Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî hat binçavkirin

Malbata rojnamevan Ayşe El-Majîdî ragihand ku keça wan ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye birin. Malbatê daxwaza eşkerekirina cihê wê, sedema binçavkirina wê û misogerkirina ewlehî û mafên wê yên yasayî kir.

Sûdan – Rojnamevan Ayşe El-Majîdî di demjimêrên dawî de ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hat binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hat birin.

Ayşe El-Majîdî îro, piştî ku li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek der barê xemsariya hikûmetê ya li hemberî rewşa aborî de parve kir, hate binçavkirin. Ayşe El-Majîdî di peyama xwe de wiha gotibû: "Ger rewş neyê kontrolkirin, dê di demeke nêz de birçîbûn vê hikûmeta xizan û bêçare hilweşîne. Gel niha di rewşeke pir dijwar de ye. Rewşa aborî gihîştiye asteke krîtîk, lê rayedar di cîhaneke xeyalî de dijîn."

Malbatê bang li rayedaran kir

Malbata Ayşe El-Majîdî ragihand ku ew di 13ê Îlonê de ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hatiye binçavkirin. Malbatê diyar kir ku der barê cihê wê an jî sedema binçavkirina wê de tu agahî nedane wan û bang li rayedaran kir ku cih û sedema binçavkirina wê eşkere bikin, ewlehiya wê ya fîzîkî û derûnî misoger bikin û gihîştina wê ya bi şêwirmendiya yasayî re garantî bikin.

Daxwaza eşkerekirina sedema binçavkirinê

Malbatê xwest ku ger tohmet an jî pêvajoyeke yasayî ya li dijî wê hebe were eşkerekirin û hemû mafên wê bên parastin. Her wiha tekez kir ku divê ew rastî tu binpêkirin an jî muameleyeke li dijî yasayê û peymanên navneteweyî neyê.

Malbatê da zanîn ku ew der barê rewşa ewlehiyê ya Ayşe El-Majîdî de bi fikar in, xwest şert û mercên binçavkirina wê bên eşkerekirin û destûr jê re were dayîn ku bi malbat û parêzerê xwe re têkiliyê deyne.