Rojnegerên hatin qetilkirin li Qamişlo spartin axê
Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazin Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Qamişlo spartin axê.
Qamişlo – Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19’ê kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriye dema nûçe dişopandin ji aliyê SÎHA’ ya dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin definkirin.
Malbatan ji bo cenazeyên zarokê xwe bigirin û li Bakurê Kurdistanê defin bikin serlêdan kiribûn. Heyetek ji malbata rojnageran pêkdihat, ji bo girtina cenazeyên xwe li sînorê herêma Federe a Kurdistanê hatin astengkirin û sê rojan li deriye sînor yê Xabûr bi hinceta ‘sîstem tine’ hat rawestand. Ji heyete re hatibû gotin ku wezaretê destur nadeya cenaze derbaz bibe. Li ser vê yekê malbatan ji bo hê zêdetir cenaze îşkence nebîne xwestin li Qamişlo werin definkirin.
Li ser vê yekê cenazeyên rojnamegeran, bi beşdariya rojnameger û bi hezaran kesan hatin definkirin.