Rojnamevan Zîlan Gul di serdegirtina malê de hate binçavkirin
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Zîlan Gul nehate zanîn.
Navenda Nûçeyan- Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, îro li Amedê di danê sibehê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Zîlan Gul, birin Qereqola Huzurevleriyê. Sedema binçavkirina Zîlan Gul nehate zanîn.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşanî binçavkirina Zîlan Gul dan û xwestin tavilê were berdan.