Rojnamevana Sûdanî ji bo ragihandina rastiyan di refên pêş de têdikoşe
Rojnamegera Sûdanî Nîdal Osman, destnîşan kir ku jinên Sûdanî bûne sembola berxwedan û fedakariyê, ji bo aştiyê roleke girîng dilîzin her wiha di medyayê de, ji bo zanebûn û şiyariya civakê û mijarên li welat bandora wan mezin e.

AYA ÎBRAHÎM
Sudan – Bi gaveke ku gelek kesan weke "macera" binav dikirin, Nîdal Osman bû şêwirmenda medyayê ya Tevgera Azadiya Sûdanê. Ev tevger, yek ji komên çekdar e ku bi artêşa Sûdanê re li dijî Hêzên Piştgiriya Lezgîn şer dike. Nîdal Osman li eyaletên bakur û Nîlê Spî ber bi eniya pêş ve çû. Ev rêwîtî li gorî gotina wê hem macera bû hem jî tecrubeyek bi îsrar û biryardarî bû.
Rojên derbasbûyî Nîdal Osman bi artêşa Sûdanê û hêzên mutefîk re ber bi çolên li sînorê Sûdan-Misir û Libyayê ve bi rê ket. Di demeke ku li ser nûçeyên ku dihat gotin hêzên general Hafter ên li Libyayê destek didin de, ev gav avêt.
‘Jin mohra xwe li şer didin’
Nîdal Osman a ku bi lixwekirina formaya artêşa Sûdanê çû eniya çolê, diyar kir ku ev tecrube heta tu bêjî zor bûye. Nîdal ragihand ku bi artêşê re piştî rêwîtiyeke nêzî sê saetan gihîştine eniya pêş û da zanîn ku gihîştiye gelek eniyên li eyaletên Bakur û Nîlê Spî.
Nîdal Osman destnîşan kir ku li Sûdanê ji 15’ê Nîsana 2023’yan heta niha ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi taybetî jin pir mexdûr bûne. Nîdal got ku gelek jinan li cihên şer rolên girîng girtine ser xwe.
‘Li hinek herêman ewlehî heye lê em bi gotegotên zêde re têdikoşin’
Nîdal bal kişand ser cudahiyên di navbera tecrubeyên xwe de got ku hinek herêm bi ewle ne lê li wan deran jî gotegot û agahiyên şaş belav dibin. Her wiha diyar kir ku ji ber vê sedemê wê ji bo xwe peywir dîtiye biçe wan herêman, bi xwe çavdêriyê û ji raya giştî re rastiyan ragihîne. Nîdal da zanîn ku li herêmên pevçûnan tevî tirsê jî wê bi biryardarî bûyeran belge kiriye.
Hêrêma sêgoşe: Xala sînor a xwedî girîngiya stratejîk
“Herêma sêgoşe ya navneteweyî” ku cihê gihîştina Sûdan, Misir û Libyayê ye; ji aliyê jeopolîtîk, stratejîk û ewlehiyê ve qadeke girîng e. Ev herêma ku li bakur rojavayê Sûdanê, başûr rojavayê Misrê û rojhilatê Libyayê ye; dikeve başûrê Sehraya Mezin a Rojava, başûrê Siva Waha û rojvayê herêma Uweyneatê.
‘Em dikarin xwe û derdora xwe biparêzin’
Nîdal Osman, diyar kir ku yekem jina li eniya pêş a eyaleta bakur bi artêşê re şer dike ye û got: “Li herêmên cuda yên welat gelek jin tevlî kampanyayên seferberiyê bûne, hînî bikaranîna çekên giran û sivik bûne. Em êdî bûne xwedî hêz, dikarin xwe û derdora xwe biparêzin.
Banga ji bo rojnamegeran: Têkiliya bi Sûdanê re bidomînin
Nîdal Osman da zanîn ku xebatkarên medyayê, ji ber şer zoriyen mezin dikşînin, çavkaniyên wan ên dahatê nemane û ji bo bighîjin agahiyan têdikoşin û got: “Bi taybetî rojnamegerên ku koçî eyaletên Çemê Nîlê û Derya Sor kirine ji rêveberiyên herêmî destekê dibînin. Ji bo rojnamegerên ku di dema şer de bi ked û hewldan û baldarî xebitîn spasî dikim. Sûdan hê jî pêdivî bi piştgiriya wan dibîne. Ji bo Sûdan careke din bi ser xwe ve were divê hewldan bibin yek û xebat bi hev re werin kirin.”
Hişyariya tundiya zayendî ya li dijî jinan û bazirganiya mirovan
Nîdal anî ziman ku di pêvajoya şer de li dijî jinan gelek binpêkirin çêbûne, bi taybetî li paytext Xartûmê ku ketiye bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn û wîlayeta El Cezîreyê, li dijî jinan tundiya zayendî zêde bûye. Her wiha da zanîn ku tevî gelek bûyer hatine qeydkirin jî di warê şîdeta fizîkî de daneyên zelal bi dest neketine.
Nîdal wiha domand: “Li hinek welatên Efrîqayê raporên têkildarî firotina jinan hene. Ji bo parastina jinan divê mudaxeleya mirovî ya navneteweyî were kirin. Piştî şer bi çêbûna aştiyê re divê ewlehiya jinan bê mîsogerkirin.
Sekna jinên Sûdanî hêviya pêşengiya wan a di pêşerojê de ye
Nîdal got ku sekna bi cesaret û keda jinên Sûdanî ya di demên şer de nîşan dide ku dê bibin sembolên aştiyê û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê gelek kes, hêvî dikin ku jinên Sûdanî di pêşerojê de di pozîsyonên lîdertiyê de bin û rola xwe zêdetir bilîzin.”