Rojnamevana Iraqî piştgirî da berxwedana jinên Rojava

Rojnamevana Iraqî Afrah Şewkî, diyar kir ku piştgirî dide berxwedana jinên li Rojavayê Kurdistanê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî binpêkirinên şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Li dijî zêdebûna êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dengê jinên ji welatên cuda bilind dibe û piştgiriya xwe ji bo berxwedana jinên Rojava tînin ziman.

Rojnamevana Iraqî Afrah Şewkî ya li Fransayê dijî, bi riya ajansa me ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê peyamekî  hevgirtinê şand. Peyama Afrah Şewkî wiha ye:

"Ez ji Fransayê, hevgirtina xwe ya tevahî bi jinên bihêz û wêrek re diyar dikim. Ev jin îro bi gef, tundî û koçberiya herî hovane re rû bi rû ne. Divê cîhan li hemberî van zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin bêdeng nemîne. Hevgirtin ne tenê gotinek e ku em dubare dikin e, helwesteke ku bang li hemû gelên xwedî wijdan dike û dibêje tundiya li dijî jinan rawestînin. Tiştê ku jin îro li Kobanê dijîn, dibe ku sibê em jî bijîn. Divê em hevgirtinê bi wan re nîşan bidin û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar bikin. Hevgirtina me ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ez qirkirina komên çekdar ên serî li bikaranîna tundî û rêbazên şer didin red û şermezar bikim.”