Rojnamevanên jin ên Sûdanê cezayên darvekirinê şermezar kirin

Rojnamevanên jin ên Sûdanê cezayê darvekirinê yê rejîma Îranê li Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî biriye şermezar kirin û bang kirin ku demildest cezayê darvekiririnê were betalkirin.

MEYSA QAZÎ

Sûdan- Şermezarkirina ji bo cezayên darvekirinê yên li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên kedkaran Şerîfe Muhammedî hatine birîn her roja ku diçe zêdetir dibin. Li dijî cezayên darvekirinê çalkiyên jinan ên bi dirûşma ‘Na ji darvekirinê, erê ji jiyana azad re’ li çar aliyê cîhanê berbelav dibe. Di çarçoveya şermezarkirina cezayê darvekirinê de rojnamevanên jin ên Sûdanê diyar kirin ku ew piştevaniya jinên têkoşer dikin û ragihandin ku ew vê biryara darvekirinê red dikin. 

Rojnamevana Sûdanê Medîha Abdullah Mihemed Qahir piştevaniya xwe ya bi jinên aktivîstên Îranê Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî re anî ziman û li dijî cezayê davekirinê derket û wiha got: “Ev ceza beşek ji karê rejîma dîktetor a mêrsalarî û li dijî jinan e ku li cihên cuda yên cîhanê bi taybetî li dijî çalakvanên jin û rojnamevanên jin tê encamdan. Sûcê ku rejîma Îranê li hemberî azadîxwazan dike, heman sûcê ku desthilatdariya Sûdanê li dijî jinên çalakvan û parêzvanên mafên mirovan dike ye. Em piştevaniya xwe ya bi kampanyaya ‘Na jî darvekirinê re’ diyar dikin.”

Banga têkoşînê

Medîha Abdullah Mihemed Qahir banga betalkirina cezayê darvekirinê kir û bang ji hemû çalakvanên jin ên li seranserê cîhanê xwest li gel jinên Îranê bin û li dijî êrişên rejîma mêr derbikevin û li cihên lê ne têbikoşin.

Endama Tora Medyayê Lemiya Elcîlî piştevaniya xwe ya bi Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî re dubare kir û diyar kir ku ew hemû şêwazên darvekirinê red dikin.