destpêkirina êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên li ser Îranê û berfirehbûna şer piştî wê ji ber bersiva Îranê, fikarên li ser encamên mirovî yên vê pevçûnê zêde kirine. Tevî vê yekê, rewşa jinan û komên din ên marjînalîzekirî di medyayê de kêmtir tên dîtin û girîngiya wan nayê zanîn, an jî carna bi tevahî tên paşguhkirin.
Gelo şer çawa bandorê li jiyana jinan dike? Encamên civakî, aborî û ewlehiyê ji bo jinan çi ne? Ezmûnên welatên din ên di şert û mercên şer de dikarin çi dersan bidin û bi berçavgirtina ezmûnên dîrokî yên civaka Îranê, di rewşên wiha de pêşeroja jinan çawa dikare were şekildan?
Di vê mijarê de, em bi Rizvan Mogaddem, berdevka "Kampanyaya Rawestandina Kuştinên Namûsê" û çalakvana mafên mirovan re, li ser ewlehî, rewşa civakî û mafên jinan li Îranê di şert û mercên şer de axivîn.
Hûn rewşa jinan li Îranê di bin şert û mercên şerê heyî de çawa dinirxînin?
Şer û bêewlehiya ku ji ber şer diafire, di warên civakî û jiyanî de, bi taybetî ji bo jinan, encamên kûr û dûr hene. Bêewlehî û krîzên civakî di bin şert û mercên şer de zêde dibin ji ber ku gelek piştgirî û xizmetên civakî di dema şer de qels dibin an jî têk diçin. Di rewşeke wiha de, barê lênêrîna malbat, zarok û kal û pîran girantir dikeve ser milên jinan. Ji ber ku di gelek civakan de, berpirsiyariya lênêrîna endamên malbatê li ser milên jinan e.
Ji aliyekî din ve, şer pir caran bi zêdebûna tundiya zayendî û her wiha tundiya navmalî re tê. Me gelek caran dîtiye ku jinên li welatên şer li wan heye dijîn, ji ber kêmbûna kontrola civakî û hilweşîna hinek saziyên piştgiriyê, bêhtir rastî tundiyê tên.
Dema ku bîranîn û vegotinên jinan li welatên wekî Kamboçya, Vîetnam û Japonya û ezmûnên jinên Îranî di dema şerê Îran-Iraqê de tên lêkolînkirin, xwezaya êş û tirsnak a van ezmûnan eşkere dibe. Ji bo jinên ku beriya şer - mîna gelek jinên li Îranê - bi sînorkirinên pergalî û qanûnî re rûbirû mane, ev rewş tevlihevtir û dijwartir dibe. Ji ber ku ev sînorkirin wan di bin şert û mercên şer de bêhtir bêparastin dikin.
Ezmûnên dîrokî û lêkolînên gerdûnî yên li ser rol û rewşa jinan di dema şer de ji bo jinan di şert û mercên îroyîn de dersên çawa pêşkêş dikin?
Lêkolîn nîşan didin ku jin di şeran de gelek caran dibin hedef lê di heman demê de roleke subjektîf û biryardar jî dilîzin; di gelek rewşan de, ew di dema şer de dibin aktorên civakî û xeta aştîxwaz.
Ezmûnên dîrokî li Ewropa, Afrîka û Amerîkaya Latîn nîşan didin ku jin di rêxistinên alîkariya mirovî, avakirina torên civakî yên piştgirî û pêşvebirina tevgerên aştiyê de roleke girîng dilîzin. Wekî din, beşdariya jinan di pêvajoyên ji nû ve avakirina civakî û hewldanên avakirina aştiyê de pir girîng e.
Lêkolînên ku di çarçoveya bernameya "Jin, Aştî û Ewlehî" ya Neteweyên Yekbûyî û Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatine kirin nîşan didin ku beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê û mekanîzmayên biryardayînê de îhtîmala bidestxistina aştiya mayînde zêde dike.
Dema ku ezmûnên dîrokî yên jinên Îranî di demên krîzê de li ber çavan tên girtin, tê dîtin ku beşdariya çalak di warên civakî û siyasî de ne tenê dibe alîkar ku zirarê kêm bike, di heman demê de dikare roleke girîng di avakirina pêvajoyên civakî û aştiyane yên bi bandor de jî bilîze.
Di dema şerê Îran-Iraqê de, jinan rolên girîng ên piştgir û civakî girtin ser xwe. Wekî din, koma "Dayikên ji bo Aştiyê" di van rojên ku Îran bi gefa şerê derve re rûbirû ye de derket holê. Di destpêkê de, em tenê heşt kes bûn, ez jî yek ji wan bûm; lê belê, bi demê re hejmara me zêde bû, çalakiyên me berfireh bûn. Tevgerên sivîl ên bi vî rengî bandoreke girîng li ser hewldanên kêmkirina tengezariyê û pêşîgirtina şer kirine.
Ev kom çawa dikarin di civak, torên civakî û çalakiyên sivîl de rola xwe bilîzin?
Di demên şer û krîzan de, torên hevgirtinê yek ji çavkaniyên herî girîng ên piştgiriya mirovî ne. Komeleyên herêmî û saziyên ne fermî dikarin roleke bi bandor di peydakirina piştgiriya madî manewî de bilîzin.
Di wêneyên şer ên ku digihîjin me de, em dibînin ku mirov bi lez ji bo piştgiriya hev seferber dibin. Ev hem parastina nirxên mirovî hem jî civakî nîşan dide û pir caran piştgiriyek pêbawertir ji alîkariya fermî peyda dike.
Li Îranê jî torên civakî û hevgirtina di navbera jinan de dikare bibin alîkar ku zirara ji ber şer çêdibe kêm bikin û di parastin û xurtkirina nirxên demokratîk de roleke bi bandor bilîzin.
Hinek dezgehên medyayê van pirsgirêkan û tevgerên hevgirtinê yên li dijî şer paşguh dikin, nikarin fikarên rastîn ên mirovan çareser bikin. Medya çawa dikare roleke bi bandor bilîze?
Di dema şer de, medya şûrekî dudevî ye, roleke dualî dilîze. Ji aliyekî ve, ew dikare tundî û polarîzasyonê gur bike; ji aliyê din ve, hişmendiya giştî û hevgirtina civakî xurt bike. Lê belê, piraniya dezgehên medyayê di bin bandorên desthilatdariyê de dixebitin û vê rola dualî bi berpirsiyariya pîşeyî baş nikarin pêk bînin.
Medyaya berpirsyar û serbixwe dikare bi çareserkirina encamên şer, balkişandina ser vegotinên mirovan û ser aliyên mirovî yên krîzê rolek avaker bilîze. Nimûneya dawî ya êrîşa li ser dibistana keçan li Minabê nîşan dide ku bûyer pir caran tenê weke îstatîstîk tên ragihandin. Lê belê medya divê mezinahiya vê karesatê ronî bike û hesasiyeta giştî li hemberî komên xeternak zêde bike hevgirtina civakî bi pêş bixe.
Tora civakî di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze. Medyaya serbixwe dikare bi rêgirtina li hilberîna naveroka sansasyonel, belavkirina agahiyên rast û girtina însiyatîfên bi bandor vê yekê bi dest bixe.