Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike
Rojnameya polîtîk û îdeolojîk a mehane Komînal bi dirûşma “Îsrara li ser mirovbûnê, îsrara li ser sosyalîzmê ye” di meha Adarê de dest bi weşanê dike.
Navenda Nûçeyan – Rojnameya Komînal di meha Adarê de dest bi weşanê dike. Hat îfadekirin ku rojnameya ku bi dirûşma ‘Îsrara li ser sosyalîzmê îsrara li ser mirovbûnê ye’ derbikeve, wê bibe dengê têkoşîna demokrasî û wekheviyê ku xwe dispêre cihêrengî û azadiya mirovahiyê û gelê Kurd.
Têkildarî xeta weşana Rojnameya Komînal ev tişt hat gotin:
“Komînal wê tu carî bêalî nebe; wê her dem li aliyê heqîqet, rastî, başî, bedewî û azadiyê be. Li hemberî êrîşên qirker û mêtinger ên serwerên Tirk, Ereb û Fars wê her dem xwedî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd derkeve û bibe dengê geş ê vê têkoşînê.
Rojnameya Komînal wê vê fikrê ji xwe re bike esas ku pirsgirêka civakî ya destpêkê û herî kûr bi kolekirina jinan bi destên mêr û kujerê kastîk destpê kiriye û bi pergal û mêjiyê serweriya mêr di vê serdemê de gihîştiye asta herî bilind. Komînal wê li her cihî û her dem li dijî pergal û mejiyê serweriya mêr, li hemberî her cure nêzîkatiyên zayendîperest ên li ser vê bingehê derketine holê xeta azadiya jinan ji xwe re bike esas û ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinan û bidestxistina serkeftinan wê têbikoşe.
Rojnameya Komînal wê hêza xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk û baweriya bi sosyalîzma civaka demokratîk bigre.
Li hemberî her cure nêzikatiyên zayendperest, li ser esasê xeta azadiya jinan ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinan û bidestxistina serkeftinan her wiha li dijî madiyatperestî û ezezîtiya modernîteya kapîtalîst ji bo avabûna civaka demokratîk a li ser bingeha komunalîteyê wê bi roleke çalak rabe.”