Rojnamevanên jin: Divê hewldan tenê di gotinê de nemînin
Jinên rojnamevan ên Helebceyê hewldana ji bo parastina ji êrîşên zayendî, gef û zextan girîng dibînin û dibêjin: “Divê zagonên ku jinên rojnamevan biparêzin hebin da ku bikaribin di erk û mafan de wekhev bin.”

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Ji bo çareserkirina astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin û bihêzkirina cihê wan di karê medyaya Kurd de, Wezareta Rewşenbîran û Ciwanên Hikumeta Herêma Kurdistanê, 11 pêşniyar pêşkêşî dezgehên ragihandinê kirin. Pêşniyar ji aliyê ‘Navenda Pêşxistina Demokrasî û Mafên Mirovan’ û ‘Rêxistina Cesene’ ve hat amadekirin û bal kişand ser wekheviyê û vekirina derî ji bo jinan da ku bikaribin di astên rêveberiyê de beşdarî xebatan bibin.
Ev gav di demek wisa de hatiye avêtin ku jinên rojnamevan li herêma Kurdistanê rastî gelek pirsgirêkan tên, cudakariya zayendî di mûçe û pileyên bilind de. Her wiha nebûna jîngehek ku taybetmendiyên jinan li ber çavan bigre.
Hinek pêşniyarên girîng ev in:
* Rêgiriya li hemberî êrîşên zayendî: Danîna rênimayên tund ji bo rêgirîkirina li zextên zayendî di nava dezgehan de û hişyarkirina karmendan li ser çawaniya nêzikatî û raporkirina li ser van bûyeran.
* Danîna sîstema kotayê: Zexta li ser parlamentoyê ji bo pesendkirina sîstema kotayê ji bo ku jin beşdarî navenda biryardayîna medyayê bibin.
* Avakirina jîngeha karkirina guncaw: Avakirina şert û mercan û asankariya ji bo jinên medyakar bi awayek ku li gel xweza û pêdawîstiyên biyolojî bigunce.
* Alîkariya Zagonî: Sendîkaya parêzeran alîkar bin ji bo pêşîlêgirtina tundiya ku jinên rojnamevanan li cihê kar.
* Bidawîanîna cudahiyan
* Xwerêxistinkirin.
‘Ev gav girîng e’
Ji bo em bizanibin rojnamevanan sînorê Helebceyê vê pêşniyarê çawa dibînin me li gel rojamevanên jin hevdîtin pêk anî.
Rojnamevan Evîn Eta wiha got: “Ev zêdeyî 10 salan e ez di qada rojmaevaniyê de dixebitim û di dema kar de rastî gelek pirsgirêkan hatim. Ev gav girîng e ji bo parastina rojnamevanên jin. Ev yek tenê bi hewldan nabe divê karên cidî jê re bê kirin da ku jin bikaribin bi dilrihetî karê xwe bikin. Her dem ji ber zextan nesekinin. Ji ber karkirin giraniya xwe heye û nabe ji dest bidin.”
‘Divê zagona parastina mafên jinên rojnamevanan hebe’
Rojnamevan Çûvîn Emer ku di qada bihîstinê de dixebite wiha got: “Ev 5 sal in ez kar dikim, ji ber ez di medyaya bihîstinê de dixebitim, ez zêde li ber çavên civakê nakevim. Divê zagonên ku mafên jinên rojnamevan diparêze hebin. Da ku bikaribin di erk û mafên xwe de wekhev bin.”
‘Bila pêşniyar li ser kaxizê nemîne’
Rojnamevan Govar Bextiyar da zanîn ku jinên rojnamevan di demek wisa de kar dikin ku her dem gef, zextên civakê û nebûna sîstema piştevanî hebû wiha got: “Çend carên din jî daxwaz û pêşniyarên hebû. Lê belê ger vê carê jî ev daxwaz, tenê bi murekeba ser kaxezê bimîne, wê bi tu awayî bawerî di nava aliyên pêwendîdar û rojnamevanan de namîne. Ji ber wê divê sîstemek guherînê hebe û muameleyek eşkere bi jinên rojnamevan bikin. Girîngî bidin jinên rojnamevanan. Ev pêşniyar were bicihanîn. Ev pêşniyar destpêkek baş e.”