Rojnamevana Tûnisî: Tenê keziyek, bû sembola dengê yekîtiya bi hezaran jinan

Rojnamevana Tûnisî Takva el-Falhî ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, diyar kir ku berxwedana jinên Kurd îlhamê dide hemû jinên dinyayê û got ku Tenê keziyek, bû sembola dengê yekîtiya bi hezaran jinan.”

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis- Pevçûnên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û êrîşên dubare dibin, bi sîvîlan sînordar nebûye raste rast jinên ku bingehê civakê ne dike hedef. Ev rewş bûye pêwîstiyek lezgîn ku bi taybetî bi rêya medyaya femînîst êş û têkoşîna jinan vejîne û bêdengiya li hemberî pêkanînên zextê, bişkîne.

Rojnamevana Tûnisî Takva el-Falhî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek ‘sûcên li dijî mirovatiyê’ bi navkir û diyar kir ku ev êrîş, êrîşên li dijî destekftiyên jinan ku ji sala 2014’an heta niha bi destxistin e û got: “Jinên Kurd ku di rizgarkirina herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de û li dijî kiryarên wan rolek krîtîk listîne. Bi taybet Kobanê ku dibin dorpêçê de ye, bi şertên zor ku rê li ber mirina sivîlan vedike re rû bi rû ye.”

‘Jinên Kurd di parastina jiyana xwe de bi biryar in’

Takva el-Falhî da zanîn ku tevî hemû şertên zor jinên Kurd bi hêz û biryar in û wiha pê de çû: “Jinên Kurd di mijara parastina jiyan û xaka xwe de bi biryar in. Îro êrîşên li dijî wan, hewldanek sîstematîk ku bi armanca lewazkirina têkoşîn û tinekirina destkeftiyên wan tê meşandin e. Bi taybetî sivîl û zarokên li Kobanê di bin dorpêçê de dijîn. Di şertên gelek giran de têkoşîna jiyanê didomînin. Serma, nebûna xizmetên bingehîn ên wek av, ceyran û înternetê, nîşan dide ku tiştên tê jiyîn ne êrîşek yekane ye. Armanc qutkirina têkiliya bi herêm û dinyayê re ye, hedefgirtina mafê tevgera Kurd û jinên Kurd û bêpar hiştina wan a ji pêwîstiyên jiyanê yên herî bingehîn e. Ev polîtîkayek sîstematîk û bi plan a eşkere ye.”

‘Jinên hilgirê dilsoziya çandê di hedefê de ne’

Takva el-Falhî da zanîn ku rewşa li Sûriyeyê rasterast encama pevçûnên siyasî û rageşiyê ye û got: “Lê belê jinên Kurd, maf û destkeftiyên xwe yên dîrokî diparêzin, li gel van zoriyan, bi hêza têkoşîna xwe didomînin. Êrîşên heyî, bi rêya tundî û dorpêçê rasterast jinên Kurd dike hedef. Her wiha bi rêya jêbirina nasnameya Kurd rasterast wan dike hedef. Jin ji dîrokê ve bûn hilgirên dilsoziya çandî û dixwazin bi hedefgirtina jinan vê dilsoziyê qut bikin.”

Hêza piştevaniya ku derketî holê

Takva el-Falhî îfade kir ku bûyera li Reqayê ku keziyê jinek şervan jêkirin û di medyaya dijîtal de parve kirin, êrîşek hem fizîkî hem jî psîkolojîk e û wiha got: “Ev bûyer ji Ewropa, Rusya û heta dinyaya Ereb li çar aliyên dinyayê piştevaniyek berfireh ava kir, ev jî bû sedem ku hewldanên lewazkirina jinan Kurd biser nekeve, kiryar paşde gav biavêje. Piştevanî hê didome, tenê bi nobet û hewldanên piştevaniyê sînordar nebû. Ev piştevaniya derketiye holê, li beramberî bêedaletiya tê jiyîn hêz û yekîtiya jinên Kurd îsbat dike.”  

Takva el-Falhi anî ziman ku li hemberî jêkirina keziya şervana jin li Reqayê, li gelek welatên dinyayê wek bertekek li dijî vê, porên xwe kirin kezî û di medyaya dijîtal de parve kirin û wiha dom kir: “Em bûn şahidê pêla piştevaniya femînîst ku li gelek bajaran porên xwe kom kirine û kirine kezî. Ev peyamek sembolîk e nîşan dide ku nasnameya Kurd li dijî her cûrê tundî û hewldana tinekirinê ye. Armanca êrîşan, lewazkirina jinên Kurd bû. Lê belê berovajî wî çêbû. Bi saya medya û medya dijîtal, piştevaniya navneteweyî belav bû û tenê keziyek, bû sembola dengê yekîtiya bi hezaran jinan. Ev piştevanî, tenê bi bihêzkirina jina Kurd re sînordar nebû, di heman demê de li ser hêzên serwer ên navneteweyî bandor ava kir.”  

Tirsa ji yekîtiya jina Kurd

Takva el-Falha diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi teybetî jin tên hedefgirtin û got: “Di navbera kuştin û qutkirinê de ferqek heye, kuştin dawîanîna jiyana jinek e, lê belê hewldanên qutkirina jinên Kurd, tirsa dijminan a ji hêza wan derdixe holê. Tevî van êşên kişandine, çavkaniya rûmetê ye. Tabloya derketiye holê, jinên Kurd ji bo dijminên di nava Sûriyeyê û derve de her tim bûye çavkaniya fikaran.”
Takva el-Falhî destnîşan kir ku hewldanên xistina jinên Kurd di bin zextê de, hewldanên hinek hêzên ku ji nifaşan jinên ku çand û dîrok parastine dikin hedef, li ser nasnameya Kurd serwerî û kontrolê ferz dike deridxwe holê û got: “Lewazkirina jinan û hedefgirtin, a van hêzan hebûna Kurd, çand û hêza kontrol bikin û piştre jî firsanade destavêtina dide ye. Lê belê hebûna jinan di qada civakê de, israra wan a di berxwedanê de, pira piştevaniya ya di nava jinan de hatî avakirin, li dijî van projeyan astengiyek raste. Li dijî her cûrê hewldanên zordarî, astengiyek neyê derbaskirin ava kir. Ji heq derketina jinên Kurd ne asane, ev jinên ku ji ceribandinên dîrokî û nasnameyê ders girtine, sembola civakê ya ku lewaztî vegerandiye hêzê ye.”

‘Berxwedana jinên Kurd îlhamê dide jinên din’

Takva el-Falhî da zanîn ku jinên Kurd di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de rolek girîng lîstine û di her demê de bi awayek aktîf di eniyên herî pêş ên vê berxwedanê de cih girtine û wiha berdewam kir: “Biryardariya berxwedanê ya jinên Kurd, li dijî projeyên zordariyê astengiyek mezin ava dikin. Bi asanî serî natewînin, berovajî wê, berxwedanê ji bo parastina destkeftiyên dîrokî, îlhamê didin jinên din. Serkeftina jinên Kurd, rastiya jiyanê û  beşdariya wekhev a di pêvajoyên biryargirtinê, planên hêzên siyasî berovajî dike.”

Banga medyayê: Divê em bibin dengê jinên Kurd

Takva el-Falhî bal kişand ser berpirsyariya medyaya femînîst û wiha bidawî kir: “Berpirsyariya medyaya femînst ew e ku çîrokên jinên Kurd bişopîne, bala xwe bide ser aliyên wê yên bi hêz û serkeftina wan derxe holê. Bi taybet di siya şertên zor ên mirovî û pêlên avhewayê de, rastiyan ragihînin, guherîna jinan û rastiyên rojane bişopînin. Divê ji bo jiyanek azad û bi rumet em bibin dengê jinên Kurd. Divê sûd bidin veguherîna civakê û di parastina mafê jinan de em bi bandor bin.”