Rojnamevana Tûnisî: Em di komara tirsê de dijîn

Li Tûnisê, maf û azadî bi awayekî pir cidî bi paş dikevin û ev rewş bi taybetî bi zêdebûna tevger û dirûşmên li dijî neheqî û serokomar ku balê dikşînin ser qeyranê û nîşan didin ku wê şoreş ji nû ve geş bibe.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Zextên hikûmeta Tûnisê yên li ser gel, bi meşeke protestoyî, bi dirûşma “Meşa li dijî dêedaletiyê” hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn. Beşdaran, destnîşan kirin ku ew ê heta bigihîjin armanca xwe û pêvajoyeke demokratîk çalakiyên xwe bidomînin.

Ev meş ne ​​ya ewil bû; bi mehan e qad bi xwepêşandan û daxuyaniyên aştiyane diheje. Armanca hemû çalakiyan jî redkirina polîtîkayên hikûmeta Tûnisê û serok Qeys Saîd e.

Rojnamevan û aktîvîst tên hedefgirtin

Rojnamevan û lêkolînera a Tûnisî Yusra Bilalî, destnîşan dike ku Tûnis di rewşeke nebaş de ye û li welat gelek bûyerên siyasî tên jiyîn. Yusra Bilalî, diyar kir ku Tûnis piştî sala 2011’an ji serdemek kaotîk ketiye serdemek gelperwer, ev yek jî hem xwedî aliyên erênî ye hem jî neyînî ye lê aliyên neyînî zêdetir in.

Yusra Bilalî, destnîşan kir ku Tûnis di qanûna rewşa kesane û mafên jinan ku bi salan bi têkoşîna sivîl bi dest xistine de pêşeng e û got: "Înkarkirina mafên ku bi têkoşîna komeleyên jinan hatine bidestxistin, destkeftiyên jinan paşve dibin. Dema ku jinên helwestên xwe yên siyasî diyar dikin an jî pirsgirêkan derdixin holê rastî zextek wisa tên, ev destkeftî winda dibin."

Yusra Bilalî, da zanîn ku dema mirov bipirse ka ev destkeftî çawa bi paş ketin dibîne ku qanûn bi bandor nebûye. Her wiha da zanîn ku dema jin diçe qereqolê giliya tundiya nava malê dike qanûn nayê bicihanîn loma ji çerxa tundiyê rizgar nabe û got: "Dema ku jin di cihên kar de nayên terfîkirin, dema xebatên komeleyek jinan tên rawestandin û endamên wê bi awayekî çalak alîkariya hikûmetê bikin, destkeftî kêm dibin. Di vê nuqteyê de pêwist e em bipirsin: “Di Qanûna Rewşa Kesane de çi ma?"

Yusra Bilalî, balkişand ser xetereyên çavgirtina polîtîkayên baviksalar û axaftina xwe wiha domand: "Li gorî min ger atmosferek berxwedanê ya ji aliyê komeleyên jinan û rêxistinên mafên sivîl ve hatiye afirandin hebe, heta ku makezagona Tunisê were guhertin destkeftî dikarin ji nû ve bên girtin.”

‘Rastiyek giştî jinan dikuje’

Yusra Bilalî, wiha axivî: "Rastiyeke giştî ku jinan dikuje heye; ne tenê ji bo Tûnisê yan jî welatên Ereban, li seranserê cîhanê heye. Lê belê her welat bi awayên cuda vê yekê dijîn. Hinek ji wan bi pirsgirêkên wekhevî û mûçeyan, hinek jî mînak mîna Sûdanê bi tecawizê re rû bi rû dimînin. Xala hevpar ev e ku jin di civakê de her dem dibin hedefa êrîşan. Jin ji ber zextên mîna berpirsyariyên navmalî, pirsgirêkên pîşeyî û tacîza giştî û dîjîtal bi barekî girîng ê derûnî re rû bi rû dimînin. Ev rewş berxwedana jinan qels dike, ji ber ku ne pêkan e bigihîjin her tiştî. Lewma, em jinan di hemû tevgerên siyasî, di têkoşîna cotkaran de û di hemû qadên têkildarî qanûnê de dibînin. Heta rewşa jinan baş nebe, pêkhateya çandî û siyasî ya welat baş nabe. Bêyî hilweşandina feraseta baviksalar wê rewşa jinan neguhere.”

‘Divê destkeftî bên parastin û pêşxistin’

Yusra Bilalî, diyar kir ku divê destkeftî werin parastin û pêşxistin û ger li dijî bandorên feraseta baviksalar têkoşîn neyê kirin, nifşek bêhevseng û bi pirsgirêkên derûnî dê derkeve holê û got: "Ev nifş li kolanan û li malê tundiya li dijî jinan dibîne û bi aweyekî derûnî bi bandor dibe.”

Yusra Bilalî, destnîşan dike ku ger feraseta baviksalar neyê şikandin, civak dê bêhevsengî bimîne û meyla tundiyê bike, ciwan ji aliyê rêxistinên terorê yan rejîmên populîst ên zordar ve bi bandor bibin. Yusra Bilalî, doza Saniya el-Dahmanî ya li Tûnisê mînak nîşan da û got ku rewşa endamek parastinê ne tenê ji bo dadgehê, ji bo hemû jinan veguherî biçûkxistinê.

‘Pêdivî bi şikandina bêdengiyê heye’

Yusra Bilalî, jiyana li Tûnisê mîna rewşeke tirsnak û hovanê pênase kir û got: "Em bi rastî jî di komara tirsê de dijîn, rojnamevan, aktîvîst û hemwelatî rastî tundiyê tên lê piraniya wan bêdeng dimînin. Sedema vê yekê, tirsa ji pêvajoyên qanûnî û reva ji hesabdayîna di gelek dozan de ye. Ya herî girîng jî biryarnameya bi hejmara 54’an e.”

Yusra Bîlalî, da zanîn ku dema êrîş li rojnamevanan tê kirin sendîka rewşê li ser medyaya dîjîtal radigîhinin û diyar kir jinên rastî binpêkirinan tên, di civakê de dibin sûcdar û destnîşan kir ku hinek rojnamevan ji şermê gilî nakin lê divê ew bibin dengê jinan.

Yusra Bilalî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê, bi riya yekîneya çavdêriyê, giliyên rojnamevanên rastî tundiyê tên qebûl dike û piştgiriya derûnî misoger dike: “Werin em bi şikandina bêdengiyê dest pê bikin."